'Em ê bajarê xwe ji destê qeyûman derxin'

Ciwanên Amedê diyar kirin ku qeyûmên hatine tayînkirin ji derveyî nerêlitî û talankariyê tiştek ji Amedê re nekirine û gotin, em ê di 31’ê Adarê de qeyûman ji bajarên xwe derxin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), namzetên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê diyar kirin û di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmê de li gelek bajar û navçeyan namzetên xwe bi gel dan nasîn. Ciwanên Amedê têkildarî hilbijartinên herêmê ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku dê di 31’ê Adarê de bajarê xwe ji deste qeyûman derxinin.

‘EM Ê QEYÛMAN JI BAJARÊ XWE DERXÎNIN’

Arya Çelîk: “Em ê bajarê xwe ji qeyûman û qirêjiyan wan derxin. Qeyûm ji derveyî nerêlitî û derewan ji bo Amedê tiştek nekirine. Tenê dizanin li ser bilbortan bibêjin em dixebitin. Xebatê qeyûman tev li ser bilbortane û em li kûçe û rêyan tu xebata wan nabînin. Li çend cihan rêya rêwitiyê û li cend cihan ji gul danîne dibêjin em dixebitin. Kesên bi dengê me hatine hilbijartin û kesên ji vî bajarî re xebat dikirin, li cihê wan qeyûm tayîn kirin û îradeya me xistin girtîgehan. Eger ku pir ji xwe bawerin bila kerem bikin bi hilbijartinê bi me re bikevin pêşbirkê. Bi hilbijartinek demokratîk de dê AKP tu carê ji binê sindoqê dernekeve. Em ji HDP’ê bawerin, ji xwe dema were li ser kar bi xwedî piroje ne û ji bo xebatê dikevin li ser rê.”

‘AKP DIXWAZE BÎR Û HIŞÊ KURDAN TUNE BIKE’

Reşat Yucel: “Bi her awayî tê dîtin ku bajarê me çawan di destê biyaniyan tê bi rêvebirin. Dema ku em li Sûrê digerin em dibînin ku tu ronahiyek yê kûçeyan ne vekirine. Sê sal e Sûr bê xwedî hatiye hiştin. AKP bi qeyûma dixwaze bîra Kurdan tune bike. Ji ber ber ku biryara xebata ji navenda AKP’ê tê girtin, li Amedê xebat nayê kirin û her tişt li ser guhan de tê avatin. Ji derveyî wêrankirinê AKP’ê tiştek ji bo Amedê nekiriye. Ji roja qeyûm hatine tayîn kirin heta niha tu piroje ji aliyê şaredariyan ve nehatiye pêşxistin û li ser pirojeyên şaredariyên DBP’ê rûniştine. AKP li pişt xwe malwêraniyê dihêle û ji bo vê jî xizmet pêwîste.”

‘DEMA ÇÛYÎNA QEYÛMAN HATIYE’

Rohat Ozturk: “Em ji şaredariyên xwe yên DBP’ê razîbûn û şaredariyên DBP’ê xebat dikir. Lê bi aweyek dagirker qeyûm tayînî vîna me kirin. Sê sal e qeyûm hatine tayînkirin tu xebatê nakin. Ji ber ku em Kurdin û Amed bajarê Kurdan e qeyûm tiştekê nake û berovajî vê yekê jî talan dike. Di 31’ê Adarê dê partiya me HDP bi ser bikeve û em ji partiya xwe bawerin. Êdî dema çûyîna qeyûmane.”

‘DI 31’Ê ADARÊ DE EM Ê VÎNA XWE NÎŞAN BIDIN’

Dîcle Akdenîz: “Piştî qeyûm hatin tayînkirin û vir de hemû xebatên ji bo bajar dihatin kirin hatin rewastandin. Li bajêr şerê debariyê destpêkir. Qeyûman bi hezaran karker ji kar derxistin û bi hezaran mirovên me mexdûr kirin. Her wiha şaredariyên gel veguherandin qerekolan. Di dema şaredariyên DBP’ê de şaredarî ji gel bûn û ji bo her kesê vekirîbûm. Lê niha şaredarî bûne navendê polîsan. Êdî tu kes nikare têkeve hindirê şaredariyan. DBP bi xwedî piroje bû û di nava gel de bûn. Qeyûman her parçeyek xaka amedê dagir kiriye. Di 31’ê Adarê de em ê vîna xwe nîşan bidin û em ê hemû şaredariyên xwe dîsan bi dest bixin.”