Endamên MÎT'ê, weke parêzeran diçin serdana girtiyan

Endamên MÎT'ê, ku bi kincên parêzeran çûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê, bi girtiyan re axivîn û bi gotina 'eger agahiyan bidin, wê ji girtîgehê derkevin' sîxurî li ser wan ferz kirin.

Li girtîgehan ku bi binpêkirina mafên mirovan her di rojevê de ne, rewşeke din a sosret rû da. Girtiyên ku di dema dawî de belasebep dîl hatine girtin, bi zanebûn li hucreyan tên bicihkirin, li derveyî îradeya wan li odeyên cuda tên bicihkirin û bi vî rengî hewl tê dayin, ku vîna wan bê şikandin. Li girtîgehên bi tîpa E û D ên Amedê, endamên îstîxbarata Tirk (MÎT) Û polîs, kincê parêzeran li xwe dikin, diçin hundirê girtîgehê û sîxuriyê li ser girtiyên siyasî ferz dikin.

ENDAMÊ MÎT'Ê SÎXURIYÊ FERZ DIKIN

Derket holê, ku endamên MÎT'ê yên di dema dawî de çûne li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi girtiyên siyasî re weke parêzeran rûniştine, ji wan re gotine, "Malbata te ez şand. Ez ê parêzeriya te bikim. Tu dikare der barê xwe û qewîşa lê dimîne agahiyan bide min? Tu ciwanî, heyfa te ye. Ne heq e ku tu li vir bimîne. Nav bide min, bila jiyana te rizgar bibe. Eger tu bi ya min bike, ez ê te yekser ji girtîgehê derxînim."

PIŞTÎ KU TIŞTEK BI DEST NEXISTIN, VÊ CARÊ BERÊ XWE DAN MALBATAN

Ev karê hevpar ê MÎT'ê û rêveberiya girtîgehê, ji aliyê malbatên girtiyan ve hate kifşkirin. Li gorî agahiyên ku me ji malbatên çend roj berê çûn hevdîtinê girtin, polîs û endamên MÎT'ê bi navê parêzeran timî serdana girtiyan dikin. Bi şertê ku nav û agahiyan li ser berpirsyarên li girtîgehê bidin, ji wan re dibêjin ku wê karibin derkevin. Endamên MÎT'ê, ku bi navê malbatan diçin serdana girtiyan, piştî ku encamek ji girtiyan bi dest nexistin, vê carê di ser malbatan re dest bi gefxwarinê kirin.

Xizmên girtiyan dibêjin, ku ew ji ber vê rewşê bi fikar in û ewlekariya jiyanê ya zarokên wan ên li girtîgehê nîne.