Engîzek: Divê xelkê Başûr rastiya PDK'ê nas bike

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek diyar kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna PDK'ê re dixwaze Kurdan careke din bêstatu bihêle û got, "Eger gelê Kurdistanê bi rol û berpirsyariya xwe ya şerê gel ê şoreşgerî rabe, gerîla wê teqez bi ser bikeve."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek ji radyoya Dengê Welat re axivî û têkildarî rojevê nirxandinên girîng kir.

Desthilatdariya AKP-MHP di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke berfireh da destpêkirin. Faşîzma AKP û MHP’ê li ser kîjan konseptê êrişeke wisa kir?

Konsepta ku AKP û MHP dimeşîne esas weke hikumeteke dewleta faşîst a Tirk hikumeta herî dawî ye ku li hemberî gelê Kurd û li hemberî gelên din yên ku li Tirkiyeyê dijîn. Li hemberî pergala demokratîk, azadiya jinan, biratiya gelan, jiyana hevbeş pergaleke weke hikumeta faşîst a ji kevneşopiya dewleta Tirkiyeyê ya dawiyê ye. Ev konsept mirov dikare bibêje konseptek nû nîne. Dîroka Komara Tirkiyeyê piştî ku komar ji armanca xwe ya eslî qut bû şûnde armanca ku li ser hatiye damezrandin bi avabûna Îttîhat Terakkî re heta niha bi taybetî polîtîkayên hêzên kapîtalîst li ser herêmê re bû yek û şûnda li ser hîmê yek dewlet, yek millet, yek al, yek ziman heta roja îro anî û gihîşt asta faşîzmê. Hebûna xwe li ser qirkirin û tunekirina civakên din, gelên din daye avakirin. Her kes dizane ku li Rojhilata Navîn û Anatolyayê tiştekî bi nave Tirk tunebû. Hatiye çêkirin yanî çêkirî ye. Xwe li ser mîras û çanda gelan ava kir û heta roja me ya îro xwe anî. Ji bo ku karibe hebûna xwe berdewam bike divê hebûnên din qir bike, tine bike. Ev weke konsepteke ji avakirina Komarê û şûnde, Îttîhat Terakkî şûnde ket ser kar. Weke hikumetên şerê taybet wek proje hatine avakirin. Heta roja îro hatine. Ev konsepta ku dawiyê çêbû mirov nikare bibêje ev jî konsepteke wisa ye ku di 17’ê Nîsana 2022’an de dest pê kiriye.

Piştî berxwedaniya Xweseriyê şûnde AKP bi MHP’ê re li hev kirin. Esas tam ket xeta MHP’ê. Konseptek nû ava kirin. Ev konsepta nû ji bo çi ye? Di Rojhilata Navîn de guhartin û veguhartinên ku çêdibûn rewşa konjekturel ya ku heyî jî ve feyde bibîne. Ji bo ev tevlîheviyên ku çêdibin hem nakokiyên di navbera hêzên hegemonîk û sermeyader de nakokiyên ku hene, pevçûnên ku hene de sûdê jê bigire. Şer û pevçûn li gelek welatên Rojhilata Navîn çêbû. Destwerdanên hêzên hegemonîk yên Rojhilata Navîn çêbûn. Ev ji bo mudaxaleyê Kurdistanê bike wek firsendekê dît. Li ser vî esasî bixwaze astengiyên ku pêşiya xwe hene wan rake û bikaribe armancên xwe yên li ser Rojhilata Navîn ku bibe dewletek mezin a bi hêz. Dixwazin armancên xwe bikin pratîkê.

