Endamên ÎHD’ê tevlî nobeta Malbata Şenyaşar bûn
Endamên ÎHD’ê ya Rihayê jî tevlî Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar bûn. Emîne Şenyaşar bang li raya giştî kir ku xwedî li çalakiya wan derkevin.
Endamên ÎHD’ê ya Rihayê jî tevlî Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar bûn. Emîne Şenyaşar bang li raya giştî kir ku xwedî li çalakiya wan derkevin.
Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja 532'an de ye. Malbat serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber edliyeyê.
Malbata Şenyaşar ku ji 8’ê Tebaxê û vir ve ji aliyê polîsan ve li ber siya edliyeyê rûniştina wan tê qedexekirin, îro bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê re li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Malbat wê îro bi endamên komeleyê re nobeta xwe bidomîne.
Hevserokê ÎHD a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa got: “Em ê daxwazên malbatê dubare, dubare bînin ziman. Heta ku kesên ku li hemberê me û edeletê ker in, vê qerîn û vî dengî bibihîzin.
Vefa anî ziman ku malbat tevî astengiyên polîsan nobeta xwe didomîna û wih got: “532 roj in daxwazek ya vê malbatê heye, lê li hember vê daxwazê tu bersiv ne hatiye dayîn. Li ber çavên erkdarên dewletê komkujiyek pêk hat. Malbata Şenyaşar di wê qetlîamê de hat tunekirin. Ev komkujî li pêşberê kamerayan, walî û midûrê polîsan pêk hat. Ev 4 sal in di vê dosyayê de tu pêşketin çênebûye. Dewlet bi vê dosyayê re careke din nîşan da ku ne li ba bindestan e, li dijî wan in.”
Vefa diyar kir ku kesên ji bo piştgiriyê çûn serdana malbatê ji aliyê polîsan ve rastî tacîzê hatin û wiha dewam kir: “Hewl didin mirovan bi tirs û zordestiyê bisekînînin. Daxwaza malbatê daxwaza me hemûyan in û di rastiyê de Emîne Şenyaşar bûye zimanê me hemûyan. Îro xwest here ber derê Edliyeya Rihayê, lê bi her curê astengiyan re rû bi rû ma. Malbat dixwaze ji bo çareseriya vê pirsgirekê li ber derê edliyeyê rûne. Dirêjbûna vê nobetê nîşan dide ku edelet çiqas dûr e. Ger hûn nikaribin edeletê pêkbînin qenebe bihêlin mirov dengê xwe derxin.”
DAYÎK ŞENYAŞAR: PIŞTGIRIYÊ BIDIN ME
Emîne Şenyaşar ku bênavber Nobeta Edeletê didomîne destnîşan kir ku ew 532 roj in nobeta xwe didomînin û ji bo piştgiriyê bang li raya giştî kir û wiha got: “Em li vê derê zilmê dibînin. Piştgirî bidin me. Bila her kes ji yekê re bibêje, piştgiriyê bidin me.”