Emîne Şenyaşar li ber zilma dewleta Tirk rabû

Emîne Şenyaşar ku tevî kurê xwe ji bo edaletê li ber xwe dide, li ber zilma dewleta Tirk rabû.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji alilyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobeda edaletê dewam dike. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 88'an de ye. Malbata Şenyaşar serê sibehê hat ber avahiya edliyeyê û dest bi çalakiya nobedê kir.

Piştî demekê jî ji bo daxwaznameyê bide Serdozgeriya Komarê kete nava avahiya edliyeyê. Malbata Şenyaşar ku ji bo doz têkildarî komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dest pê bike û dozgerî li hemberî 23 kesên hatine tespîtkirin bikeve nava liv û tevgerê heta niha gelek caran daxwazname da dozgeriyê. Îro jî xwest bi Serdozgeriya Komarê re hevdîtinê bikin, lê belê careke din daxwaza wan hate redkirin.

Emîne Şenyaşar li ser vê yekê derket hewşa edliyeyê û ji ser hişê xwe çû. Her wiha destûr nehate dayin ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê dîmenê malbata Şenyaşar bikişîne. Piştre jî dayik û kurê wê ji hewşa edliyeyê hatin derxistin û ew jî çûn qada înşaatê ya avahiya edliyeyê.

Emîne Şenyaşar bi destê xwe erd kola û li edaletê geriya. Emîne Şenyaşar got, "Ka Celalê min, ka Adilê min. Dibe ku edalet di binê vî erdî de be, ez ê bikolim û derxînim."

Bi navê malbata Şenyaşar li ser hesabên medya dîjîtal ev peyam parve kir: "Li Qesra Edaletê ya Rihayê maf, hiqûq û edalet ancax ewqasî dikare bê binpêkirin. rayedarên ku pîvana 'Tirkiye dewleteke hiqûqê ye' diparêzin, bila bên vê derê. Li vê derê bi destê dadgeriyê zilm tê kirin."