Erdogmûş: Agahiya dewletê ji bûyerê heye

Erdogmûş ê di nava heyeta lêkolînkirina êşkenceyê li ser sivîlan a li navçeyên Xelfetî û Hewagê yên Rihayê de cih digire got: “Ji bûyerê hemû rayedarên dewletê agahdar in.”

Di 18'ê Gulanê de li taxa Dergîlî ya navçeya Xalfetî ya Rihayê şer û pevçûn derketibû. Di encama şer û pevçûnê de alîgirê qomserê polisên tevgera taybet û 2 kesên ku tê îdîakirin ku HPG'î ne jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polis jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê li Xalfetî û Hewagê gelek kes hatibûn destgîrkirin û di îskenceyeke giran re hatibûn derbaskirin. Li ser vê yekê ji aliyê HDP'ê ve ji bo lêkolînkirina bûyer û êskenceyê heyetek hat avakirin. Heyeta ku ji bo dest bi lêkolînkirina bûyera êşkcenyê bike, li ber avahiya HDP'ê ya Rihayê daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyêparlamenterê HDP'ê yê Rihayê Hîmetûllah Erdogmûş ku di nav heyetê de cih digire ve hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan, Endamên PM'yê û malbatên çalakgerên greva birçîbûnê tevlî daxuyaniyê bûn. Erdogmûş diyar kir ku bi bûyereke êşkenceyê ku wijdanê civakê birîndar dike re rû bi rû ne û wiha got: "Ji 18'ê Gulanê ve bi dehan kes li navçeyên Xalfetî û Hewagê hatine destgîrkirin. Di nav van kesan de zarokê 13 salî û kalê 70 salî jî hene. Li gorî ragihandinên parêzeran van kesan di êşkenceyên giran re hatine derbaskirin û li gel vê yekê jî dema destgîrkirina wan hatiye dirêjkirin."

'EM MUXATABAN NABÎNIN'

Erdogmûş di berdewamê de jî destnîşan kir ku ji bo lêkolînkirin û hînbûna ku talîmata êşkenceyê ji aliyê kî ve hatiye dayîn heyeta wan hatiye avakirin û wiha pêde çû: "Lê em muxataban nabînin. Me randevû ji Walîyê Rihayê û Serdozgerê Komarê yê Rihayê xwest lê hê jî bersivek ji wan negirtiye. Heta niha kesekî ku em vê bûyerê bi wan re biaixin nedîtiye. Ev hemû nîşan didin ku li Rihayê pêkanîn keyfî hene. Haya hemû raydarên dewletê jî van bûyeran heye. Em derbarê van hemû kesên ku pêkanînên keyfî dikin serlêdana sûc bikin."