Erebên li Şengalê xwe di bin sîwana YBŞ'ê de bi rêxistin dikin

Piştî fermana Şengalê, ne tenê civaka Êzidî, gelê Ereb jî yekîneyên xweparastinê ava dikin. Erebên xwe di bin sîwana YBŞ'ê de bi rêxistin dikin dibêjin, "Em fikrê Serok APO ji xwe re esas digrin."

Piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014’an,  ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê pêk hat, civaka Êzidî yekîneyên xweparastinê YBŞ/YJŞ’ê ava kirin. Gelê Ereb yê ku li Şengalê dijî, ji bo pêşeroja xwe ewle bikin, di bin sîwanê YBŞ’ê de xwe birêxistin dike û bi hêz dibe. Medîbanê  gundê Ereba ye û bi ser Şengalê ve ye. Yekîneyên Ereban dibêjin ku parastina wan tenê di nav YBŞ’de de di bin ewlehiyê de ye. Erebên ku ji bo parastina gundên xwe, di nav YBŞ’ê de yekîneyan xwe birêxististin dikin, dibêjin ew weke beriya fermanê bi Ezidiyan re dijîn û dibêjin, ‘di navbera me de ti cûdabûn nîne’.

‘EM FIKRÊ SEROK APO Jİ XWE RE ESAS DIBÎNIN’ 

Baz Cizîrî yê ku fermandarê yekîneyên Ereban e, ku di bin sîwana YBŞ’ê de xwe birêxistin dikin wiha got: ‘Ez fermandarê hêza Ereban yê giredayi YBŞ’ê me. Piştî ku me bi hevrêyên xwe yên rêveberiya YBŞ’ê re hev dît û hevalbendî me danî. Ev dû sal in, em cihe xwe li vê mintikê digrin.  Em û hevrêyên me yên YBŞ’ê bi hev re em tevlî gelek çalakîyan bûn û me gelek cih jî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Me bi hev re bi kêfxweşî jiyanr û em hay jê çêbûn ku em dikarin wekhev bijîn. Ji derweyî qewmiyet û çandê yên di navbera civakên Iraqê de ti cihêtiya me nîn e. Herkes dizane ku DAIŞ li ser jiyana gelê Iraqê  wek nexweşiyekî ye û naxwazê ku di nav gelê Iraqê de xêr û wekhevî çebibe. Lê îro hatiye wê astê ku, gel êdî Ii hemberî vê nexweşiyê bisekine û ji derveyî cûdabûna qewm, çand û ol, ji her milî de wekhevî bi serket. Ev du salin me li vê mintiqê li berxwe da, cihê me yê esasî ne li vir e. Em tenê ji bo xilaskirina DAIŞ’ê li vê derê ne, jixwe hebûna DAIŞ’ê ya li vê qadê jî ber bi xilasbûnê ve ye, pir kêm maye. Em niha piranî dixwazin bi fikrê xwe bi pêş ve biçin, em bi xwe xwe bîrêve bibin û em dixwazin vîna gel hebe. Vîna gel beriya hertiştî tê, ne tiştekî zor e. Lê pêwist e gelê me bi me re bibe yek. Me li ser vê axê gelek şehîd dan. Niha em di mintiqê Medîbanê de ne. Wekî me got, me gelek berdêl li vê derê da û wiha hêzên cuda wekî Yekîneyên Nawadir jî li vê derê gelek bedel dan. Em bang li gelê xwe û bi taybet jî li gelê xwe yên Mûsûlê dikin  ku dixwazin li hemberî desthilatdarî û dagirkeriyê bisekinin, bila bê tirs û bê xem û bi rengekî zindî  werin. Em ê wan qebûl bikin û xêrhatina wan bixwazin. Her tişt, heya fikir, fikrê me ye. Ne fikrekî dîktatorî û fikrên cûda ye. Fikrê me fikrê gelan e, fikrê azadiya gelan e. Em fikrê Serok APO yên ku pêşketina Rojava diyar dike ku tecrubeyên pêşketî ne, ji xwe re esas dibînin. Me ev  fikr ji xwe re weke zêr dît, ji xwe re esas dît û em bi wê fikrê  hişyar bûn. Bê ku em biwestin, me ev fikir girt û pêwiste em vê fikrê li xwe bikin û pêk bînin. Ji bo gelê me xwe bigihîne xweseriyê û xwe bi xwe birêve bibe, pêwiste em bi vê fikrê kar bikin. Niha em li gelên Rojava mêze bikin, bi kêfxweşî, jiyanekî hevpar dijîn. Di navbera Mesîh, Ereb, Kurdan de û yên ku ji deverên din hatine kesên cihêtiyek nîn e. Em dixwazin gelê me hemû wek gelên Rojava hevpar, wekhev bijîn. Ruxmê bê derfetbûnê, em li  hemberî DAIŞ’ê û li hemberî her dijminî sekinîn û heya niha jî yek teqîn Ii wê derê çênebûye. Yanî li vê derê her kes di mala xwe de jî parastinê dike. Yek însanekî xerîb dersbasî wê mintiqê nabe.  Daxwaziya min ji her kesekî ew e ku, feyda xwe ji vê bigrin û ev fersendekî mezin e. Heke ev fersend derbas bû, careke din venagere. Ev fersendê ji xwe re bigrin û ti carî li pişt xwe mêze nekin. Ji ber ku, ger hûn li pişt xwe mêze bikin, wê DAIŞ carekê din zindî bibe. Heke gel bi fikrên berê bimîne wê bi hezaran kesên wek DAIŞ’ê dîsa werin. Em dixwazin ku ev tişt çênebe, gel carekê din hişyar be û bila neynin wê astê ku ew kes bi derba, quwetê wan tune bike. 

