'Erka me ya sereke belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo ye'

Gerîlaya HPJ’ê Avînar Mîrkan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê Kurd û hemû berxwêderên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku fikra Rêber Apo mafê mirovahiyê ya rast pênase dike

Gerîlaya HPJ’ê Avînar Mîrkan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û tecrîda li Îmralî tê meşandin şermezar kir.

Gerîla Avînar Mîrkan got, “Roja jidayikbûna Rêber Apo di serî de li hemû jinên cîhan û gelê azadîxwaz pîroz dikim. Roja jidayikbûna Rêber Apo rojeke normal nîne ku mirov bigire dest, ji ber ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê azadîxwaz roja hêviyê ye, bi taybet ji bo jinan hêviyeke mezin e. Ji ber ku dema ku em li dîrokê temaşe dikin jin her tim hatiye binpêkirin bi fikir û felsefeya Rêber Apo re jin dîsa çanda xwe ya xwedawendiyê nû dike û li ser xaka Mezopotamya banga azadiyê dike.”

Avînar Mîrkan diyar kir ku yek ji erka wan a sereke ev e ku ew jinên cîhanê bi fikr û felsefeya Rêber Apo bidin naskirin û got “Divê em ji wan re rave bikin eger azadiyeke rast hebe di fikir û felsefeya Rêber Apo de ye, ji ber wê jî pêwîst e em Rêber Apo bi hemû cîhanê re bidin naskirin. Fikir û felsefeya Rêber Apo fikreke wisa ye ku, her insanek dema ku bixwîne jê hêz, manewiyat û hêviya jiyanê digire.

Di nava giştî cîhanê de dema ku em temaşe dikin tenê fikrê ku dixwaze mirovahiyê bigihîne heqîqeta xwe ya rast, fikra Rêber Apo ye. Dewleta Tirk ya ku li ser Rêber Apo tecrîdeke giran dide meşandin, ji ber ku dizane gelê Kurd bi hebûna Rêber Apo fêrî berxwedan û tekoşînê bûye, dixwaze fikrê Rêber Apo di navbera çar dîwaran de bigire da ku belav nebe. Lê em milîtanên Rêber Apo erka me ya sereke belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo ye.

Di vê mijarê de pêwîst e jin û ciwan bi taybet xwedî li fikr û felsefeya Rêber Apo derbikevin. Dibe ku Rêber Apo di zindana Îmraliyê de be lê fikrê wî ewqasî azad e ku her mirovek dikare jê sûdê werbigire, fikra Rêber Apo mafê mirovahiyê ya rast pênase dike.”