Efrîn: Em bi ruhê 6-8'ê Cotmehê yekîtiya xwe xurt bikin

Ji fermandarên berxwedana Kobanê ya dîrokî Narîn Efrîn bal kişand ser girîngiya parastina destketiyên Kurdan û xwest, Kurd bi ruhê berxwedana Kobanê ya 6-8'ê Cotmehê li dijî gef û xeteriyan bikevin nava liv û tevgerê.

Ji fermandarên berxwedana Kobanê ya dîrokî Narîn Efrîn, di salvegera sêyemîn a serhildana 6-8'ê Cotmehê de ji ANF'ê re axivî. Efrîn destnîşan kir, ku ji bo parastina destketiyên Kurdan, ji her demê bêhtir di vê demê de pêwîstî bi serhildana 6-8'ê Cotmehê heye.

Efrîn got îro li çar parçeyên Kurdistanê êrîşên li li dijî destkeftiyên Kurdan zêdetir bûne û hişyariya Rêberê Gelê Kurd Ocalan ya ku digot  ‘dibe ku êrîş zêdetir bibin, ji bo ku pêşiya êrîşan were girtin pêwîste hêzek hevbeş, vîneke hevbeş, meclis, dîplomasiyeke hevbeş'  were avakirin bi bîr xist. Efrîn diyar kir divê demildest hêza parastinê ya hevbeş  were avakirin.

Narîn Efrîn bi domarî wiha got: ‘’Serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê li Bakurê Kurdistanê kêliya şoreşê bû. Hemû Kurd taybetî jî Kurdên Bakurê Kurdistanê bi êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê  di wê zanebûnê de bûn ku xwedîderketina Kobanê xwedîderketina li hemû gelê Kurdistanê ye. Ev zanebûn bingeha xwe ji têkoşîn û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê digire ku bi salan e li li dijî faşizm, dagirkeriya dewleta Tirk dide. Ji ber vê jî  serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê kêliya şoreşê bû. Ew kêlî gel xwe bi xwe bi hêstên xwe yên welatparêziyê ve, ya bi girêdana bi ax, gêrêdana bi welat, girêdana bi Serok APO, girêdana bi şehîdan, her tişt dan ber çavên xwe, ji bilî berxwedanê tu rêyek din nîn bû.  Ji bo vê jî li Bakurê Kurdistanê heft salî heta heftê saliya her kes cihê xwe di serhildanên  Kobanê de girt û ji bo Kobanê 40 welatparêz şehîd ketin. Em wan şehîdan bi rêz bîrtînin bejnaxwe li ber wan ditewînin.’’

‘SERHILDAN^NE 6-7-8’Ê COTMEHÊ LI DIJÎ HIŞMENDIYA FAŞÎST TEQÎNEK BÛ’

Efrîn diyar kir ku,serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê li li dijî hişmendiya faşît a çeteyên DAIŞ û AKP’ê teqînek bû û  serhildanê 6-7-8’ê Cotmehê, berxwedana Kobanê ji hemû cîhanê re ragihand. Efrîn bi van hevokan  bal kişande ser giringiya serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê: ‘’Ger ku ew serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê  çênebûna  cîhan li li dijî şer û berxwedaniya gelê Kobanê wê bêdengiya xwe bidomanda. Dengê berxwedaniya  Kobaniyê, serhildanên Bakurê Kurdistanê bi xwe re anî û serhildanên gel bi  berxwedaniya YPG/YPJ , gerîla û berxwedaniya gelê Kobanê mezin kir; li cîhanê berbelav kir, ev şoreşa ku cîhanê berbelav bû bi xwe re serkeftin anî.’’

