‘Em bi ruhê ciwan û berxwedêr ê şehîdan têkoşînê bi ser bixînin’

Koordînasyona Komalên Ciwan şehîdên Kurdistanê bi hurmet bi bîr anî û got ku “Em bi ruhê ciwan ê şoreşger ê şehîdan faşîzmê têk bibin û têkoşînê bi ser bixînin.”

Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan wisa ye:

“Xeta şehîdan a ku tevgera azadiyê û em gel deyndarî wan in, di meha Gulanê de digihêje asta jor û diyar kir ku afirînerê hemû nirxan e.

Di şexsê şoreşgerê mezin Hakî Karer ê ku Rêbertî digot ‘Ew ruhê min ê veşartî ye’, Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ên ku di sala 1982’an de bi îxanetê hatibû şehîdkirin, Hozan Mizgîn a ku bûye dengê şoreşê û xeta berxwedanê ya jinên Kurd, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ên ku li zindana Ameê bedena xwe kirine agir, em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmer bi bîr tînin.

Hikumeta AKP’ê ya faşîst ji ber karakterê xwe yê qirker û talanker hemû nirxên mirovayetiyê dixe bin pêyan û êrîşî gorên şehîdan dike. Êrîşên li ser şehîdên me, di heman demê de êrîşên li ser rûmeta gelê Kurd e. Bi ruhekî berxwedan û fedaî li ser xeta jiyaneke bi rûmet û azad rastiyeke gel hatiye avakirin. Dewleta Tirk a faşîst û qirker li hemberî vî tiştî êrîşî cenazeyên şehîdan û goristanan dike.

Berxwedêriya gel a ku PKK’ê ava kiriye û têkoşîna gerîlayên azadiyê nîşan dide ku dewleta Tirk a faşîst têk çûye. Divê dewleta Tirk a faşîst tu carî ji bîr neke ku, wê ciwanên şoreşger û welatparêz tu carî van êrîşan bêbersiv nehêle.

Dewleta Tirk a dagirker ya ku li dijî gelê Kurd li her derê êrîşan dike, li Başûrê Kurdistanê jî bi tifaqên qirê tevgera dagirkeriyê zêde dike. Li Başûrê Kurdistanê dagirkeriya li Zînî Wertê wekî karekî kontrayî didome.Ciwanên şoreşger ên li Başûrê Kurdistanê jî bi çalakiyan li dijî vê dagirkeriyê derketine. Em çalakiya ciwanên li Başûr silav dikin û bang li gelê xwe yê berxwedêr û welatparêz dikin ku divê bi xurtî xwedî li van çalakiyan derkevin û em têkoşîna faşîst têk bibin û têkoşînê bi ser bixînin.”