Engîzek: Zîlan tola keçên winda yên Dersimê bû

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek li ser çalakiya fedayî ya Zîlan axivî û got, Zîlan tola keçên winda yên Dersimê hilanî.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek bi wesîleya salvegera çalakiya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) ji ANF'ê re axivî.

Xalîde Engîzek bi bîr xist ku Zîlan di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiyeke fedayî lidar xist û di şexsê Zîlan û şehîdên meha Gulanê de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî.

Xalîde Engîzek anî ziman ku Zîlan bi xwe biryarê li ser çalakiya xwe dide û got, "Hevala Zîlan bi xwe li çalakiyê difikire, cihê çalakiyê diyar dike, keşif dike, plan dike û piştre jî pêk tîne. Di demekê de ku kes ne li bendê bû, li Dersimê di merasîma leşkerî de mîna volkanekê teqiya. Xwîna hevala Zîlan diherike nava Çemê Mûnzûrê. Ruhê hevrêya me dibe çivîk û xwe li ser peykerê Seyît Riza danî û jê re got, 'Ez tola jin ên ciwan, bûkên xwe ji zinaran avêt hiltînim. Tola bi hezaran Dersimiyan hiltînim ên li şikeftan hatin kuştin û hestiyên wan hîn jî li şikeftan e.  Tola zarokên hatin revandin, asîmîlekirin û bi kujerên xwe ve hatin girêdan hiltînim. Ez tola keçên winda yên Dersimê me. Tola Besê, Alîşêr û Zerîfê me. Ez tola zarok û lîderên hatine darvekirin im'. Soza tolhildan û serketinê da Seyît Riza.

Ne tenê ji bo kuştina leşkeran Dersim hilbijart. Ji ber ku Dersim bûbû meydanek ku zarokên Kurd lê dihatin asîmîlekirin. Zarokên Kurd neçar dihatin hiştin ku her gavê li qadê bên komkirin û alên Tirkan bihejînin, sirûda Tirkan bixwînin. Êşkence li zarokan hate kirin ên bi Tirkî nizanî bûn. Hevala Zîlan bi vê çalakiya xwe tirsa li dilê Kurdan ji holê rakir û bû sembol. Vê çalakiyê dilê her partîzanekî li nava partiyê germ kir. Dijmin jî li pêşberî vê rêbaza nû ya çalakiyê cirifî."

Li ser pêvajoya wê demê Xalîde Engîzek got, "Li ser Rêber Apo û tevgerê metirsî hebûn. Hevrê Zîlan bi vê metirsiyê hesiya. Van metirsiyan dibîne û pê dihese. Bi berpirsyariyeke mezin nêzî Rêbertî dibe. Zane ku Rêber Apo xwedî li nirxên bi hezaran salî yên Kurdistanê derdikeve. Zane ku Rêber Apo gelê Kurd, jinên Kurd û bindestan temsîl dike. Pê dihese ku di şexsê Rêber Apo de li dijî tevgera me planeke berfireh a komployê heye. Û zane ku di şexsê Rêber Apo de êriş li tevahiya nirxên Kurdan tê kirin. Sala 1996'an li dijî tevgera me planeke berfireh û tunekirinê di dewrê de bû. Ev plana komployê planeke ji rêzê nebû.

Li Misrê hêzeke mezin li hev civandin. Tirkiye û Îsraîlê tifaqeke mezin kirin. Yekîneyên ji sed hezaran kesî ava kirin. Me zanî bûn ku van li dijî Fîlîstînê amade nakin. Ev hêzên qelebalix ên xwedî perwerdeya taybet şandin qada rêbertî. Ev hemû mijarên eşkere û li ber çavan bûn. Di dawiya dawî de komploya 6'ê Gulanê kirin. Bêguman bi vê komployê re yekser êrişî Rêber Apo kirin. Nekarîn bi ser bikevin, ew mijareke cuda ye. Lê belê armanc ev bû. Wesayita bombebarkirî li nêzî akademiyê teqandin, lê nekarîn encamê bi dest bixin."