‘DI KOBANÊ DE PLANÊN DAGIRKERIYA AKP Û DAIŞ’Ê HATIN PÛÇKIRIN’

‘’Her Kurdê welatparêz, dilxwaz, azadiya xwe, hebûna xwe di parastina Kobanê de dît. Serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê  li her kuçeyên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava belav bû, bandora xwe li her deverê Kurdistanê kir. Gelê me yên Ewropa  televziyonan, saziyên navneteweyî  dagir kirin û diyarkirin ku divê Ewropa çavên xwe ji berxwedana Kobanê re negrin. Gelê ku welatparêz yên ku ji azadiya xwe ve girêdayî  her Kurdek hebûna xwe di parastina Kobanê de dît. Gelê Kurd got  ‘ger ku Kobanê nebe tu wateya hebûna gelê Kurd nabîne. Bi vê helwestê ve êrîşên faşist yên çeteyên AKP û DAIŞ’ê pûç kir. Ev serhildana ku li Bakurê Kurdistan çêbû, di hemû ciwanan de hêz û kelecaniyek mezin çêkir. Ciwanan bi vê hêz û kelecaniyê ve bûn lehî herîkîn li ser sînor û tevlî  berxwedana Kobanê bûn. Ev hêz û kelecanî bi xwe re berxwedaniya Kobanê anî û li Kurdistanê belav bû.  Serkeftin û berxwedaniya Kobanê wek serkeftin û berxwedaniya Kobanê ket dîrokê.

‘KOBANÊ ÇALAKIYA FIKRA SEROK APO BÛ’

Efrîn anî ziman ku, berxwedana Kobanê qadeke wiha bû ku çalakiya fikrê Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwe bi wate kir û ket prtatîkê. Efrîn bi domdarî wiha got: ‘Careke dî hêza Serok APO di Kobanê de derkete holê. Ev hêz nîşaneya rêxistinkirin, amadekirina gelan ya ji bo welatekî azad bû. Fikir û zanebûna ku Serok APO li her derê çêkiribû, belav kiribû, hêza ku ava kiribû, di wê berxwedaniyê de kombûna wê fikrê, teqîna çalakiya wê bû.

Mirov dikare vê yekê bêje: Fikrê Serok APO di berxwedaniya Kobanê de ket pratîk ê û bû çalakiyeke mezin. Ev encamê fikrê Serok APO ye. Ew hêza ku fikrê Serok APO hate girtin bû çalakiyek, berxwedaneke mezin, di vê berxwedanê de jî jin bi  pêşengî cihê xwe girtin’

‘BERXWEDAN BI ÇEK Û ZÊDEBÛNA LEŞKERAN NABE’

Fermandara Giştî ya berxwedaniya  dîrokî ya Kobanê Narîn Efrîn wiha bi nav de çû: ‘’Dema ku DAIŞ’ê  êrîş bire ser  Firkaya Girê Spî, jê re dibêjin Firkaya Eynûl Îsa ya 48’emîn. Di hindirê wê Firkaya 48’emîn de 600 leşker 30-40  tang hebûn. Ev hêz ji aliyê DAIŞ’ê ve  di çend saetan de  hatin şikandin û DAIŞ’ê dest danî li ser hemû cebilxaneya Firkaya 48’emîn. Li Kobanê DAIŞ ji aliyê teknîk û şer ve xurt bû.  Gelo ya ku DAIŞ’ê di şerê Kobanê de têk bir çi bû û ev nîşaneya çiye? Li gor min berxwedan bi çek û zêdebûna leşkeran ve nabe. Berxwedan bi têgîhîştinê ve, bi baweriyê ve, bi hêviyê ve, bi berxwedanê ve, bi rêxistinbûyînê ve pêk tê. Kobanê mînaka vê yekê ye. Bi vê hêza rêxistinkirî ve berxwedaniya  Kobanê li her derê Kurdistan û cîhanê bû hêzekî hevbeş û hemû hêzên navneteweyî yên ku nikaribûn li li dijî çeteyên hov li berxwe bidin, ev hêza rêxistinkirî ew têk birin. Ew hêza hevbeş ya ku di berxwedaniya Kobanê de derketibû holê, îro jî gelek ciwanên ji pêkhateyên cûda  tîne gel hev. Têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, bi xwe re serkeftina Minbic û Reqayê anî. Ji ber vê jî berxwedaniya Kobanê  hem ji bo gelê cîhanê hem jî ji bo gelê Rojava û yên ku li Sûryeyê dijîn bû deriyê hêviyê.’’ 

