'Em ê dijminê poşman bikin ku hatiye Kurdistanê'

Gerîlayên HPG'ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê axivîn û got, "Em ê dijmin poşman bikin ku hatiye Kurdistanê."

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Gerîlayên HPG'ê jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bersivê didin êrişan. Gerîlayên HPG'ê Dilgêş Başkale û Akîf Arîn li ser Pêngava Bazên Zagrosê axivîn.

Gerîlayê HPG'ê Dilgêş Başkale anî ziman ku bi Pêngava Bazên Zagrosê ew dixwazin derbê li dewleta Tirk bixin û got, "Bi vê pêngavê em dixwazin dijmin poşman bikin ku hatiye Kurdistanê. Heval hemû giraniyê didin ser vê yekê. Ez di wê baweriyê de me ku di encama vê yekê de em ê derbên mezin li dijmin bixin."

Gerîlayê HPG'ê Akîf Arîn jî destnîşan kir ku armanca wan têkbirina dijmin li Zapê ye û got, "Hevalên li çeperên berxwedanê ne, hemûyan silav dikim. Şerê îsal ê navbera me û dijmin wê bibe fînal. Bi navê gerîlayên Kurdistanê me ê bersivê bidin bendewariyên xelkê xwe.Em ê dawî li tecrîda giran a li Îmraliyê bînin û bi Rêberê xwe re jiyana azad ava bikin."