Erciyes: Di vê pêvajoyê de pêşveçûnên dîrokî dikare pêk were

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Emîne Erciyes têkildarî pêngava gerîlayan a di 1’ê Hezîrana 2004’an de axivî û got piştî 14 salan pêvajoyeke girîng tê jiyîn a ku dikare rê li ber pêşveçûnên dîrokî veke.

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Emîne Erciyes biryara sekinandina çalakiyan a di sala 1999’an de ya ku di sala 2004’an de dîsa dest pê kirin, di salvegera 14’emîn de nirxand. Erciyes têkildarî şertên siyasî û leşkerî yên vê pêngavê, encamên wê û bandora wê ya li ser îro nirxandinên girîng kir.

Erciyes têkildarî şertên siyasî û leşkerî yên pêngava 1’ê Hezîranê got ku, “Pêngava me ya 1’ê Hezîranê ya ku em di salvegera wê ya 14’an de ne, îro jî bi berxwedaneke mezin didome û ji bo têkoşîna me ya aştiyê di nava wê de pêşveçûnên dîrokî hene. Di serî de di şexsê heval Nûcan Nûrhak, Têkoşîn Dêrsim, Silav Sêrt hevalên ku di pêvajoya pêşîn de berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û pêşengên şerê gel ê şoreşgerî Reşît Serdar, Rojîn Gevda, Çîçek Botan, Huseyîn Mahîr û pêşengên sembola berxwedana li dijî êrîşên dijmin ên di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dest pê kiribû Devrîm Amed, Azad Sîser, Nalîn Mûş, Azê, Berçem, Delal, Kemal û Wedat , ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Şehîdên me pêngava 1’ê Hezîranê di xeta fedaî de xistine pratîkê û asta pêşveçûna gerîlayan bi saya ked û hewldana wan derketiye holê. Pêngava 1’ê Hezîranê di sala 2004’an de dest pê kir. Piştî vekişandina di sala 1999’an de çûyîna ber bi Bakur ve pêk hatibû. Bicihbûna li qadan û pêşxistina têkoşînê bi ked û fedakariyeke mezin pêk hat. Komploya navneteweyî him li ba gel û him jî li ba gerîlayên me hêrseke mezin derxist holê. Rêbertî nehişt ev pêvajo bibe krîz û kaosa di navbera gelan de û xwest zemînê aştî û diyalogê biafirîne. Li hemberî helwesta Komara Tirkiyeyê ya ku dixwest têkoşîna me pûç bike, pêwistî hate dîtin ku divê dîsa em vegerin qadên li Bakur û têkoşîna çekdarî geştir bikin.”

Erciyes têkildarî girînga Pêngava 1’ê Hezîranê got ku, “Di wê pêvajoyê de ya ku dijmin îradeya siyasî ya gelê Kurd nas nedikir, geşkirin û pêşvebirina têkoşîna çekdarî derbeyeke mezin e ya ku li dijmin hatiye xistin. Li hemberî tecrîda li ser Rêbertiya me, hemû hêzên me ji bo ku biçin Bakur û layîqî Rêbertiyê bin, ketin nav pêşbaziya çûyîna ji bo bakur. Hebûna li Bakur tê wateya nêzikbûna Rêbertî. Hebûna li Bakur tê wateya nêzikbûna li azadiyê. Ji ber vê jî hêzên me yên gerîla dixwestin biçin bakur. Bi destpêkirina pêngavê re îradeya şer a hêza mîlîtan a PKK’ê û xeta qehremaniyê careke din derket holê. Şer ji wê demê heta niha bi qasî girêdayîbûna Rêbertî, di warê qehremanî, cesaret û tarzê gerîla de jî pêş ket û kûrtir bû.”

Erciyes têkildarî encama vê pêngavê jî got ku, “Dema ku mirov ji demê û heta îro were, dibîne ku Tirkiye di nava 14 salan de di warê ekonomîk de têk çûye, gel birçî ye û nerazîbûnên li hemberî pergalê jî zêdetir bûye. AKP û Erdogan zext û faşîzmê kûrtir dike û dixwaze li ser pêyan bimîne. Bi hilbijartinên 7’ê Hezîranê re li ba gelên Tirkiyeyê hesreta demokrasiyê derketiye holê. Lê Erdogan bi hilbijartina 1’ê Mijdarê re derbe li îradeya gel xist û li hemberî hemû kesên ku demokrasiyê dixwazin dest bi şer kir. Piştre qetlîamên Enqere û Sûrûcê hatin kirin. Di heman demê de di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî gerîlayan êrîş hate destpêkirin.”