Çawa ku hêzên modernîteya kapîtalîst dema ku xwestin mudaxaleya Rojhilata Navîn bikin ji bo vî li pêşiya xwe Rêbertiya me, PKK asteng dîtin, xwestin bi dîlgirtina Rêbertiya me PKK tasfiye bikin û di 15’ê Sibata 1999’an de Komploya Navnetewî li dar xistin. Di esas de Komploya Navnetewî niha jî berdewam e. Niha jî em hikumeta AKP-MHP’ê weke komploya duyem pênase dikin. Komploya duyem çî ye? Komployeke ku ji Sûriyeyê dest pê kir û niha jî dixwazin li Iraqê biqedînin. Yanî li Başûr biqedînin. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bibe. Li pêşiya planên xwe PKK’ê wekî astengiyê dibînin û dixwazin PKK’ê ji holê rakin. Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên gelên Tirkiyeyê van êrîş û operasyonan nake. Bi temamî ev di xizmete plan û projeyên hêzên hegemonîk yên cîhanê de ye. Li ser vî esasî ji NATO’yê sûdê werdigire. Cesaret, çek, pere digire. Di herêmê de jî ji hikumeta Iraqê destek stend. Ji PDK’ê destek stend. Bi vî awayî ketiye nava hewildana konseptek nû. Niha jî êrîşî Heremên Parastinê yên Medyayê dikin.

Li Heremên Parastinê yên Medyayê, li Xakûrkê, Heftanînê û di vê dema dawî de li Avaşînê, dixwazin bi vî awayî li derdora Heremên Parastinê yên Medyayê bi cih bibin da ku êrişî navendê bikin.. Niha propagandaya Xakûrkê temam e, ya Heftanînê temam e, ya Avaşînê temam e û niha dor hatiye Zapê. Piştre ji Metîna, Garê, Qendîl. Konsept li ser vî esasî hatiye çêkirin. Çima ewqas êrîşê gerîla dike û dixwaze gerîla tine bike? Ji ber ku gerîla hêza bingehîn a PKK’ê ye. Heke gerîla bê tasfiyekirin wê PKK bê tasfiyekirin. Eger PKK bê tasfiye kirin wê hêviya gelê Rojhilata Navîn bişikê, wê hêviya gelê cîhane bişikê. PKK bi paradîgmaya xwe ya wekî projeya Neteweya Demokratîk di cîhanê de ye bûye hêza çareseriyê. Bi vî awayi dixwazin PKK’ê tasfiye bikin. PKK tasfiye bibe hêviya gelê Kurd, hêviya gelên bindest, hêviya gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî hêviya gelên Ereb wê bişikê. Cara yekemîn e ku gelê Ereb di derdora paradîgmaya Rêbertî de kom dibe û hewil dide xwe ji parçebûnê rizgar bike. Hewl dide xwe ji nokertiyê, koletiyê rizgar bike.

Konseptek giştî heye. Di vê konseptê de serî de Emerîka, NATO heye. Piştî ku NATO’yê got em ê balefirên F-16 bidin dewleta Tirkiyeyê, me nîqaş kiriye, ji ber çavan derbas kiriye, Erdogan biryar girt ku êrîşî Zap û Avaşînê bike. Di vê konseptê de Iraq jî heye. Iraq di destpêkê de heye. Ji bo ku Tirkiye bikaribe bi rihetî sînoran derbas bike, Iraqê hêzên xwe xistiye pişt wan. Dîsa ji bo ku êrîşî xaka Iraqê bike, Iraqê pê re peyman çêkiriye. Ev li ser çi esasî çêkiriye? Dibêjin em ê herêmeke tampon li ser sînor çêbikin. Esas mijar tenê heremek tampon nîne. Her kes di vî warî de di nav de ye. Dixwazin ji PKK’ê xilas bibin. Iraq jixwe ne di ferqa vê yekê de ye. Piştî PKK tasfiye bibe Iraq jî wê were dagirkirin. Armanca Osmanî ya li ser herêmê û welatên Ereb e. Bi taybet bi projeya Musûl û Kerkûkê, bi  projeya dest danîna çavkaniyên enerjiyê, Iraq ne di ferqa vê yeke de ye. Vê yekê fam nake. Bi taybet hikumeta Kazimî ne di ferqa vî tiştî de ye.