‘DI NAVA YBŞ’Ê DE, EM HEMÛ HEVRÊ NE’

Ezîz Xendîl, yê ku di nav yekîneyên Ereban de cih digre û bi Ezidiyan re asayîş digre, wiha got: ‘’Em niha li gûndê Medîbanê, wek YBŞ’ê bi hevalên xwe yên Êzidî re ne. Em asayîşê jî bi hev re digrin ti cihêtiya me û Êzîdiyan ji hev nîn e. Nezîkî sal û nîvekî ye ku me Medîban ji destê dijmin rizgar kiriye.  Ji bilî me, YBŞ’ê, ti kes di Medîbanê de nîn e. Ti gelemşe di navbera me de nîn in û em hevalên hev in. Em ê bi hev re cihên Êzidî û Ereban rizgar bikin. Em ê gelê xwe ji bin zilmê xilas bikin, axa xwe rizgar bikin. Di nav YBŞ’ê de em hemû hevrêyên hev in.’’

‘EM Û HEVRÊYÊN XWE YÊN ÊZİDÎ BI  HEV RE ŞER DIKIN’

Ji şervanên azadiya Şengalê Ciwan Alewa yê ku ji bo parastina gundên xwe di çeperan de di nav yekîneyên Ereban de cihê xwe digre jî vana vegot:  ‘’Ez şervanê YBŞ’ê me, li gUndê Medîbanê disekinim, em û hevrêyên xwe  yên Êzidî, bi hev re şer dikin, êrişî dijmin dikin. Em û Êzidî hevrêyên hev in. Em vegeriyane wekê dema berê, di navbera me de pirsgirêk nîne û em diçin gundên wan. Cihêtî di navbera hevalên Êzidî û Ereban de nîne, em hemû li heman cihî şer dikin û em tî carî nabêjin ev Ereb e an jî ev Êzidî ye.  Niha li gel min nêzîkî 10 hevalên Êzidî hene. Em bi hevre kar dikin, asayîş digrin. Ez hevîdar im ku, em ê bi hev re biçin cihên cihê û li wê derê jî li hemberî dijmin şer bikin. Ez tevî Yekîneyên Berxwedaniya Şengalê bûm, wan em qebûl kirin û wan em vegerandin li ser gund û malên me.’’