Egît: Têkoşîna PKK'ê têkoşîna Rojhilata Navîn e

Gerîlayê HPG'ê yê Ereb Ferhat Egît li ser dema tevlêbûna nav gerîla got, ''Sedema sereke ya tevlêbûna min a nav gerîla berpirsyariya min a li bara welatê min bû.''

Gerîlayê  HPG'ê Ferhat Egît ê ji Reqayê  diyar kir bi îdeoliya Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelên Rojhilata Navîn bîrewer dibin û got, ''Ez li Reqayê çêbûm. Li nav civaka Ereb mezin bûm. Civaka ku li nav dijîm pir zhemetî jiya.  Hêzên desthilatê li ser civaka Ereb her cure tundî bi kar anî.


2018'an tevlî nav refên gerîla bûm. Ji ber rihê dostaniyê û ku li nav hevalan min dît û ji ber berpirsyariya li welatê xwe tevlî nav gerîla bûm. Dema ku nû tevlê bûm haya min ji nêzîkatiya PKK'ê ya li gel nebû, her wiha têkiliyên xwe yên navmirovî çi bûn min ew jî nizanîbû. Tevlê bûm û dema perwerdehiya sereke gelek nakokiyên sereke jiyam. Lê dema perwerdehiyê hîn bûm ku armanca sereke ya PKK'ê çiye, li ser kîjan hîmî û çawa perwerde dibe. Hemû zor û zehmetî çareser bûn. Ez bûme endamê vê tevgerê. Têkoşîna PKK'ê têkoşîna Rojhilata Navîn e.

Ez ji hevalan hînî gelek tiştan bûm.Mirov çendî hewl bide û bi daxwaze be ew qas dikare pêş bikeve. Herî pir aliyê hevrêtiyê, şehîdbûn û maneya şehîdbûnê bala min kişand. Dema ku hevalek me şehîd dibe dibe ku bedena xwe ne di nav me de be lê têkoşîna wan heta hetayê li nav me dijî.

Egîd ku behsa pêvajoya tevlêbûna xwe ya li nav gerîla dike dibêje, ''Dema ku tevlê bûm, min negot Ereb im û çima di nav Kurdan de me. Ji ber ku ramana Rêber Apo û felsefeya wî li ser neteweya demokratîk ava bûye. Êdî di nav me de Ereb, Kurd, Tirk, Elman û ji her miletî dost hene. Ji ber vê jî ev tevger tevgera neteweyên demokratîk e. Di navbeyna neteweyan de ti cihêtî nîne. Ê ku li azadiyê digere û ji bo welatê xwe têkoşîneke fedayî dide dikare tevlê bibe. Rêber Apo ne tenê lîderê gelê Kurd, lîderê hemû gelan e ku li demokrasiyê digerin.

Me civaka Ereb beriya niha tevgera azadiyê nas nedikir. Rêveberiyeke dirinde ya dewletê li ser serê me bû. Şoreşgerên Apoyî dema ku tevlî nav civaka me bûn her tişt guherî. Me hev hîs kir û em bi hev re jiyan. Nexasim bang li ciwanan dikim, werin tevlî nav tevgera azadiyê bibin. Li nasname, Kurdistanê û Rojhilata Navîn xwedî derkevin. Çiyayên Kurdistanê qadên azadiyê ne em ê qet çiyayên xwe bernedin.''v