Hikumeta Kazimî bi peymana 9’ê Cotmehê ketiye nava vê konseptê. PDK jî di nava vê konseptê de ye. PDK ne îro di nava vê konseptê de ye. Ji roja ku PKK’ê dest bi şerê çekdarî kiriye û şûnde PDK ketiye konsepta li dijî PKK’ê.  

Di aliyê din de jî em dikarin bibêjin konseptek li hemberî Rûsyayê ye jî. Rûsya weke hêzeke hegemonîk ya cîhanê ye. Berjewendiyên xwe li Sûriyeyê hene. Ji bo ku Tirkiye bi wê re û Tirkiyeyê ji NATO’yê dûr bixe gelek tavîz jî dan. Lê Tirkiye di vê dema dawî de piştî şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê, li rewşê temaşe kir. Piştî temaşekirinê xwest siyaseta hevsengiyê bimeşîne. Lê em bala xwe bidinê ji sala 2011’an şûnde, mirov dikare bibêje ji sala 2013’an şûnde ku şoreşa Sûriye dest pê kiriye guhertin û veguhertin li Sûriyeyê çêdibin. Dewleta Tirkiyeyê di her firsendê de parçeyek ji axa Sûriyeyê dagir dike. Mesela berê Cerablûs, Bab dagir kir piştre Efrîn, Îdlîp, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Her dema ku Rûsyayê tawîz dida, Tirkiyeyê ev tişt dikir. Tirkiyeyê jî xwe wisa dida nîşandan ku, ew alîgirê Rûsyayê ye. Derbarê şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de daxuyanî neda. Ambargo danenî ser Rûsyayê. Lê niha destkeftiyên Rûsyayê li herêma derdora Behra Spî hene, Tirkiye dixwaze van deran dagir bike. Tirkiyeyê Sûriye dagir kir. Ji ber vê jî ev şer li ser konsepta esasê dagirkirinê ye. Dagirkirina Kurdistanê, dagirkirina Rojhilata Navin. Armanc destdanîna ser çavkaniyên enerjiyê ye û qirkirin û îmhakirina gelê Kurd e. Mîna ku çawa di dema dîzaynkirina herêma Rojhilata Navîn a berî sed salî de qirkirina Ermenan a fîzîkî pek anîn. Di 200 salên dawiyê de jî li ser Kurdan ji heman polîtîkaya qirkirina çandî û fîzîkî dihate meşandin. Di dema dîzaynkirina herêmê de careke din dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Dixwaze Kurdan careke din bêstatu bihêle. Ji bo wê jî li ber çavê dinya aleme êrîşî Heremên Parastinê yên Medyayê dike. Êrîşêî gerîla dike. Gazên kîmyewî bi kar tîne. Hemû teknîka NATO’yê bi kar tîne. Di esasê xwe de Tirkiye bi navê NATO’yê van tiştan dike. Qasî mirov ji dewleta Tirk hesap bixwaze di esas de mirov lazim e ji NATO’yê jî hesap bixwaze.

Di vî warî de niha her kes meraq dike. Her kes dibêje wê gerîla li hember dewleta Tirk çi bike? Gerîla bi rihekî qehremanî, fedaî di her warî de li ber xwe dide. Destanên qehremanî û rûmetê dinivîse. Gerîla ji pratîkên xwe yên derbasbûyî encam derxistiye. Li ser erdê li bin erdê wê çawa şer bike, gerîlayan ders ji van tiştan derxistiye. Gerîla xwe di warê teknîk de jî pêş xistiye. Gerîlayê ezmûneyeke 40 salî ye. Di her warî de gerîla di pêşengtiya YJA-STAR’ê de derbê li dijmin dide. Bêguman warê hêzê de hevsengî tune. Di her warî de teknîka pêşketî di destê dijmin de ye. Çekên kîmyewî û qedexe bi kar tîne. Hêza gerîla jî çêkên biçûk in, mobîl in, ferdî ne. Lê gerîla bûye hêzeke profesyonel. Li ser esasê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî xwe birêxistin kiriye.

