'Em ê 24 saetan derbê li dijmin bixin û dagirkeriyê tune bikin'

Gerîlayên li Pêngava Cenga Xabûrê gotin, "Em bi îdeolojiya Rêber Apo li ber dijmin radibin. Em ji xwe bawer in, em ê bi ser bikevin. Rojê 24 saetan em ê derbê li dijmin bixin û dawî li dagirkeriyê bînin."

Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê li dijî artêşa dagirker û çeteyên wê bênavber li ber xwe didin. Gerîla û fermandarên ku li nava pêngava Cenga Xaburê li dijî êrişên dagirkeriyê şerê dîrokî dimeşînin, dibêjin; "Heta ku îdeolojiya Rêber Apo hebe em nahêlin ku dijminê dagirker di xaka me de bi cih bibe."

'GERÎLA DI SERDEMA NÛ DE BI TAKTÎKÊN NÛ ŞER DIKE Û RÊ NADE DAGIRKERIYÊ'

Gerîlaya YJA Starê Elefterya Arîn ku li eniya berxwedanê ye der barê êrişên dagirkeriyê wiha got, "Êrişek pir dijwar li ser qadên me heye, lê hemberî vê yekê jî berxwedanek mezin tê meşandin. Em wek şervanên azadiyê di Cenga Xabûrê de cih digirin. Li Zendura, Derarê û Koordîneyê êrişên dagirkeriyê bênavber dewam dike, dijmin hewl dide li qadên me bi cih bibe. Li hember vê yekê, pêngava me ya şoreşgerî dewam dike. Şerê dijwar diqewime, dijmin di asta herî jor de teknîkê xwe bikar tîne, lê berxwedan jî di astekî bilind de ye. Bi pêngava 'Dem Dema Azadiyê' li gorî serdema nû taktîkên dewlemend tê meşandin, çalakiyên encamgir tên kirin. Ruxmê ewqas teknîkek dijwar tê bikar anîn, çalakiyên me jî bênavber berdewam dike û ev ji bo me serketinek mezin e. Gerîla di serdema nû de, bi taktîkên nû şer dike û rê nadin dagirkeriyê. Şerê germ diqewime, li dijî teknîkeke wiha pêşketî xwe parastin pêş dikeve. Li hember dijminekî wiha, îdeolojiya Rêber Apo me li ser lingan digre."

'EM WEKE YJA STAR TI CARÎ NAHÊLIN DAGIRKER LI SER XAKA ME BIMÎNE'

Gerîla Elefterya bi dewamî got, "Hêza pêşeng a pêngavên me yên şoreşgerî jin e" û axaftina wiha bi dawî dike; "Dijmin şerekî derûnî dimeşîne, bi dijwarî qadên me bombardiman dikin, bi vî awayî hewl didin bandorê bike. Lê em ê her tim bi îdeolojiya Rêber Apo ve girêdayî bimînin û heta ku ev îdeolojî hebe em nahêlin ku dijminê dagirker li xaka me bi cih bibe. Em ê wan di Cenga Xaburê de têk bibin. Pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî li hember vê dagirkeriyê bê bertek nemînin. Xaka me tê dagirkirin, wek gerîla em şer dikin, li ber xwe didin lê divê gelê me jî piştevaniya me bike, nerazîbûna xwe li hember êrîşan nîşan bide. Di Cenga Xaburê de wek YJA Starê pêşengtiya vî şerê tê kirin. Em ji xwe bawerin, em ê bi ser bikevin. Em wek YJA Star ti carî nahêlin dagirker li ser xaka me bimîne. Em ê wana li Metînayê têk bibin."

'SEKNA ŞEHÎD KÛRTAY Û ŞEHÎD ÇEKDAR JI BO ME FERMANA BERXWEDANÊ YE'

Gerîla Bager Başkale wek fermandar di çeperên şer de li hember êrîşên dagirkeriya dewlata Tirk şer dike û sekna berxwedêr ya gerîlayên azadiyê wiha nirxand, "Berxwedêrên Zendura, Zap û Avaşînê silav dikin. Gerîla, li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê bi îradeyek ji pola li ber xwe dide. Dijmin heta niha çi serketinek bidest nexistiye. Gerîla, bi çalakî û taktîkên demê li dijmin dixe. Dijmin li hin giran xwe bi cih kiriye, lê hevalên me bi çalakiyên xwe re nahêlin ku dijmin bi rehetî li xaka me bimîne. Di vê pêvajoyê de sekna şehîd Kûrtay û şehîd Çekdar ji bo me fermana berxwedanê dide. Ruhê wan yê fedayî di çûyîna ser dijmin de ji me re perspektif e."

'LI HEMBERÎ VÎNA GERÎLA TI TEKNÎK NIKARE BI SER BIKEVE'

Gerîla Bager di dawiya axaftinê xwe de bal kişand ser şerê taybet ê dewleta Tirk û got, "Di vî şerî de dijmin şerê taybet bi dijwarî dimeşîne. Ji xwe çapemeniya şerê taybet her tim li ser kar e. Ruxmê ku ewqas teknîka dijwar bikar tîne lê gerîla hem xwe diparêze hem jî çalakiyên xwe bi pisporî dimeşîne. Dijmin li bin ketiye, ji ber vê ewqasî êrîş dike. Ji bo temenê xwe dirêj bike êrîşên xwe dijwar dike, rêbazên herî qirêj ê derveyî exlaqa şer dimeşîne, jehrên kîmyewî bikar tîne, bi balafirên keşfê belavokan belav dike bi vî rengê şerê taybet dimeşîne. Ev jî têkçûna dijmin raber dike. Dijmin ji ber bêçarebûna xwe serî li hemû rêbazên kirêt dide. Bila dijmin baş bizanibe, çiqasî teknîkê wan a pêşketî hebe jî li hember vîn û îradeya gerîla ti teknîk nikare ser bikeve. Rêber Apo jî dibêje; 'Teknîka herî mezin însan bi xwe ye'. Gerîla di sedsala 21’emîn de li hember teknîkên herî mezin bi fikir û ramanên Rêber Apo li ber xwe dide. Heta ku felsefeya Rêber Apo hebe rêya me jî ronî ye. Dilsoziya me ya bi şehîdan re û hevaltiya me ya xurt wê nehêle ku dijminê dagirker bi ser bikeve. Bi ti awayî dagirkeriya Tirk ew ê li ser xaka me de bi rehetî nemîne. 24 saetan em ê derbê li dijmin bixin û dagirkeriyê tine bikin."