‘Eniya Tirkmen li dijî çareserkirina rewşa Kerkûkê ye’

Duh li konsolosxaneya Emerîka ya li Bexdayê bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Kerkûkê civînek hate lidarxistin. Di civînê de Eniya Tirkmen ku weke dezgeha sîxûriyê ya MÎT’a Tirk tê zanîn vegera hêzên Kurd ji bo Kerkûkê qebûl nekir.

Piştî rewşa ne diyar a li Kerkûkê Emerîka hewl dide ku rewşa Kerkûkê asantir bike û bi vê armancê duh li navenda konsolosxaneya Emerîka ya li paytexta Iraq Bexdatê bi beşdarbûna pêkhateyên Kerkûkê civînek lidarxist.

Serçaveyekî ku beşdarî civînê bûyî û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike ji ANF’ê re axivî û got; “Nûnerên pêkhateyên Ereb, Mesihî û Tirkmen beşdarî civînê bûn. Nûnerên Kurd jî weke Partî Demokrata Kurdistan (PDK) û Yekîtî Nîştimanî Kurdistan (YNK) jî beşdarî civînê bûn.”

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bidestxistî di civînê de li ser aborî û ewlehiya bajêr goftogu hate kirin. Li aliyê din di civînê de rewşa bajêr, dizî û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê jî hate nîqaşkirin.

Parlamenterê berê yê Iraqê yê YNK’ê Mihemed Hacî Osman têkildarî naveroka civînê de ji ANF’ê re axivî û got; “Di civînê de ji bo vegera hêzên Kurd û asayî kirina rewşa Kerkûkê projeyekî nû hate pêşkêş kirin.

WÊ POLÎSÊ XWECIHÎ ERKA PARASTINA KERKÛKÊ BIGRE

Di projeyê de hate gotin ku wê hêzên polîsên xwecihî yên bajêr erka parastina bajêr bigrin ser milê xwe. Wê hêzên pêşmerge û leşkerên Iraqê jî parastina derdora bajarê Kerkûkê bikin.

MÎT LI DIJÎ VEGERA PÊŞMERGE YA JI BO KERKÛKÊ YE

Eniya Tirkmen ku li Iraqê bi rêya dezgeha sîxûrî ya MÎT’ê ji bo siyaseta Tirk kar dike, cîgîrê serokê vê partiyê Hesen Toran beşdarî civînê bû û nerazîbûna xwe li dijî hewldana Emerîka ya ji bo çareserkirina pirsgirkên Kerkûkê anî ziman. Her wiha got; “Nabe hêzên pêşmerger vegere Kerkûkê.”

EMERÎKA LI DIJÎ NÛNERÊN MÎT’Ê AXIVÎN

Nûnerê Emerîka li pêşiya aliyên Kurd bersiva nûnerê eniya Tirkmen da û got; “Hêza pêşmerge hêzekî nîştimaniye û beşek ji hêzên Iraqê ye.

Ev dijberiya nûnerê MÎT’a Tirk li Kerkûkê jî dide nîşandan ku di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de li ser gelek mijaran li Sûriye û Rojhilata Navîn nakokî di navbera wan de ye. Dewleta Tirk li dijî hemû projeyên Emerîka yên li gorî berjewendiyên Kurd û gelê navçeyê de ne, derdikeve.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hefteya derbasbûyî Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşad Salihî ku weke endamê MÎT’a Tirk tê naskirin daxuyaniyek dabû û hemû hewldanên di navbera hikûmeta herêm û Bexdayê yên ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê red kiribû û van hewldanan li dijî berjewendiyên xwe dibîne û gotibû; “Her alozî û bûyerên ku li Kerkûkê çêbibe wê bi xwere kerasetekê bîne û wê bandora xwe li Besra û Rûmadî jî bike. Derketina ji nav vê karesatê jî xeyal e.”