Erka Mihemed Elawî giran dibe

Mihemed Elawî di demekî giran ya siyasî de ji aliyê serokkomarê Iraqê Berhem Salih ve hate erkdarkirin. Ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, karê wî ne hêsan e.

Di 1’ê Sibatê de serokkomarê Iraqê Berhem Salih, erkê pêkanîna hikûmeta nû û serokwezîrtiyê radestî Mihemed Elawî kiribû. Her wiha erkdarkirina Mihemed Elawî ji bo pêkanîna hikûmetê erkeke ne ewqas hêsan e, ji ber ku berê ji ber xwepêşandanan Abdulmehdî di dawiya meha Cotmeha 2019’an dest ji kar kêşabû. Her wiha rewşa siyasî û ewlekariya Iraqê jî aloz e.

Erkdarkirina Elawî ji bo erkê serokwezîrtiyê ku berê aliyên siyasî yên Iraqê çend caran navê çend kesan ji bo erkê hikûmeta nû û serokwezîrtiyê pêşkêşî serokkomar kiribû lê xwepêşander wan red kiribû û serokkomar jî erkdar nekir.

Di 29’ê Çileyê de serokkomar tenê du roj dabû aliyê siyasî yên Iraqê ku kesek destnîşan bikin ji bo karê serokwezîrtiyê. Piştî dawîbûna her du rojan aliyê siyasî yên Şîayan nekarîn kesekî hilbijêrin û radestî serokkomar bikin. Ji ber wê serokkomar Mihemed Elawî ji bo wî karî erkdar kir.

Di demek nêzîk de lîderê Olî Muqteda Sedr di daxuyaniyekê de ragihand kir ku ew piştgiriyê dide Elawî û jê xwest ku di demeke nêzîk de karê pêkanîna hikûmeta nû bê kirin û plansaziya karê xwe ji raya giştî re eşkere bike.

Serokwezîrê demkî yê Iraqê Abdul Mehdî bi rêya telefonê Elawî pîroz kir û diyar kir ku di demek nêzîk de, ligel hev wê bicivin.

Her wiha beşekî serekî yê aliyên siyasî jî piştgiriya Elawî dikin.

Bi girtina erka serokwezîrtî û pêkanîna hikûmetê erkeke giran dikeve li ser milê Elawî. Ji ber ku Iraq ev çend meh in bûye qada reqabeta welatê Emerîka û Îranê. Di rewşek wiha de bê alîbûn ne gengaz e.

Di heman demê de Iraq di rewşek dijwar ya siyasî û ewlekariyê re derbas dibe, welatên derve bi eşkere serweriya Iraqê binpê dikin û çeteyên DAÎŞ’ê bi awayek çalak dest be çalakiyan dikin. Ligel van jî heta niha li piraniya bajarên Iraqê xwepêşandan berdewam dike, xwepêşander çavdêriya guherineke siyasî dikin.