Endamên Şaxa KESK’ê ya Şirnexê çûn serdana malbata Şenyaşar

Endamên Şaxa Platforma Şaxên KESK’ê ya Şirnexê çûn serdana malbata Şenyaşar û gotin “Em hatine ruhê berxwedanê yê Botanê bînin vir.”

Endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK’a Şirnexê çûn serdana Malbata Şenyaşar  a ku 170 roj in li ber Dadgeha Rihayê di nobeta “edaletê” de ne. Emîne û Ferît Şenyaşar endamên platformê bi dowizan pêşwazî kirin. Berdevkê Platformê Ûmût Çîmen axivî û destnîşan kir ku ew ji bo piştevaniya malbatê hatine û divê kujer hesab bidin. Çîmen got “Em hatine ruhê berxwedan û hevgirtinê yê gelê Botanê bînin vir.”

Hevseroka Şaxa Egîtîm-Senê ya Şirnexê Serap Ok jî diyar kir ku ew bi malbata Şenyaşar re ne û ew dixwazin di her qadê de edalet pêk were.

Dema ku wesayîta Serdozgerê Komarê ji avahiyê dadgehê derket, Ferît Şenyaşar bertek nîşanî wî da û got “Heke tu nikarî edaletê pêk bînî, îstîfa bike.”