Elî Kerîmî: Em dagirkirina welatê xwe qebûl nakin!

Rewşenbîr û siyasetmedar Elî Kerîmî rewşenbîrên ku li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng in bi tundî rexne kir û got, "Divê rewşenbîrên Kurd pişta xwe bispêrin hev û rê nedin desthilatdariya Barzanî û dagirkeriyê."

Rewşenbîr û siyasetmedar Elî Kerîmî li ser dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistan û nebûn helwest û PDK’ê ya bûye parçeyek ji dagirkiyê ji ANF’ê re axivî.

Kerîmî destpêkê bal kişand ser bêdengî û nebûna helwestên pêwîst ên rewşenbîr û siyasetmedaran û got: “Di dîrokê de mirov dikare gelek mînkan bide ku rewşenbîrên Kurd hem li ber destihila navxweyî û hem jî desthilata welatên dagirker çiqasî bêdeng û nebûne xwedî helwest. Mixabin ji ber rewşenbîrên Kurd nebûne xwedî deng û vîn, dîsa helwestekî giştî, yek ji van sedemên sereke ev e ku heta niha Kurdan nekariye bi plane û stratejiyeke yekbûyî ber bi xebata rizgariyê biçe.”

‘NEBÛNA BI HELWEST Û BÊVÎNIYÊ DIKE KU BIKEVIN BIN BANÊ DESTHILATA NAVXWE-DERVE’

Rewşenbîr û siyasetmedar Elî Kerîmî siyaseta Başûr jî nirxand û diyar kir ku Kurdên Başûrê Kurdistanê di warê hiqûq û qanûnan de gavek jî bi pêş ve neçûye û wiha domand: “Kurd sed salên borî çi kiriye? Îro Kurd bi taybet Başûrê Kurdistanê di astekî gelek teng de ye, dikarim bêjim Kurd di warê siyasî, hiqûq û qanûnan gavekê jî bi pêş ve neçû ye li gorî van sed salên borî. Ji bo wê dibêjim ku aliyên rewşenbîrên Kurd şaş in û di astekî lewaz de ne. Bê helwestî û vîna rewşenbîrên Kurd wisa kiriye ku carekî pişta xwe dide desthilata navxweyî û carekê jî dide desthilatên dagirkeran. Ev yek vi vekirî di dîrokê de dixuyê. Ya ku îro li Başûr diqewime mînaka herî mezin e, belgeyeke mezin e ku vê carê bi giştî rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê, dîsa rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistan jî ketine jêr desthilata Barzanî û PDK’ê.”

‘PDK BÊ KU VEŞÊRE, XWE PARÇEYEK JI DEWLETA OSMANÎ DIBÎNE’

Têkildarî helwesta PDK’ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel dewleta Tirk a dagirker jî Kerîmî destnîşan kir ku PDK gihaye astekî wisa bê ku veşêre xwe parçeyek ji dewleta Osmanî dibîne. Kerîmî vê jî spart vê yekê ku di roja îro de tê dîtin ku dewleta Tirk a dagirker 75 kêlometre dirêj û 45 kêlometre fireh jî xaka Başûrê Kurdistan dagir kiriye. Kerîmî wiha pêde çû: “Barzanî sala par û pêra dema referandûmê digot; ‘Em qebûl nakin ku welatê me bê dagirkirin, gef li dewleta Iraq û cîhanê dikir.’ Lê mixabin îro serê xwe xistiye ber xwe, nabîne ku bax û baxçeyên welatiyên feqî û xaka welat di bin postalên dagirkeriya Tirkiyeyê de ye. PDK beşek in ji vê êrîşê û beşek ji kuştinên Kurd bi destê Kurd in, heman demê beşek in ji Osmaniya îro.”

‘REWŞENBÎR AMADE NE BI DU QURÎŞAN XWE KER Û LAL BIKE’

Kerîmî bal kişand ser helwesta çîna rewşenbîran û rexneyên tund arasteyî wan kir û got: “Rewşenbîrên Kurd bêdeng in, çavê wan li desthilata xwemaliye ku li nava desthilatê rayek, cihek an jî pariyekê pêş kêş bike ye. Li beramber ew du qurîşên tên dayîna wî ji bo wî zêde girîng nîne ku xwe ker û lal bike, dîsa serê xwe bixe berxwe û li gel şemezariya dîrokê ya li ser wan tên tomarkirin. Em dikarin ji niha û şûnde wê bêdengiya heyî bişkînin û roj bi roj dengê rewşenbîran bilind bikin. Çîna rewşenbîrên Kurd û kesayetên xwendevan pişta xwe bidin yek, rê nedin ku carekî din desthilata xwemalî Barzanî û her aliyeke dagirker wisa li gelê me bike û bixin di bin postelê xwe yên pîs û qirêj de.”

‘DIVÊ SAZIYÊN RAGIHANDINÊ DENGÊ RESEN BIGIHÎNE Û BILIND BIKE’

Rewşenbîr û siyasetmedar Elî Kerîmî qala rola ragihandina Kurdî jî kir, diyar kir ku di roja îro de dikarin bi rêya çapemeniya cîhanî, dîsa tevnên dijîtal, tevnên fireh ên înternetê dengê xwe bigihînin hev, yekîtiyekê nava xwe ava bikin. Kerîmî got: “Em dikarin sûd ji derfetên teknolojiyê bigirin. Ji bo wê divê rojnameger ku îro kar dikin divê xwedî rolekî serekî bin ku dengê resen bilind bike û vî dengî bigihîne hemû xelkê. Ji ber ku em gelek in zû ji bîr dikin. Nayê bîra me duh çi qewimî bû, nayê bîra me herî dawî me yek çawa kuştibû.”

‘PDK BI KUŞTINA KURD BE KURD SERBILIND E’

Herî dawî Elî Kerîmî bal kişand ser hinek kiryar û bûyerên mala Barzanî û dîsa PDK’ê yên li dîrokê de kirî û wiha domand: “Bînîn bîra xwe ev partiya ku niha li gel dewleta Tirk a Osmanî ketî 31’ê Tebaxa 1996’an li gel rejîma Baas Seddam Huseyîn ku em enfal kirin, ket û bi alîkariya wan Hewlêr û Parlementoya Başûrê Kurdistanê dagir kir. Piştî hemû êş û azarên ku sala 1992’an ku Parlementoya Başûrê Kurdistanê hate avakirin, PDK’ê bi desteka rejîma Baasê li ber çavê her kesê parlemento dagir kir û hêza dî ya Kurd a YNK’ê gihande sînorê Îranê. Mixabin ev mijara ku ez qala wê dikim ne dijmin kir, Kurdan bi xwe kir. Mixabin girêdayî Barzanî li ser ekranên televîzyonan daxivin dibêjin; ‘Em bi hemû kiryarên ku me kirine serbilind in’ ev bê rûmetî nebe çiye gelo? Di roja îro de nabe ku rewşenbîr û çapemenî vê qebûl bike, çawa kesek wiha bê şerm dibe? Çawa ewqas bê rû û heya dibin bi eşkereyî dibêjin ku bi hemû karê ku Barzanî kiriye û PDK’ê kiriye serbilind in.”