FLAŞ

Êrîşên li gundên Minbicê hatin şikandin: 9 çete hatin kuştin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundên Misterîha û Til Hozan ên li başûrê Minbicê hatin şikandin.

Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê hewl dan xwe berdin nava gundên Misterîha û Til Hozan û li ser vê yekê di navbera çeteyan û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şer derket. Di encama vî şerê giran de 9 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 5 ji cenazeyên çeteyan di destê şervanan de man.

Gundên Mistirîha û Til Hozan ên li başûrê Minbicê, ji aliylê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve weke herêma pêşwazîkirina koçberên ji hovîtiya DAIŞ'ê direvin, tên bikaranîn.