Erciyes têkildarî artêşa jinan a YJA-STAR’ê jî got ku, “Bi destpêkirina 1’ê Hezîranê re hêza jinan tecrubeya xwe di asta pêşengî de tevlî nav pêngavê kir. Dema qala çûna bakur hate kirin, hêza jinan bi îddîa û israreke mezin çûna bakur ji xwe re kir esas. Di heman demê de îro li her çar parçeyên Kurdistanê jin li ser feraseta parastinê xwe birêxistin kirin. Bi tevlêbûna YJA-STAR’ê ya di nav pêngavê de, ji bo jinên li parçeyên din Kurdistanê bûye îlham û lêgerîna azadiyê xurttir kiriye. Beriya pêvajoyên sala 1999’an jinan xwestin îddîaya ‘jin dikarin şer bikin’ îspat bikin. Azîme, Mizgîn, Besê, Bêrîtan û Zîlanan mîrateyeke xurt hiştin. Di warê artêşa jinan de gavên mezin hatin avêtin û bingeha pergala jinan hate danîn. Bi pêngava 1’ê Hezîranê re di warê artêşa jinan de bû zemîna ku ew têkoşîna xwe geştir bike. Bi têkoşîna Zîlan, Bêrîtan, Çîçek, Rojîn, Nalîn, Berçem û Delalan ev têkoşîn gihişt lûtkeyê.”

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Emîne Erciyes diyar kir ku di heman demê de bi PAJK’ê re partîbûna jinan bi pêş ket û bi KJK’ê re bingeha pergala konfederal a jinan pêş ket. Erciyes got ku, “Artêşa jinan îro ne bi tenê ji bo têkoşîna neteweyî ye, di heman demê de li hemberî feraseta koletiyê, li hemberî tacîz û tecawizê ye û tê wateya parastina pergala jinên azad.”

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Emîne Erciyes têkildarî deskeftiyên vê pêngavê jî got ku, “Piştî pêngava 1’ê Hezîranê re tecrubeya gerîlayan a şer bi pêş ve çû û bi taktîk û tarzeke nû derbên giran li dijmin hate xistin. Li ku derê li dijî gelê Kurd êrîşek çêbû, gerîla berê xwe da wir û gelê xwe parast. Li Şengalê, li Kerkûk û Mexmûrê gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê çûn gelê Kurd parastin. Di heman demê de tarza têkoşînê ya HPG û YJA-STAR’ê ji bo têkoşîna hêzên parastinê yên li her çar parçeyên Kurdistanê bûye mînak û bingeh. Kevneşopiya berxwedanê ya ku gerîlayan li çiyayan ava kiriye, li her dera Kurdistanê belav bûye.”

Erciyes têkildarî êrîşên faşîst ên AKP-Erdogan û berxwedana li dijî van êrîşan jî got ku, “Rejîma faşîst a AKP-Erdogan îro êrîşî gel û gerîlayan dike. A rast tu hêza wan jî nemaye. Pêngava 1’ê Hezîranê, Pêvajoya Şerê Şoreşgerî yê Gel û Berxwedana Xwerêveberiyê derbên giran li artêşa Tirk xistiye. Dewleta Tirk hêviya xwe bi teknolojiyê re girêdaye. Êrîşên dewleta Tirk ên li Bakur, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li dijî Efrînê tê wateya tirsa wan a ji tevgera azadiyê. Artêşa Tirk êrîşî Efrînê kir. Berxwedana Efrînê tê wateya berxwedana li dijî hemû hêzên navneteweyî. Berxwedana Efrînê gav bi gav dewleta Tirk hilweşand. Di warê ekonomîk de Tirkiye têk çûye.”

Erciyes axaftina xwe wisa bi dawî kir, “Faşîstma Erdogan çiqasî êrîşan bike jî ew ê îradeya gelan vê tarîtiyê hilweşîne. Gerîla bi berxwedana dîrokî roj bi roj faşîzma AKP’ê parçe dike. Di heman demê de hilbijartin jî heye. Ev hilbijartin tê wateya nîşandana îradeyê. Divê gel bi helwesta xwe ya di vê hilbijartinê de faşîzmê têk bibe. Herî zêde divê ciwan li hemberî faşîzmê têbikoşin û ji bo geşkirina vî agirê têkoşînê divê ciwan berê xwe bide nav refên gerîlayan. Di heman demê de di salvegera 1’ê Hezîranê de ew ê gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê berxwedanê geştir bikin û ew ê faşîzmê parçe bikin. Li ser vî esasî ez dîsa hemû şehîdên me bi hurmet bi bîr tînim û soza xwe ya serfiraziyê dubare dikim. Ez hemû gelê me yê berxwedêr silav dikim ên ku dil dane azadiyê û bawer dikin ku ew ê rojekê azadî bi ser bikeve.”