'Erka me ya exlaqî ye ku em komployê biqedînin'

Ji gerîlayên YJA Starê Kurdistan Botan destnîşan kir, ku bi temamî qedandina komployê û xwedîderketina li Ocalan, beriya her tiştî wezîfeya exlaqî û şoreşgerî ya jinan e.

Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an, ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurdistanê hate kirin, pêşî lê hatiye girtin, lê heta azadiya Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, bi wesîleya salvegera 19'an a komployê ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayê HPG'ê Mûnzûr Kixî işaret bi têkoşîna PKK'ê û çanda berxwedanê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derxistiye holê kir û got, êrîş li afirînerê vê çanda berxwedanê hatiye ikrin. Kixî wiha dewam kir: "Piştî ku Rêbertî dîl hate girtin, paradîgmaya ku wî afirand weke çandeke berxwedanê, siyaset û hêviyê bi rêk û pêk bû. Di qelskirin û astengkirina komployê de gelekî bandora vê çêbû."

Mûnzûr Kixî anî ziman, ku tevî vê yekê jî komplo bi reng û şêweyî cuda jî be hewl tê dayin ku were dewamkirin û got, "Eger em sîstema Rêbertî biparêzin, bi pêş ve bibin û gelan li hev bicivînin, hingî em ê komployê pûç bikin. Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Asûrî, Ermenî... gel hemû divê vê komploya li dijî xwe bibînin, xwedî li vê têkoşînê û çanda berxwedanê derkevin û li dijî lîstik û komployên hêzên serdest helwestê nîşan bidin."

ÇANDA BERXWEDANÊ DIVÊ BIDOME

Gerîlayê HPG'ê Kendal Zana jî bal kişand ser berxwedana gel û gerîla ya li dijî komployê. Zana got, "Dema ku komploya li dijî Rêbertî hate kirin şert û mercên zivistanê yên ku gerîla zêde nikarin tevbigerin be jî, bi ruh û îradeyeke mezin xwedî li Rêbertî hate derketin. Wekî din, gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bedena xwe kir goga ji agir û xwedî li Rêbertî derket." Zana destnîşan kir, ku girîng e gel û gerîlayên kurdistanê vîna xwe bi Ocalan re bikin yek, çanda berxwedanê bidomînin û ev gotina fermandarê şehîd Reşîd Serdar bi bîr xist; 'Dijmin li aliyekî, nabe ku siya dijmin û hêzên mêtinger li vê xaka azad hebe'.  Zana destnîşan kir, ku ev yek jî bi azadiya Ocalan dibe û diyar kir, têkoşîna azadiyê ya li ser vê bingehê, wê hemû komployan biqedîne.

DIVÊ JIN BI ROLA PÊŞENGIYÊ RABIN

Ji gerîlayên YJA Starê Kurdistan Botan jî ragihand, Ocalan serhildan û raperîna li dijî zilm û mêtingeriyê hînî gelan kiriye û bi bîr xist, ku ji ber vê yekê hemû hêzên herêmî û global bi pêşengiya NATO'yê komployeke bi vî rengî ya qirêj kirine. Botan diyar kir, ji her demê bêhtir niha pêwîstî bi berxwedan û têkoşînê heye û destnîşan kir, ku girîng e jin di vê têkoşînê de bi rola pêşengiyê rabin. Botan da zanîn, di mijara tinekirina komplo û hêzên komploger de, jin wê bi roleke mezin rabin û got, "Ji ber ku felsefe û kesayeta Rêbertî, herî zêde di şexsê jinên Kurd de şênber bû. Di nava jinên Kurd de rê li ber şoreşeke fikrî û azadiyê vekir. Lewma, ya ku êrîş lê hate kirin di heman demê de vîn, nêrîn û têkoşîna jinên Kurd e. Di serî de jinên Kurd, pêwîste hemû jin li her cihî di her kêliyê de, ji her demê bêhtir xwedî li Rêbertî û nirxên şoreşgerî yên wî afirandine, derkevin. Ev yek wezîfeya me ya exlaqî û şoreşgerî ye. Bila jin ji hêza xwe bawer bikin û bikevin nava liv û tevgerê."