Di vî şerî de rola hevalên jin yên weke YJA-STAR’ê weke hêza parastina jinan, pergala jinan, hebûna jinan, jiyana jinan di vî şerî de rol û mîsyona wê di profesyoneltiyê de hîn bêhtir derdikeve pêş. Ji ber şerê gerîlatî de dîsîplîn û hişyarî, hassasiyet li pêş e. Ev tişt di karakterê jinê de jî li pêş e. Hem hişyarî, him hessasiyet him jî hakimbûna di kitekitan de jin li pêş e. Jin zû bi erdnîgariyê re dibe yek. Li ser vî esasî avakirina pîvanên azadiyê de bi hevjiyana azad di gerîla de pêşengtiyê dike.

Qasî ku gerîla li çiyayên Kurdistanê rol û mîsyona xwe pêk tîne, divê gelê me jî êdî di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de di her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat de jiyana xwe rêxistin bike. Li her kolan, tax û bajarî de divê jiyanê li dewleta Tirk re bike jahr. Çawa ku dewleta Tirk li her çar parçeyên Kurdistan êrîşê me dike, bi ser de li Ewrûpayê jî me şehîd dixe wê demê mafê me yê xweparastinê û yê tolhildanê li her derê heye. Divê em li her derê wekî gelê Kurd û dostên wî li hemberî êrîşên dewleta Tirkiye rabin û şer bikin.

Dema derb li dewleta Tirk tê xistin, ev tişt hêz û moral dide gerîla. Heta niha giştî xwedîderketinek heye. Lê divê çalakiyên bi bandor werin kirin. Her ciwanên Kurd pêwîst e xwe wek gerîlayan hesap bike. Bifikire bibêje ez gerîlayek im, însiyatîf jî tev di destê min de ye. Ez îro dikarim kîjan darbeyê li dewleta Tirk bidim. Ez dikarim derbê li tûrîzma wê bixim, ez dikarim derbê li ekonomiya wê bixim, ez dikarim derbê li jiyana wê bixim. Ji bo ku vê berxwedana gerîla bi ser bikeve li hemberî wan êrîşên topyekun divê ku tekoşîn û berxwedan jî topyekun were kirin.

Tirkiye vê yekê ji bo xwe wekî şansa dawiyê dibîne. Eger di vî şerî de bi ser bikeve bêguman wê biçe hilbijartinan, hebûna xwe li ser desthilatdariyê wê dewam bike. Bi hikmeke faşîzane heta niha çawa meşandiye wê hê xiraptir bimeşîne. Eger bin bikeve jî wê hesap bide gelên Tirkiyeyê, gelên heremê. Ji bo vê erk û berpirsyariyên dikeve ser milê her kesê/î divê ku li berxwedan û tekoşînê xwedî derbikeve ku faşîzma AKP-MHP’ê îsal têk biçe.

Dewleta Tirk ku di êrişê de nekarî pêş bikeve, PDK gihîşt hawara wê. Vê carê ji heremên di bin kontrola PDK'ê de êrîş pek hat. Di vê êrişê de pozîsyona PDK çi ye? Partî, sazî, rêxistin, şexsiyet û gelê Kurd li dijî vê hevkariya PDK'ê divê xwediyê helwestek çawa bin?

