'Em ji bo Rêberê xwe di nava tevgerê de ne'

Gerîlayên YJA Starê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Çalakiyên me yên li dijî tecrîdê wê dewam bikin."

Gerîlayên YJA Starê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Em vê tecrîdê qebûl nakin. Çalakiyên me yên li dijî tecrîdê wê dewam bikin."

'RÊBERÊ ME, HEBÛNA ME YE'

HAVÎN BÊRÎTAN: Sala 2015'an sleke ku êrîşên li dijî Rêberê me û komkujiyên li gelê Kurd dihatin kirin, gelekî giran bûbû. Dewleta Tirk a faşîst ji bo gelê Kurd û Rêberê me tine bike, bi rengekî dijwar êrîş dike. Weke jineke Kurd min jî ev qebûl nekir û biryar da tevlî nava refên PKK'ê bibim.

Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêberê me dibe. Têkoşîna me wê her tim li ser vê bingehê be. Weke gerîlayeke YJA Starê, hem ji bo bersivê bidim êrîş û hovîtiya dewleta Tirk, bi hemû hêza xwe tevlî pêvajoyê dibim. Bang li ciwanên Kurd ên li çar parçeyan dikim. Eger hûn dixwazin gelê me û Rêberê me azad bibe, tevlî nava refên gerîla bibin. Bi rastî jî têkoşîn li nava refên gerîla tê dayîn. Eger em dixwazin sala 2017'an bibe sala serketinê ya Rêberê me û gelê Kurd, lazim e em hemû têkoşin.

'RÊBERTÎ ŞENSEKE JI BO MIROVAHIYÊ'

BÊRÎTAN GERNAS: Bersiva herî mezin a ji bo nirxên ji destê gelê Kurd hatine girtin, tevlîbûn bû. Bi şer û têkoşînê ancax em dikarin nirxên xwe bi dest bixin. Haya min ji vê hebû û di sala 2013'an de tevlî nava refên PKK'ê bûm. Ji hingî ve di nava têkoşîneke xurt de me. Di kesayetiya xwe de min gelek guhertin çêkir. Min ev yek bi PKK'ê kir. Zexteke giran li ser Rêberê me heye. Rêberê me ne tenê Rêberê gelê Kurd e yê tevahiya gelên cîhanê ye. Felsefe û îdeolojiya wî bersivê dide hemû gelan. Bi dîtina min Rêberê me şenseke ji bo mirovahiyê.

Plan li dijî Rêberê me tê kirin, ev rewş ne ya qebûlkirinê ye. Bersiva herî mezin a li van planên dewleta Tirk, tevlîbûna li nava gerîla ye. Bi vê têgihiştinê tevlî nava jiyana PKK'ê dibim. Bersiva me ya herî mezin jî wê çalakiyên me be. Ez bawerim, divê gelê Kurd û hemû gelên din li pêşberî vê bêdeng nemînin. Her wiha divê ciwan bi berpirsyariya xwe rabin. Eger em naxwazin li pêşberî dîrokê hesab bidin, divê em erka xwe bi cih bînin."