‘KOBANÊ DO NAV KURDAN DE YEKÎTIYA NETEWÎ DERXISTE HOLÊ’

Narîn Efrîn got, berxwedaniya Kobanê yekem car di nav Kurdan de yekîtiya neteweyî derxist holê û anî ziman ku gelê Kurd Kobanê ji bo xwe wek ‘xeta sor’ nirxand; ‘’Berxwedaniya Kobanê dijminatiya dewleta Tirk derxist holê. Di keseyeta DAIŞ de gelê Kurd dijminên xwe baş nas kir. Dewleta Tirk tu carî destkeftiyên gelê Kurd bi xwe nedaye qebûlkirin . Hewl daye van destkeftiyan ji holê rabike. Di berxwedaniya Kobanê de jî heman helwest nîşan da. Lê ew rihê yekîtiya netewî ya ku di Kobanê de di nav Kurdan de derket holê,nehişt ku dewleta Tirk bigihije armancên xwe.

‘DI BERXWEDANIYA KOBANÊ DE YPG, GEL, GERÎLA Û PÊŞMERGE CIHÊN XWE GIRTIN’

Fermandara berxwedaniya dîrokî Efrîn, gelê Kurd naxwaze di bin destê dagirkeran de jiyan bike û ev gel dixwaze azad bijî û wiha direjî da axaftina xwe: ‘’Gelê Kurd dixwaze azad bijî. Ev gel di vê warê de gelek têgîhîştiye, dixwaze di derbarê xwe de xwe biryar bide. Lê hinek astengiyan derdixînin û dixwazin destkeftiyên vê gelê holê rabikin. Ji ber vê jî divê gelê Kurd li dijî dijminên xwe bi hevre berxwedanekî hevpar bimeşînin. Çima berxwedaniya Kobanê encam girt? Ji ber ku berxwedaniya Kobanê berxwedaniyekî hevparbû. Ji ber ku YPG, gel, gerilla û pêşmerge çûn Kobanê û di berxwedaniya Kobanê de cîh girtin.’’

‘DI VÊ DEMÊ DE PARASTINA DESTKETIYÊN KURDAN JI HER DEMÊ GIRÎNGTIR E'

Narîn Efrîn diyark kir ku, di vê demê de destkefiyên Kurdan parastin ji herdemê girîngtir e. Efrîn   îro li çar parçê Kurdistanê êrîşên li li dijî destkeftiyên Kurdan zêdetirbûne û hişyariya Rêberê Gelê Kurd Ocalan ya ku  dibe ku êrîş zêdetir bibin, ji bo pêşiya êrîşan were girtin pêwîste ‘Hêzek hevbeş, vînekî hevbeş, meclis, dîplomasiyekî hevbeş'  were avakirin bi bîrxist. Efrîn diyarkir ku divê demildest hêza parastinê ya hevbeş  were avakirin.

‘YEKÎTIYA KURDAN JI NAN Û AVÊ GIRÎNGTIR E’

Ji fermandarên berxwedana Kobanê Narîn Efrîn, got; ‘’Dewleta Tirk di dijminatiya xwe ya dij Kurdan de her tim xwest Kurdan perçe bike. Mînak; ger ku em di Kobanê de perçe bibûna, gelê Bakurê Kurdistanê piştgirî nedaya gelê Kobanê ne pêkan bû ku  em bi ser biketana. Çalakiya gelê me yê Ewropayê neba,  ne pêkan bû hêzên navneteweyî piştgiriya hewayî bidana. Bi mîlyonan endamên gelê Kurd rabû ser piyan, hêzên navneteweyî mecbûr man vê berxwedanê bibînin û piştgirî dan. Ji ber ku em bûn yek, em bi hev re têkoşiyan, berxweda  me encam girt. Ji ber vê jî yekîtî şert e. Dijî dijminên Kurdan yekîtî ji bo çar perçê Kurdistanê pêwîst e. Mînak; wextê ku DAIŞ êrîşê Başurê Kurdistan kir gêrîlla çû Kerkûk û Hewlêrê. Yanî gêrîlla negot ev ne ala min e, ev ne qada min e ez li vir şer nakim. Xwe ji gelê Kurd û Kurdistanê berpirsiyar dît. Îro kîjan perçe dibe bila bibe ger ku li li dijî gelê Kurd êrîşek çêbibe gêrîla amade ye gelê xwe biparêze. Îro gêrîlla dikare ji bo parastina Kurdistanê pêşengtiyê bike. Serhildanên gel dikare biparêze, li dijî hemû êrîşan dikare dijminên xwe têk bibe.’’

