'Em ê dijminê dagirker têk bibin'

Gerîlayê HPG'ê Azad Şevger ê Elman û gerîlaya YJA Starê Evîndar Kurdistan gotin, dewleta Tirk bi her cûre çekên kîmyewî êriş dike û destnîşan kirin, ku çi dibe bila bibe ew ê dijmin têk bibin.

Gerîlayê HPG'ê Azad Şevger ê Elman û gerîlaya YJA Starê Evîndar Kurdistan têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Evîndar Kurdistan bi wesîleya salvegera şehîdên meha Gulanê, di şexsê Hakî Karer û Hozan Mizgîn de şehîdên şoreşê bi bîr anî û diyar kir ku ew di xeta şehîdan de li ber xwe didin.

Evîndar Kurdistan anî ziman ku ew ê ti carî serî li ber êrişên dewleta Tirk netewînin û got, "Dewleta Tirk bi her cûreyî êrişan dike, çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Zarokên vî gelî bi awayekî hovane qetil dike. Lê çi bikin bila bikin, nikarin ne gerîla û ne jî gelê Kurd tune bikin. Li ser vê bingehê em ê sala 2022'an bikin sala serketinê. Çawa ku hevalên me li Zapê Skorsky xistin, em ê bi vî rengî dijminê dagirker jî têk bibin. Ev sal wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd."

Gelek sosyalîstên enternasyonal bi bandora paradîgmaya PKK'ê ya azadiya azadîparêziya jinê û ekolojîk demokratîk tevlî nava refên gerîla dibin. Yek ji van gerîlayan Azad Şevger ê Elman e. Azad Şevger ê ku gelekî zû hînî jiyanê çiyayên Kurdistanê bû û di demek kin de fêrî Kurdî bû, bi Kurdî û Elmanî xîtabî hemû ciwanan kir û banga "Werin cenga azadiyê" kir.