'Erdogan bi hedefên 2023’yan Tirkan dixapîne'

Yek ji fermandarêN HPG’ê Botan Gabar li ser gotina Erdogan, "Çawa ku serfiraziya Çanakkale tê pîrozkirin divê her sal serfiraziya Melezgirê jî were pîrozkirin" got, "Erdogan bi hedefa 2023’yan Tirkan û bi 1071’ê jî hewl dide ku Kurdan bixapîne."

Gabar derbarê 1071 Melezgirê got: "Bi gotina em ê serfiraziya 1071’ê Melezgirê pîroz bikin zexta psîkolojîk li ser Kurdan dike. Ev daxuyanî bi wê armancê ye ku têkoşîna azadiya Kurd li der dihêle û bi plana tinekirina wê ye her wiha amaje pê dike ku ew bi Kurdan hevkar re  tim li cem hev in  û bi wê naverokê ye ji wan re dibêje destekê bidine me."

'DI NAV KURDAN DE DAMAREKÎ XAYIN HEYE, EW AKP’Ê LI SER PIYAN DIHÊLIN'

Gabar wiha dewam kir, "Ev hewldana Erdogan berevajî wan rêgezên piştî avakirina Komarê ye. Erdogan hem vê ji xwe re dike malzemeyeke polîtîkaya hundir û hem jî li dijî Kurdan vê weke pêngaveke nû bi kar tîne. Ango ji bo ku hinekî dî desteka Kurdan bistîne vê ji xwe re weke rêyekê dibîne. Lê ‘desteka kîjan Kurdan’ ev weke valahiyekê li holê dimîne."

Gabar bi berdewamî diyar kir ku hin Kurd di dema AKP’ê de xapiyan û gotin ku AKP wê pirsgirêka Kurd çaraser bike destek dane. Gabar destnîşan kir, ku li gel vê jî di nav Kurdan de damarekî xayin heye û kokên vê kûr in û ev damarê xayin, hevkar û bêbext îro ji hêla AKP’ê ve tê bikaranîn. 

Gabar wiha bi nav de çû: "Ev damar duh ji hêla hine dî ve dihate bikaranîn û niha AKP vî damarî bi kar tîne. Siberojê jî wê hine dî bi kar bînin. Jixwe îro AKP heke li ser piyan be ji ber sedema vê xeta hevkar, xayin e."

'DIXWAZE DILÊ KURDÊN HEVKARÊ XWE XWEŞ BIKE'

Yek ji fermandarê HPG’ê Botan Gabar bal kişande ser nêzîkatiya Erdogan ku hemû nirxan tine dike û got, Erdogan çawa ku hemû nirxên dînî, sincî, civakî, destûrî bi kar anîbe û tine kirineb niha jî hêmayên dîrokê dixwaze bi kar bîne û ji bo ku dilê Kurdên hevkarê xwe xweş bike û desteka wan domdar bike serî li van rêyan dide û dibêje, ‘’binerin 1071’an hevkariya Kurd û Tirkan hebû.’’ Gabar bi domdarî got, "Erdogan ê ku bi hedefa nediyar a 2023’yan dixwaze Tirkan bixapîne, her wiha bi diyardeya 1071’ê jî dixwaze Kurdan bixapîne. Divê ev wiha were fêhmkirin."

'BERXWEDANA KURDAN KIR KU ERDOGAN BEREJÊRKÎ BIBE'

Fermandarê HPG’ê Gabar diyar kir, dewleta Tirk a bi pêşengiya Erdogan xwest ji kaosa Rojhilata Navîn sûd werbigere; ango Erdogan hewl da ku vê ji xwe re bike fersenda tinekirina Kurdan, serkutkirina wan lê şerê mezin ê Kurdan ê li dijî vê hewldanê, berxwedaniya wan û têkşikandina vê polîtikayê serkeftina dewleta Tirk û Erdogan li hêlekê, hişt ku Erdogan û dewleta Tirk berejêrkî, bi dev û rû bikeve erdê û kir ku Tirkiye hem ji hêla siyasî ve, hem ji hêla leşkerî ve bikeve zaboqekê.

"Bi gotina em ê serfiraziya 1071’ê Melezgirê pîroz bikin zexta psîkolojîk li ser Kurdan dike. Ev daxuyanî bi wê armancê ye ku têkoşîna azadiya Kurd li der dihêle û bi plana tinekirina wê ye her wiha amaje pê dike ku ew bi Kurdan hevkar re  tim li cem hev in  û bi wê naverokê ye ji wan re dibêje destekê bidine me."