Pêşmergeyên Kurdistanê di wextê xwe de şer kirine, şehîd dane, nirxên vî gelî ne. Di nav PDK’ê de jî kesên ku baş û welatparêz hene. Lê divê civaka Kurd vê PDK’ê baş nas bike. Hêja ye mirov li ser PDK’ê hinek lêkolînên dîrokî bike. Ev PDK çima hatiye avakirin? Li ku dere hatiye avakirin? Bi destê kê hatiye avakirin? Çima ev mala Barzanî her tim li ser vê PDK’ê ne? Çima PDK li derdora Mala Barzanî tê avakirin? Niha dibêjin hikumeta Herêma Kurdistanê esas tiştek bi navê Hikumeta Herêma Kurdistane nîne. Esas hikumeta mala Barzanî ye. Beşdarbûna partiyên din û YNK’ê, hebûna parlementoyê, ev tiştên şeklî ne. PDK’ê ragihandinek xwe çêkiriye pereyên dinyayê yen NATO’yê distîne, ji Hêzên Navneteweyî bigire, pereye petrola Hikumeta Kurdistanê distîne, ragihandinê bi kar tine, 24 saetan propagandaya demokrasiyê dike, li dijî PKK’ê antî propagandayê dike. Esas PDK di nava xwe de bi taybetî mala Barzanî diktatorên ku ji Seddam jî diktatortir in. Civaka Kurd divê vê rastiyê bizane û bibîne. Di bin serweriya wê malbatê de partiyek hatiye avakirin, weke projeyek Gladyo a îstîxbarata navnetewî ye û di xizmea sîstemê de ye. Erka wê jî ev e ji bo berjewendiyen pergala navnetewî a navendî ya hêzên şoreşger yên Kurdistanê tasfiye bike. Dema em li dîroka PDK’ê dinihêrin xiyanet li Rojhilat kirine, xiyanet li Bakur kirine, xiyanet li YNK’ê kirine, xiyanet li Kurdên Başûr kirine. Herî dawîn xiyanet li PKK’ê kirine.  

Me ji mezinekî Şengalê re agahiyek stend, PDK’ê ji wan re gotiye hûn dev ji Êzdayetiyê berdin, werin bibin Sunnî, hûn çi bixwazin em ê bidin we û em ê alîkariya we bikin. Yanî mezhepparêziyê dike, dînparêziyê dike, nijadperestiyê dike. Dixwaze Êzidî dev ji dînê xwe û Şengalê berdin. Dixwazin Şengal were valakirin. Pê re jî dixwazin Êzidî û Ereban li ser hîmê mezhepparêziyê bînin hemberî hev. Bi hevdu bidin kuştin. Iraq heta niha mehçûb bû li hemberi Şengaliyan. Ji ber ku ew neparastin. Rûyê PDK’ê tuneye ji ber ku Şengal berda û çû. Jinên Êzidiyan ketin destê DAÎŞ’ê û hatin firotin. Rûyê wan naşewite. Li Iraq hinekî li ber xwe dikeve. Piçek rûmeta Îslamê di wan d eheye. Kerameta Îslamê di wan de heye. Li ber xwe dikevin ku Êzidî neparastine. Lê îlleh dixwazin Êzidî û Ereban bînin hemberî hev. Rola vî tiştî dilîzin, ya din jî propagandaya koçberiyê dike. Ji bo PDK’ê ya girîng ev mesele ye. Çawa millet ji Şengalê bi rê dikeve û tê Duhokê kampan. Propagandayê dike. Ew der ne ewle ye. Armanca PDK’ê ev e Şengal vala bibe û piştre di hilbijartinan de jî dengê wan bi kar bîne.

Di wê konseptê de li dijî gerîla cih digire. Çi dike? Cihê dewleta Tirkiye nikare biçe, jê re rê vedike. Cilê pêşmergeyan li leşkeran dike û wan dişîne. Dewleta Tirk nikare biçe cenazeyên xwe bîne, PDK diçe cenazeyên leşkeran tîne. Dema xwarina artêşa Tirk a dagirker diqede, PDK diçe ji wan re xwarinan tîne. Tişta ji bo wan hêsan bdike. Divê gelê Kurdistanê bi vî tiştî bizanibe ku PDK di nav vê konseptê de yeû dixwaze li Zapê gerîlayan têk bibe. PDK wer  bawer dike, heke PKK li Kurdistanê were tasfiyekirin wê Kurdistan tev ji malbata Barzanî re bimîne. Ev tişt çîrok in. Kesên ku xiyanet li gelê xwe kirine, Tirkşiyeyê tu carî ew kes efû nekiriye. Tirkiye wê wan jî biqedîne. Ev tişt zelal û net e. Civaka me divê vê rastiyê bizanibin. Divê gelê me yê welatparêz bi vî tiştî bizanibin.

