Engîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer di salvegera 1’emîn a şehîdbûna Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Qasim Engîn (Ismaîl Nazlikul) de li ser gora wî, ew bibîr anî.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Qasim Engîn (Ismaîl Nazlikul) ê bi qasî 30 sal ji bo doza azadiya gelê Kurd têkoşîn kir, 27’ê Gulana 2020’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşeke esmanî de şehîd bûbû, di salevgera yekemîn a şehîdbûna xwe de tê rengên cuda tê bibîranîn.

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer di salvegera 1’emîn de Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn li Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr bi merasîmekê Engîn li ser gora wî, ew bibîr anî.

Ciwan ji bo Engîn bibîr bînin, ji Kerkûk, Silêman, Helebce, Germiyan û Raperîn tevlî merasîmê bûn. Li Şehîdgehê destpêkê bi deqeyek rêzgirtin merasîmek hate kirin. Di merasîmê de dirûşmên ‘Şehîd Qasim Engîn Namire’ û ‘Bijî Berxwedana Zap, Metîna û Avaşîn’ qîr kirin.

Ciwanan serdana gora Şehîd Qasim Engîn û hemû şehîdan kirin.

Li Şehîdgehê li ser têkoşîn û berxwedana Engîn hevalê wî Hozan Dahalo axivî û got: “Şehîd Qasim Engîn li gel kadroyeke pêşeng ê PKK’ê nivîskarek bihêz ê gelê Kurd bû. Di têkoşîna xwe ya gerîlatî de li gel çekê, xwedî pênûseke bihêz û lêkolînerekî dîrokî, îdeolojî hebû û xwedî pirtûk bû.”

Di dewama merasîmê de Newroz Soran helbesteke ya Helbestvanê Mezin ê Kurd Ebdullah Pêşewa ya ‘Hûnê me qir bikin’ a  Şehîd Qasim Engîn wergerabû Kurmancî pêşkêş kir.