Endamê PM ê HDP’ê Keser hate girtin
Endamê PM ê HDP’ê Firat Keser ê di çarçoveya lêpirsîna derbarê wî de hatibû vekirin, çû edliyeyê hate girtin.
Endamê PM ê HDP’ê Firat Keser ê di çarçoveya lêpirsîna derbarê wî de hatibû vekirin, çû edliyeyê hate girtin.
Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Firat Keser, di çarçoveya lêpirsîneke bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" de ku di sala 2011'an de derbarê wî de hatibû destpêkirin, ji bo îfadeyê çû Edliyeya Wanê.
Keser bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Aydinê. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir.
Dadgehê jî bi heman îdiayê Keser girt û ew şand girtîgehê.