Encax yekîtiya Kurdan dikare birînan derman bike

Welatiyên binarê Qendîlê li ser raperîna gelê Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re axivîn û rejîma Îranê şermezar kirin.

Welatiyên binarê Qendîlê têkildarî raperîna gelê Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku yekgirtî girîng e û tenê Yekîtiya Kurdan dikare birînan derman bike.

Yek ji şêniyê binarê Qendîlê, Hesen Mecîd Hemîd anî ziman ku ew hovîtiya ku rejîma Îran li ser gelê Rojhilat û Kolberan dimeşîne qebûl nakin û şermezar dikin.

‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’

Hesen Mecîd Hemîd da zanîn ku ew bi her awayî piştgiriyê didin gelê Rojhilatê Kurdistanê û wiha pêde çû; “Em piştevaniya xwe ji bo xelkê Rojhilatê Kurdistan û wan kolberan dikin ku rejîma Îranê zordariyê li ser wan dike. Rejîma Îranê tu derfet nehiştiye ku ew kar bikin û ew jî di nava wê berf û baranê de kolberiyê dikin, lê rejîma Îranê vêya jî qebûl nake. Ez helwesta rejîma Îranê şermezar dikim. Em Kurd hemû piştgiriya vê raperîna li Banê, Sinê, Merîwan û hemû Rojhilatê Kurdistanê dikin. Qetilkirina kolberan karekî terorîstî ye, em vê zilmê qebûl nakin.”

‘BANG LI GELÊ KURD DIKIM KU PIŞTGIRIYÊ BIDE VÊ RAPERÎNÊ’

Jina ciwan a bi navê Lavan Mihemed jî helwesta xwe wiha anî ziman; “Di serî de silavên xwe ji bo Rojhilatê Kurdistan dişînim. Ez vê êrîşa hovane ku li ser gele mê hatiye kirin û tê kirin şermezar dikim. Piştgiriya xwe ji bo wê raperîne didim. Ji ber ku hîn zedetir zextên wiha li ser gele me neyê pewîst e gelê me bi awayekî yekgirtî tevbigere. Bi bonêya vêya, ez bang li hemû Kurdan dikim ku piştgiriya xwe ji bo vê raperîne bikin. Niha xebateke yekîtiya netewî bi rê vê diçe, ez hevîdar im hemû alî û gelê Kurd bi rihekî berpirsyarî ji bona vê xebatê tevbigerin. Ji ber ku encax bi vî rengî em dikarin birînên xwe derman bikin.”

‘ÎRAN XWE WEK MISILMAN BI NAV DIKE LÊ MIROVÊN MISILMAN DIKUJE’

Şêniyê Binarê Qendîl a bi navê Sewêdîn Xidir da zanîn ku rejîma Îran xwe weke Misilman bi nav dike lê mirovên Misilman dikuje û wiha domand;  “Ez rejîma Îranê şermezar dikim. Ji ber ku kolberan her tim dikuje. Her alî, her dewleta ku li dijî feqîran be û wan bikuje, ez dibêjim ew ne misilman in. Ev kolber karê xwe dikin lê Îran wan dikuje. Rejîma Îranê xwe weke Misilman dihesibîne lê ew mirovên misilman dikuje. Misilman tu carî misilmanan nakujin. Lê rejîma Îranê ne tenê li ser sînoran gele Kurd dikuje, belkî her roj wan digire û li sêdaran dide. Ew raperîna ku îro Rojhilat çêdibe ez bi hemû awayî, bi can û dil piştgiriya wan dikim. Niha pêwistî bi yekîtiyeke neteweyî heye. Bi vî rengî em piştgiriyê bidin gelê Rojhilat.”

‘HOVITIYA ÎRANÊ YA LI SER KOLBERAN ŞERMEZAR DIKIM’

Jina ciwan Zûleyxa Mihemed jî piştgiriya xwe wiha danî holê; “Di serî de ez silavên xwe ji Rojhilatê Kurdistan û taybetî jî li Banê dikim û ew hovîtiya rejîma Îranê ya li ser kolberan şermezar dikim. Hevîdar im her Kurdê ku li her derê cîhanê dijîn, helwesta xwe ya li dijî kiryarên hovane ya Îranê diyar bike.”