Ji bo êrîşên deshilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bên sekinandin divê gelê Kurd û dostên gelê Kurd têkoşîneke çawa bimeşîne? Li kêleka gerîlayên azadiya Kurdistanê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de divê xwedî sekneke çawa bin?

Ev şer şerê hebûn û tinebûne ye. Îsal pir girîng e. Em çima dibejin îsal girîng e. Dewleta Tirkiyeyê jî vî şerî ji bo xwe wekî şerê dawiyê dibîne. Em jî wekî şerê dawiyê dibînin. Ji ber ku AKP’ê plana xwe li gorî sala 2023’an danîbû. Ji ber ku sala 2023’an salvegera Lozanê ye. Di salvegera Lozanê de careke din dixwazin Kurd bê statu bimînin û dixwazin desthilatdariya Tirkiyeyê qezenc bike. Dixwazin xwe wekî Mistefa Kemalê duyem û paşayê Osmaniyan îlan bike. Rol û misyonek wisa dane ber xwe. Xeyalên Osmaniyan yên ku pêk nehatine, Erdogan dixwaze pêk bîne. Ji ber vê siyaseta berfirehkirinê didin meşandin. Ji bo ku vî tiştî bike jî Kurdan û PKK’ê li pêşiya xwe wekî astengiyê dibîne. Dixwaze îsal PKK’ê tine bike û di sala 2023’an de di hilbijartinan de dîsa bibe desthilatdar û xeyalên xwe pêk bîne.

Me AKP xistiye nav rewşeke gelekî giran. Di her warî de li ser AKP’ê zext heye. Di civaka Tirkiyeyê de li ser AKP’ê zexteke mezin heye. Di qada navneteweyî de civaka Ereban jî ji AKP’ê ne razî ne û civaka Ereb bertekan nîşan dide. AKP tengav bûye û li Zapê em ê derba mirinê li AKP’ê bixin. Ji bo ku derbeya mirinê li AKP’ê were xistin, divê artêşa wan a ku hatiye Zapê divê bizanibe ku vegera wan divê tunebe. Çawa nikare vegere? Li her dera Kurdistanê, li Botan, Amed, Serhed, Mêrdîn û heta Dêrsimê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de her ciwanek xwe wekî gerîlayan bibîne, her malbatek hesab bike ku kurên wan li Zapê wekî gerîlayan şer dikin û di bin bomberdûmanê de li ber xwe didin. Ciwan û malbat bikaribin li ku derê be jî xisarê bidin dewleta Tirk. Her kes jiyana xwe li gorî şer rêxistin bike. Erka yekemîn dikeve ser milê gelê me yê Bradost û Başûrê Kurdistanê. Em dizanin gelê me yê Behdînanê gelekî welatparêz û fedaî ye. Ji polîtîkayên PDK’ê aciz in. Ji bo vê jî divê xwedî li erk û berpirsyariya xwe derkevin. Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê û yên li her çar parçeyên Kurdistanê divê xwedî li têkoşîna gerîla derkevin. Divê her kes karibe li cihê xwe jî şer bike. Şerê xwe yê li hemberî dewleta Tirk mezin û berfirehtir bike. Divê ji bo azadiya Kurdistanê dilê wan lê bide. Heke di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de berpirsyariyên xwe bih cih bînin wê teqez gerîla bi ser bikeve. Em ê bikaribin hevalên xwe yên zindanan yên ku bi salan in li ber xwe didin azad bikin. Em ê bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin. Em ê bikaribin herêmên hatine dagirkirin rizgar bikin.Em bi bê baweriyê careke din ji bo berxwedana gerîla serkeftinê dixwazin. Em berxwedana li zindanan a ku bi pêşengtiya Rêber Apo tê kirin, silav dikin. Em careke din berxwedana gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û ya li tevahiya dinyayê silav dikin.