BI DÎMEN

'Em daxuyaniya Hewlêrê û şerê birakujiyê red dikin'

Pêşmergeyî Dêrîn gotin, eger dewleta Tirk a ku li Bakurê Kurdistanê qirkirinê dike êrîşî Şengalê bike, ew ê tevî gerîla li ber xwe bidin.

Serokê Şaxê Kerkûkê yê Komeleya Pêşmergeyî Dêrîn Ahmed Kraker got, "Dewleta Tirk bi xwe terorîst e, ku zilmê li gelê me dike, bi hezaran kesên li dijî desthilatdariyê dixe zîndanan û dikuje. Li dijî Kurdan bi her awayî destekê didin DAIŞ'ê. Û dixwazin di navbera me de şerê birakujiyê derxînin. Em ê nekevin van xefikan."

Kraker bibîr xist, ku Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hatiye parçekirin û got, "Mam Celal dibêje 'şerê birakujiyê heram e'. Êdî kes nikare şerê birakujiyê di nava me de derxîne. Şengal ji bo me çi be, Kobanê jî ji bo me ew e. Silêmaniye çi be, Kobanê jî ew e. Yên ku dibêjin 'Bila gerîla ji filan cihî derkeve' divê ew bi xwe ji wir derkevin û biçin. Ji ber ku gerîla şervanên azadiyê yên gelê me ne."

HESEN: EM DAXUYANIYA HEWLÊRÊ RED DIKIN

Ji Pêşmergeyan Remezan Hesen jî bal kişand ser planên xetere yê dewleta Tirk li ser Kurdistanê dike û destnîşan kir, ew ê destûrê nedin ku destketiyên Kurdan ên bi berdêlên gelekî mezin hatine afirandin bi şerekî nû yê birakujiyê ji holê bên rakirin. Hesen diyar kir, partiyeke qanûnî ya gelê Şengalê heye û anî ziman, divê Şengalî bi xwe biryarê li ser siberoja Şengalê bidin. Remezan Hesen tekildarî hikûmeta Hewlêrê jî got, "Em rast nabînin, ku hikûmeta Hewlêrê we li ser wê derê ferz bike. Armanca gerîlayên PKK'ê û pêşmergeyan yek e. Hemû jî zarokên Kurd in ji bo azadiya Kurdistanê şer dikin. Mafê her Kurdî ye li her cihî ji bo welatê xwe têbikoşe. Ji ber vê yekê em daxuyaniyên li Hewlêrê hatine dayîn red dikin, şermezar dikin."

HUSEYÎN: DAXUYANÎ BÊHURMETIYA LI ŞEHÎDÊN ME YE

Pêşmergeyekî din ê li ber daxuyaniya Hewlêrê rabû Omer Hecî Huseyîn e. Huseyîn destnîşan kir, ku ev daxuyanî cihê şermê ye û got, "Hewlêr paytexta herêmê ye. Bi saya bi hezaran şehîdan, ew der gihîştiye roja îro. Dayîna daxuyaniyeke bi vî rengî li wê derê, bêhurmetiyeke mezin e li şehîdên me."

Hecî Huseyîn herî dawî diyar kir, dewleta Tirk dixwaze şerê navxweyî derxîne û destketiyên Kurdan ji holê rake. Huseyîn da xuyakirin, ku ev daxuyanî şerma PDK'ê ye û bang li her kesî kir ku li dijî vê helwestê nîşan bide. Huseyîn di dawiya axaftina xwe de got, "Weke pêşmergehên berê, em van daxuyaniyan red dikin. Eger êrîşek bê kirin, em ê bi gerîla re bin."