Emîne Şenyaşar: Bila kulîlka wan jî hişk bibe!

Emîne Şenyaşar a ku malbata wê hatibû kuştin got “ Wan kulîlkên me hişk kirin, hêvîdar im kulîlka wan jî hişk bibe.”

Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 79’an de didome. Ji ber axaftina bi telefonê a bi kurê xwe Fadil Şenyaşar ê ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di odeya yekkesî de ye, malbatê îro dereng dest bi çalakiya nobetê kir. Piştî axaftina bi telefonê malbat hat pêşiya dadgehê û çalakiya xwe ya nobetê domand.

‘KUJERÊN MALBATA MIN LI DERVE JI XWE RE DIGERIN’

Emîne Şenyaşar got “Kurê min di odeyeke yekkesî de girtî ye? Wê karibe çi bibêje? Ji min re dibêje ‘Dayê ez ji bo te li ber xwe didim’ Malbata min kuştin. Wan kulîlkên me hişk kirin, hêvîdar im kulîlka wan jî hişk bibe. Kurê min di girtîgehê de ye, kujerên malbata min ji xwe re li derve digerin. Mala min xera kirin.”

HEYETA HDP’Ê ÇÛ SERDANÊ

Hevşaredarên Stewrê yên HDP’ê Gulistan Oncu û Mahsûm Denktaş ên ku peywira wan hatibû desteserkirin û rêveberên HDP’a Artûklûya Mêrdînê jî nav de heyetek hat serdana malbatê. Hevserokê HDP’a Stewrê Selahattîn Onder diyar kir wê heta dawiyê bi malbatê re bin.

Gulistan Oncu jî diyar kir ku ev tişta tê kirin temsilîyeta bêedaletiyê ye û got “Dibe ku îro hindik kes li vir in lê bi milyonan kes îro bi malbata Şenyaşar re ne. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna malbatê.” Heyetê piştre bi malbatê re nobet girt.

Parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar kuştibûn.