Erdogmûş: AKP polîtîkayên xwe bi şîrkê pêk tîne!

Parlamenterê HDP’ê, miftiyê berê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş got, AKP a li ser desthilatdariyê polîtîkayên xwe bi şîrkê pêk tîne.

Parlamenterê HDP’ê, miftiyê berê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş  li ser siyasîkirina Îslamê ya bi destê AKP’ê got, ‘Heke li deverekê tehakkûm hebe li wir tevhîd tine. Li devereka ku tevhîd nebe şîrk heye. Naxwe ku em bibêijn desthilatdariya heyî vê hişmendiyê bi temamî li ser şîrkê dike, em bala wan jî bikişînin ser vê talokeyê ji bo wan jî deriyek çêdibe.’’

‘DIVÊ DEWLET DESTÊ XWE JI SER DÎN BIKIŞÎNE’

Erdogmûş li ser saziyên dînî yên li Tirkiyê ku  bi kontrola dewletê ne got: ‘’Heke ev xizmet bi kontrola dewletê bin ev xebat xizmetê ji dewletê re dikin. Ango xebat, hewldanên ku bi kontrola dewletê dibin dawiyê di berjewendiya dewletê de ne. Lê armanca sereke ya dîn ew e ku biçe cem civakê û xwe bi civakê bide naskirin. Divê li ser dîn siha destê dewletê rabe da ku dîn bi civakê re hev nas bike, werin cem hev.’’

‘DÎN LI DIJÎ TEHAKKUMÊ YE’

Parlamenterê HDP’ê Nîmetûllah Erdogmûş dijberbûna rastiya dîn û desthilatdariya AKP’ê ku dîn ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne rûberîhev kir û got:

‘’Dîn li dijî tehakkûmê ye. Polîtîkaya desthilatdariya heyî xwe li ser tehakkûmê ava kiriye. Demokrasî tine, rêgez ne sazkar in, nirxên gerdûnî nîn in, hiqûq tine. Desthilatdariyeke ku bi temamî xwe li ser tehakkûmê ava kiriye. Vê tehakkûmê jî, hin argûmanên dînî ji xwe re dike palpişt, di nav civakê de dixwaze vê bi rê ve bibe. Armanca dîn çiye? Armanca dîn ew e ku li dijî tehekkûmê raweste. Vekirî em bibêjin; li deverekê tehakkûm hebe li wir tevhîd tine. Hîmê dîn tevhîd e. Li deverekê ku tevhîd nebe li wir şîrk serwer e. Naxwe ku em bibêjin desthilatdariya heyî vê hişmendiya xwe bi temamî li ser şîrkê bi rê ve dibe, ku em bala wan jî bikişînin ser vê talokeyê ev ji bo wan jî dibe deriyek.’’