‘Em ê li dijî komkujiyên diqewimin bêdeng nemînin‘

Bi pêşengiya MED TUHAD-FED û TUHAY-DER’ê de derbarê komkujiyên li girtîgehan daxuyanî hate dayîn û hate gotin: “Em ê li dijî komkujiyên diqewimin bêdeng nemînin.”

Di pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê têkildarî komkujiyên li girtîgehan diqewimin li ser Cadeya Lîseyê daxuyanî hate dayîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya 78’an, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

‘DI SALEKE DAWÎ DE 48 GIRTÎ HATIN QETILKIRIN‘

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran ê beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku di demên dawî de li girtîgehan komkujî diqewimin û got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetî li ser girtiyên siyasî polîtîkayên komkujiyê tên meşandin. Di saleke dawî de 48 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujî ji ber faşîzma AKP’ê û MHP’ê û hevkarên wan e.”

‘JI BO GEL BIXAPÎNIN…’

Baran, qala gotinên Wêzîrê Dadê Bekîr Bozdag ên duh ên “Em girtiyên nexweş dixin rojeva xwe” kir û wiha berdewam kir: “Li dijî hemû komkujiyên heta îro li girtîgehan qewimîn, hikûmet ji bo gel bixapîne derewên wisa dike. Kesên li Dîlokê 57 kes qetil kirin çima hatin berdan? Kesên weke kontra di salên 1990’an de gelê kurd qetil kirin çima hatin berdan? Çevîk Bîr bi kîjan armancê hate berdan û Aysel Tûglûk tevî ku nexweş e jî çima nehate berdan?

‘GIRTIYÊN NEXWEŞÊN GIRAN NAYÊN DERMANKIRIN‘

Baran diyar kir ku bi taybetî girtiyên nexweşên girna nayên dermankirin, li girtîgehan pêketina vîrûsên vîrûsa koronayê zêde bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiyên ku testa wan a vîrûsê pozîtîk derdikevin û girtiyên din çima li cihekê tên rawestandin? Wan berdin bila li malên xwe bên dermankirin. Em encax bi vî awayî dikarin bawerî bi gotinên web ikin. Bi hezaran kes bi awayekî dijhiqûqî ji aliye dadgehên ku bûne noterên AKP’ê ve hatin girtin. Van girtiyan demildest berdin.”

‘JI GIRTÎGEHAN RE BIBIN DENG’

Baran bi gotina “dema hilbijartin nêzîk dibe dostên Kurdan pir dibin” bang li muxalefetê kir û wiha axivî: “Sibê kî were serî nêzîkatî wisa be Kurd dê dîsa di girtîgehan de bin. Bi hezaran girtî di girtîgehan de ne. Ji bo van hûn çi dibêjin? Girtiyên nexweş di girtîgehan de ne ji bo efûya giştî hûn çi dibêjin, derkevin ka hûn ê çawa çareser bikin bînin ziman.”

Baran herî dawî bang li gelê Kurd kir ku li ku derê cîhanê bibin bila bibin divê ji girtîgehan û girtiyên nexweş re deng derxînin û ev bang kir.

‘DARAZ BÛYE NOTERA DESTHILATÊ’

Piştî axaftina Baran, Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz metnê daxuyaniyê xwend û wiha got: “Tecrîda ku 23 sal in Birêz Abdûllah Ocalan pê re rûbirû dimîne bandora xwe li her aliyê civakê kiriye. Cihê ku herî zêde qeyran lê heyî girtîgehên ku bi destê notere desthilatê darazê ve hatine tejî kirinin. ”

‘GIRTÎGEH BÛNE NAVENDÊN DARVEKIRINÊ YÊN FÎÎLÎ’

Gunduz diyar kir ku girtîgeh bûne navendên ku cezayên darvekirinê bi awayekî fîîlî lê tên sepandin û wiha berdewam kir: “Girtîgeh bi pêkanînên keyfî, hincetên kovîd û OHAL’ê bûne navenda êşkence xaneyan. Hewldaneke zêde tê nişandan ku girtiyên înfazên xwe temam kirine ji aliye lijneyên çavdêrî û idareye ve bi hinceta şewitandina înfazan ji girtîgehan sax neyên derketin.”

‘MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN NE MIRINÊN XWEZAYÎ NE’

Gunduz, axaftina xwe wiha domand: “43 cenazeyên di 8 mehin ewil ên sala 2022’yan de derketin, îşkenceya li girtîgehan diqewime raxist li ber çavan. Di encama polîtîkayên dijminane yên li girtîgehan tên birêvebirin de di nava hefteyekê de girtiyên nexweş Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz jiyana xwe ji dest dan. Ev yek jî êşkenceya li girtîgehan dide nîşandan. Tu mirinên li girtîgehan diqewimin ne bi xwezayî ne. Berpirsyarên van mirinan wê li pêş hiqûqê zû an dereng hesabê bidin.”

‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’

Gunduz destnîşan kir ku divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah 23 sal in tê meşandin bê bidawîkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê em careke din ji vir dibêjin divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û ji mafên xwe yên bingehîn ên weke hevdîtina malbat û parêzeran û axaftina bi telefonê sûdê bigire. Divê di serî de Wezareta Dadê hemû saziyên têkildar binpêkirinên mafan paşguh nekin. Divê qanûna înfazê demildest bên guhertin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan an jî înfazên wan bên taloqkirin. Divê girtî demildest ji mafên xwe yên bingehîn ên weke çandî, civakî, tenduristiyê sûdê bigirin. Kesên heta niha bûne sedemê mirovên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin, divê beyî ku li peywî, berpirsyartî û rutbeya wan were nêrîn hesab ji wan bê pirsîn.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Li hundir li derve tecrîdê bişikîne”  û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.