'ZÎLAN XWEST BERSIVÊ BIDE KOMPLOYÊ'

Xalîde Engîzek destnîşan kir ku wê demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê û li ser hesasiyet û metirsiya pêvajoyê axivî. Xalîde Engîzek got, "Bal kişand ser metirsiyên ku komploya di şexsê Rêbertî de li ser Kurdistanê tê kirin. Hevrê Zîlan di vê pêvajoyê de bûyeran baş fêhm dike û dixwaze bibe bersiv."

Xalîde Engîzek bi dewamî got, "Rêber Apo ji bo sekna hevrê Zîlan wiha dibêje, 'Rastiya Zîlan li pêşiy ame ye. Ew jineke gelekî hêja ye. Serhildêreke gelekî mezin e. Fikrên xwe nivîsandiye û bi çalakiyeke mezin soza xwe bi cih aniye. Niha ez her roj ji xwe re dibêjim ku li pêşberî jineke wiha hêja xwedî berpirsyarî û cidiyetê me. Dibe ku hûn ji bîr bikin, lê belê wesiyeta wê heye. Wesiyeta wê ji bo me ferman e û em jî şervanên di bin fermandariya wê de ne. Li ser vê bingehê em ê dilsozê wesiyetên şehîdan bin û ti carî dest jê bernedin."

'ÇALAKÎ MÎNA SÎLEYEKÊ LI RÛYÊ KOMPLOGER Û XAYINAN KET'

Xalîde Engîzek destnîşan ku çalakiya Zîlan mîna gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan manîfestoya jiyana azad e û got, "Ev çalakî manîfestoya me ye ku nîşan dide divê em çawa bijîn û çawa şer bikin. Li dijî xeta rastgir, teslîmkar û baweriya xwe bi serketinê nîne bû bersiv. Nîşan da ku şerê gerîla ne tenê hejmar e. Şerê gerîla îradeyeke xurt û zelaliya di fikir û hest de ye, dewlemendiya di rê û rêbazê de ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku hevrê Zîlan bi tena serê xwe mîna artêşekê tevgeriya. Mîna artêşeke bi bandor. Ev çalakî mîna sîleyekê li rûyê komploger û xayinan ket."

'RUHÊ ZÎLAN BI GERÎLA RE LI KURDISTANÊ ŞER DIKE'

Xalîde Engîzek diyar kir ku ruhê Zîlan niha li Kurdistanê bi fedayiyan re ye, bi gerîla re ye û got, "Ala ku hevrê Zîlan bilind kir, bi têkoşîna jinê her roj mezin dibe. Di partîbûna jinê de kûr dibe, mezin dibe. Piştî wê bi hezaran jin û mêr ên ciwan tevlî nava refên partiyê bûn."

Xalîde Engîzek bal kişand ser bandora Zîlan a li ser asta heyî ya têkoşîna azadiyê ya jinê û wiha dewam kir, "Di mijara birêxistinkirina hevjiyana azad, sîstema hevserokatiyê û parastina xwe bi xwe de, Tevgera Jinê pêşengiyê ji modernîteya demokratîk re dike. Têkoşîn pêşengiyê ji avakirina jiyana komunal a demokratîk re dike. Ji bo jinên cîhanê hemûyan weke mînakek têkoşînê tê dîtin. Salên dawî bi taybetî bi Şoreşa Rojava re têkoşîna jinên Kurd bandoreke xurt li jinên cîhanê kir û têkoşîn gihîşt qonaxeke bilindtir. Tevgerên jinê yên li cîhanê, li gel rêxistinên civakî Yên sivîl li qadeke teng asê ma bûn. Lê belê salên dawî jinên cîhanê êdî têkoşîna xwe derbasî qadan kirin û li dijî sîstemê sekneke tund nîşan didin."