Elî Kerîmî di pirtûka xwe ya nû de qala xiyaneta 'Qiyade Moqete' dike

Nivîskarê Rojhilatî Elî Kerîmî di pirtûka xwe de ya bi navê "Sinûrên jêr pê xirawekan", qala siyaseta PDK'ê ya di 'Qiyade Moqete' (Rêveberiya Demkî) dike, ku li hemberî Rojhilatê Kurdistanê kir.

Nivîskar Elî Kerîmî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Sînûrên jêr pê xirawekan’ ku di dema şewba Koronayê de nivîsand, ji aliyê çapxaneya Xezal News ve hatiye çapkirin. Kerîmî di vê pirtûka xwe de bal kişandiye ser jiyan û têkoşîna xwe ya siyasî û pêşmergayetî ku bi xwe jiyayî û çavê xwe dîtiye.

Kerîmî li ser naveroka pirtûka xwe ku gelek belge û rastiyên Qiyade Moqete û têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê axivî.

Nivîskar Kerîmî diyar kir ku di pêvajoya şewba vîrûsa Koronayê de ji ber şert û mercên nexweşiyê û qedexeya herî, ji bo wî derfet bû ku dest bi nivîsandina vê pirtûkê bike ku piranî serborî û jiyana xwe ya zarokatî, ciwanî û têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê jiyaye. 

Kerîmî li ser navê pirtûkê ya ‘Sînorên le jêr pê xirawekan’ jî vê dibêje: “Min heta vî temenê xwe bi dehan car sînorên dikevin çarçoveya Kurdistanê bin pê kiriye û geriyame bê ku kesek pirsa pasaport an jî astengiyekê derbixîne. Ji bo wê min pêwîst dît ku navê pirtûka xwe bikim ‘Sînorên le jêr pê xirawekan’.”

‘LI TEWRÊZ LI DIJÎ ŞAH RABÛN’

Nivîskar Elî Kerîmî diyar kir ku piranî jiyaneweya wî ya zarokatî, ciwanî û xwendinê ya li bajarê Tewrêz a Îranê li xwe digire û got: “Di vê pirtûkê de min qala yekem şoreşa gelan a gelên Îranê kiriye. Her ez jî di nav avê şoreşê de bûm. Cara yekem me li bajarê Tewrêz li dijî desthilatê Şahê Îranê kir. Her wiha bi belge û hûrûkûr di pirtûkê de li ser vê babetê hatiye nivîsîn.”

‘KOMEK JI CIWANAN LI ROJHILAT KAR DIKIR’

Kerîmî di vê pirtûkê de her wiha qala nasîna şoreşa YNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ku li Rojhilatê Kurdistanê pêş bixe jî dike û wiha pêde diçe: “Piştî qonaxa karesata Hekarî em çend ciwanên Mihabad me kadroyên Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan û Komeleya Rencderan şoreşê bi hev re hewl da ku li Rojhilatê Kurdistanê şoreşê pêş bixin.”

‘PDK DI ÇARÇOVEYA QIYADE MOQETE DE XIYANET LI GELÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ KIR’

Nivîskar Elî Kerîmî diyar kir ku piştî hilweşandina rejîma Şahê Îranê desthilata Îslamî kete ser hikûm û dest bi êrîşa ser gelê Kurd û bajarên Kurdan kir. Kerîmî li ser vê qonaxa ku weke pêşmerge dest bi têkoşînê kir vê dibêje: “Dema ku pasdarên Îranê êrîşî bajarên Kurdistanê kir, têkoşîna min a pêşmergeyatî destpê kir. Di navbera hêzên Kurdî û rejîma Îslamî de şer destpê kir. Her heman demê li nava Rojhilatê Kurdistanê jî hêzên Kurdî bi hev re şer dikirin. Hem wext wê demê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di çarçoveya Qiyade Moqete de xiyanet li gelên Rojhilatê Kurdistanê kir. Li gel rejîma Îranê êrîşî gelê Rojhilatê Kurdistanê û hêzên Kurdî kirin. Min bi çavê xwe bûyer wê demê qewimîn û dîsa guh dayî, wek belge û dokûmentereke dîrokî dixînim pêşberî xwêneran.”

‘BI REJÎMA ÎRANÊ RE ÊRÎŞ KIR’

Kerîmî li ser xiyaneta Qiyade Moqete jî vê tîne ziman: “Bajarê Dizlî û Şîno yên Rojhilatê Kurdistanê li destê hêzên Kurdî bûn. Hêzên PDK ku di çarçoveya Qiyade Moqete bûn, êrîşî hêzên Kurdî kir, ew bajar ji destê hêzên Kurdî girt, radestî rejîma Îranê kir. Di vê pirtûkê de min bi belge û hûrî cih daye vê xiyanetê.

‘RASTIYÊ BINIVÎSIN Û BIGIHÎNIN GEL’

Nivîskar Elî Kerîmî bê ku navê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bîne ku hinek li ser navê wan pirtûkan dinivîsin û got: “Ev kes hewl didin ku dîroka Kurd û Kurdistanê berovajî bikin, bi pereyan dixwazin vê berovajiyê bi gel bidin xwendin û famkirin. Ji bo wê ye divê ew kesên ku rastî jiyane û cihê girtine di bûyeran de serpêhatî û bîranînên xwe binivîsin. Rastiyê bigihîne destê civakê û bersiva kiryarên berovajî bidin.”