'Eger wijdan bi we re hebe hûn ê dest ji cerdevaniyê berdin'
Gerîla Hîvda Pîrosî ku ji nava malbateke cerdevan tevlî nava refên PKK'ê bû bang li malbata xwe kir: Eger wijdan bi we re hebe hûn ê dest ji cerdevaniyê berdin.
Gerîla Hîvda Pîrosî ku ji nava malbateke cerdevan tevlî nava refên PKK'ê bû bang li malbata xwe kir: Eger wijdan bi we re hebe hûn ê dest ji cerdevaniyê berdin.
Yek ji cihên ku zexta dewleta Tirk a salên 1990'î bi giranî lê bû, navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Dewleta Tirk ji bo gelê Kurd li dijî PKK'ê bike cerdevan gund şewitand û mirovên nexwestin bibin cerdevan koçber kir. Malbata gerîlaya YJA Starê Hîvda Pîrosî jî ji ber ku nexwest cih û warên xwe biterikîne û ji ber zextên dewleta Tirk cerdevanî qebû kir. Hîvda Pîrosî ku bavê wê cerdevan e, bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û anî ziman, bi zext û îşkenceyê Kurd kirine cerdevan. Hîvda bang li malbata xwe û hemû cerdevanan kir ku çeka dewletê deynin.
'CERDEVANÎ POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE'
Gerîla Hîvda Pîrosî da xuyakirin, ku cerdevanî polîtîkayeke bi zanebûn a dewleta Tirk e ku li dijî gelê Kurd dimeşîne û got, "Cerdevanî xefikek e. Dema mirov li jiyana cerdevanan dinêrin, dibînin bê çiqasî bi nezanî dijîn. Bavê min û apê min cerdevan bûn. Yek ji kesên ku vê rewşê baş analîz bike, ez im. Ji ber ku ez bi xwe di nava sîstemek bi wî rengî de jiyam. Cerdevan nizanin bê çima rahiştine çekê. Tenê berjewendiyeke xwe heye, ew jî çend quriş pereyê mehane ji wan re tê dayîn. Ji xwe zanebûna wê çek li mirovên xwe nekişandibûn.a Ji xwe şerê li dijî mirovên ji bo dozekê têdikoşin, ne tiştekî exlaqî û wijdanî ye."
'CERDEVANÎ RÊ LI BER ZEXT Û ŞÎDETÊ VEDIKE'
Hîvda Pîrosî bal kişand ser zerara cerdevanî dide civakê û diyar kir, ev yek bi taybetî bandoreke neyînî li jinan dike. Pîrosî got, "Aliyên neyînî yên cerdevaniyê li ser civakê gelekî zêde ne. Gelek zextên weke lêdan, derneketina derve li jinan dihat kirin. Ji ber ku îdeolojiyeke xwe nîne. Tenê bi tiştekî dizane, ew jî rahiştina çekê û şerê li dijî birayên xwe. Mirovên bi nezanî radihêjin çekê, bivênevê piştî wextekê şîdet û zextê li derdora xwe dike. Rewşa ku bi cerdevaniyê derketiye holê ev e. Dewlet jî ji bo cerdevaniyê bide qebûlkirin zextê dike, şerê taybet dimeşîne. Ev jî gelekî bandora xwe heye. Bavê min ji ber zextê neçar ma û cerdevanî qebûl kir."
'PKK ŞENSEKE JI BO JINÊ'
Pîrosî anî ziman, haya bavê wê ji rastiya Kurdan nîne, PKK'ê nas nake, ji ber vê yekê haya xwe ji gelek tiştan nîne û wiha dewam kir: "Eger bavê min PKK nas kiribûya wê ti carî cerdevanî qebûl nekiribûya." Pîrosî got, "PKK'ê Kurd gihand cewhera wan. Dîrok, jiyan ji nû ve zindî kir. Wekî din PKK şenseke gelekî mezin e ji bo jinên Kurd. Jinên Kurd di nava PKK'ê de xwe ji nû ve nas kir. Bandoreke mezin li jiyana min jî kir. Dema min PKK nas kir, min dest bi lêpirsîna li jiyana xwe, li jiyana malbata xwe ir. Piştî demekê jî min biryar da derkevin serê çiyê. Li nava jiyana li çiyê, bi rêya perwerdeyan min Kurdbûna xwe, hêza xwe ya jinê nas kir."
'BILA ZAROKÊN CERDEVANAN TEVLÎ PKK'Ê BIBIN'
Hîvda Pîrosî herî dawî bang li bavê xwe, apê xwe û hemû cerdevanan kir, ku dest ji çeka dewletê berdin û got, "Bila dest ji cerdevaniyê berdin û bikevin ser rêya rast. Bila xwedî jiyaneke watedar bin. Ya rast, eger hinekî wijdan bi wan re hebe, wê çekê li xwişk û birayên xwe nekişînin. Li şûna vê yekê dikarin bi rengekî ku feydeya xwe li gelê Kurd bê, bijîn. Eger zarokên Kurd ên cerdevanan dixwazin di rêya azadiyê de gavekê bavêjin, ya herî girîng jî eger dixwazin bavên wan dest ji cerdevaniyê berdin, bang li zarokên cerdevanan dikim; tevlî nava refên PKK'ê bibin. Naxwe hûn ê jiyaneke bê wate bijîn, ku haya we jê nîne bê çi ye."