Ekrem Ereb: Bila saziyên navneteweyî erka xwe bi cih bînin

Ekrem Ereb: Dewletên navneteweyî yên ku bi navê mirovahiyê bang dikin, bila dest ji gotinan berdin û ji bo gelê penaber dest bi karê pratîk bikin.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê Doktor Ekrem Ereb, bi ajansa me ANF'ê re li ser rola Heyva sor a Kurd, di şerê Efrînê de û li ser rewşa Heyva Sor a li Şehba û pirsgirêkên derdikevin pêşiya wan û rewşa penaberiyê axivî.

Ekrem Ereb bang li dewletên navneteweyî kir û got: “Heyva Sor a Kurd keda xwe di şer de jî nîşan da. Dema dagirkeriya Tirkiyê bi awayê hovane êrîşî li ser herêma Efrînê kir, Heyva Sor a Kurd bi yekdest karê xwe bi rê ve dibir. 8 navendên Heyva Sor, di herêma Efrînê de ava bûbûn û karê xwe bi rêxistinî bi rê ve dibirin. Her wiha hin aliyên din bi me re dibûn alîkar. Mîna nexweşxaneya Avrîn, gel, bijîşkên Efrînê, Heyva Sor a Kurdistanî û Heyva Sor a Qamişlo…

Navenda me ya li bajarê Cindirêsê bombebaran kirin û ambûlansa ku birîndar pê dihatin Efrînê hat armanckirin. Hejmera birîdarên sivîl gihişt 1200 kesan û 231 jî gihiştin asta şahadetê. Piraniya wan zarok û jin bûn. Komkujiya dawî em lê rast hatî, komkujiya taxa Mehmûdiyê bû û di wê komkujiyê de 18 hes birîndar bûn, ji bo ku parçe bibûn hejmara kuştiyan ne diyar bû."

ROLA HEYVA SOR YA PENABERIYÊ

Ereb di berdewama axaftina xwe de wiha pêde çû: "Piştî 58 rojên berxwedanê, em penaberî herêma Şehbayê bûn û li ser rêya penaberiyê 3 kesan jyana xwe ji dest da. Ew ji encama topebarankirina dewleta Tirk û zehmetiya rêya penaberiyê bû. Wê demê, heyva sor a kurd bi rola xwe rabû û her sê kes spartin axê. Ji bo wê komîteyek ji Heyva Sor ava bû ku di riya penaberiyê de ji gel re bibin alîkar. Piştî ku em penaberî Şehbayê bûn, ji nû ve Heyva Sor a Kurd xwe komî ser hev kir. Weke tê zanîn, tiştên girêdayî Heyva Sor, weke Ambûlans, teknîk û hwd hemû li navenda Heyva Sor a Efrînê mabûn. Lê belê ji bo pêdiviyên penaberên Efrînê, me navenda yekemîn a heyva sor li navçeya Ehrezê û navendek din jî li Kampa Berxwedan vekir. Wê demê Heyva Sor a Kurdistanê bi Heyva Sor re bû alîkar. Pişt re jî li Kampa Serdem, Til Rifet û Şêrewa navend hatin avakirin. Di van navendan de em 24 seatan kar dikin. Em gel di van mijaran de perwerde dikin. Heta niha me 8 kom rêkûpêk kirine."

‘MAYÎNÊN DAÎŞ'Ê BANDORA NEYÎNÎ LI SER GEL KIR’

Ereb, di derbarê mayînên DAÎŞ’ê de jî wiha got, "Yek ji pirsgirêka herî dijwar a em rû bi bû mayîn ew bû ku bermahiyên mayînan yên ji hêla terora DAÎŞ'ê ve hatibûn çandin. Nexaxim li bajarê Til Rifet û Til Qirehê, bi serûberî nehatin paqijkirin. Em dikarin bibêjin ku di demên despêkê yên penaberiyê de ev mayîn piranî dihatin teqandin."

‘ÇALKIYÊN ME KÊFXWEŞIYÊ DIXE DILÊ ZAROKAN’

Ereb di derbarê alîkarî û nêzikbûn zarokan de jî axivî û wiha got, “Piştî gel hemû koçberî herêma şehbayê bûn, tevahiya gel, nexasim zarok, bandoreke neyînî li ser derûniya wan kir. Lewre me bi navê ‘Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk’ komîteyek ava kir. Ev komîte, her çend rojan diçe dibistanên Şehbayê ku zarokên Efrînê lê ye û şahiyên cur bi cur bi wan re lidar dixe. Di van şahiyan de hinek pêşbirk û şano tên lidarxistin û mijara paqilkirina diranan û paqijiya laş bi şêweyê zarok fêm bikin dibe tê pêşandan.” 

‘AVHEWAYA ŞEHBAYÊ YA NEBAŞ NEXWEŞIYAN ÇÊDIKE’

Di derbarê tendirûstiyê de jî Ereb desnîşan bi metirsiyan kir û wiha pêde çû, “Nexweşiyên ku herî zêde li herêma Şehbayê belav bûne, Leşmaniye ye. Sedema sereke ya nexweşiyê, ji ber bermahiyên mamaran e. Beriya aloziya Sûriyê destpê bike, li Şehbayê febrîqeya Xercê hatibû vekirin û piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê li ser herêmê serwer bûn, ev febrîqe hate girtin û hate bomberankirin. Lewma kêzêkin ku ji wan bermahiyan derdikevin nexweşiyê çêdikin. Dîsa hilweşîneriya ku DAÎŞ'ê li vir pêk aniye jî dibe sedema van nexweşiyan. Lewre me, li ser van geşedanan hinek semîner dan gel bê ka çawa xwe ji van nexweşiyan biparêzin.

Nexeşiya duyemîn a ku li Şehbayê bi awayekî berfireh belav bûye jî, ‘Kulbûna Bronş’yê ye. Ev nexweşî li ser zarokan zêdetir bandor dike û sedema sereke ya nexweşiyên sermaya avhewayê ye. Her wiha bi veguhestina pileya germahiyê ev nexweşî zêde û giran dibe.
Hin nexwşiyên weke ‘wêran’ derketine, lê belê ne bi awayekî berfireh e. Niha jî em kesên ku bi wêranê ketine, bi derman tedawî dikin. “

‘JI BER DORPÊÇ Û AMBARGOYÊ DERMAN NEGIHIŞTIN ME’

“Di milê dermanan de gelek zehmetî tê kişandin û weke tê zanîn ku herêma Şehbayê, di nav dorpêçê de ye. Gelek zor û zehmet derman digihijin herêmê. Jixwe dermanê nexweşiyiên penceşêr û hwd li Şehbayê nîn in û ji ber dorpêça li ser herêmê, kes nikare biçe li Helebê.”

‘BILA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ ERKA XWE BÎNIN CIH’ 

Ereb, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Saziyên ku bi me re dibin alîkar Heyva Sor a Kurdistanê û Heyva Sor a Kurd a Qamişlo ye. Hin saziyên din jî dihatin soz didan me û diçûn. Ango ‘Soz dibûn toz!’ Em bang li wijdana mirovahiyê dikin. Divê mirovahî xwedî li rêgez û pîvanên jiyanê derkeve. Lewre bila saziyên navneteweyî xwedî li erkên xwe derkeve.”