‘GELÊ KOBANÊ BI ME RE BÛ’

Efrîn got, ‘’Ger ku li pişt hêzekê gel hebe ne pêkan e  ku ew hêz têk biçe’.  Efrîn rastiya Artêşa Azad bi bîrxist  û got dema ku gel piştgirî da Artêşa Azad vê hêzê hin tiştin bi dest xistin û wiha domand,’’ Lê piştre hinek hêzên ku di bin sîwana Artêşa Azad de bûn ketin bin kontrola hêzên derve. Ji ber vê jî gel piştgiriya xwe kişand û Artêşa Azad roj bi roj winda kir. Ji ber ku Kobanê gel piştgirî da me, carnan jî ji me re pêşengtî kir em bi serketin.’’

‘DEMA PÊŞIYA ME KÊLIYÊN ŞOREŞÊ NE’

Efrîn wiha domand: ‘’Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelan e. Ji ber ku gelek hêzan xwe di nav şoreşê de dît, ketin nav şoreşê. Rêxistinbûyîna gelan îro xwe him di Bakurê Suryeyê de him jî  di Bakurê Kurdistanê de xwe rêxistin kiriye. Di Bakurê Kurdistanê de gelan îro di bin sîwana HDP’ê de rêxistinbûna xwe pêk anîne. Ev rêxistin,  rêxistina  gelê Kurd û Tirkiyeyê ye. Îro hikûmeta AKP’ê dewleta Tirkiye’yê xistiye wek girtigehekî servekirî. Ji ber vê jî divê were rêxistin, xwe him di milê leşkerî de him jî di milê civakî de xwe baş rêxistin bike, hêzeke wek hêza serhildanên Kobanê derxîne holê. Di demê pêşiya me de hinek dem hene ku dibe ev dem bibin demên şoreşê. Ev ji bo Tirkiyeyê, Başur û Rojhilatê Kurdistanê derbasdar e. Divê ev kêlî bibin kêliyên teqîna gel. Niha dewleta faşîst a Tirk, îro destkeftiyên Kobanê, Efrîn, Cizîr û Bakurê Suryeyê tehdît dike. Bersiva vê tehdîdê detpêkirina du pêngavên mezin yên ku bi vîna hemû pêkhateyên Bakurê Suryeyê, Quweta Suryeya Demokratîk pêk hatiye.’’

‘POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û TINEHESIBANDINÊ WÊ BI YEKÎTIYA GELAN A DEMOKRATÎK WERE PÛÇKIRIN’

Fermandar Efrîn herî dawî wiha got: ‘’ Têgîhîştina gelê Ereb, bi jiyana hevpar ve hêza xwe xist mîsogeriya gelên Bakurê Suryeyê. Ger ku sibê êrîş li li dijî Kantonê Efrîn, Kobanê û Cizîrê pêk were divê ne tenê gelê Kurd dijî vê êrîşê derkeve. Divê gelê Minbic, Girê Spî, Reqa û hemû gelên Bakurê Sûryeyê li li dijî vê êrîşê bisekinin. Bi vê şêwazê wê pêşiya êrîşên Tirkan were girtin.  Îro jî dewleta Tirk bi hinek  hincetan ve dixwaze Bakurê Suryeyê dagir bike. Lê pergala demokratîk a jiyana hevpar ya ku bi rêya komun û meclîsan ve li Bakurê Sûryeyê  hatiye avakirin  polîtîkayên dewleta Tirk yên  înkar û dagirkeriyê pûç dike. Îro jî ji hemû deman zêdetir pêwîstiya gelan  bi jiyana hevbeş, yekitiya neteweyî, yekîtiya gelan, avakirina netewa demokratîk heye û xwesteka azadiyê  ya ku netewa demokratîk derxistiye holê rêya rizgariya gelan e û bi  dawîlênîna polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê ye.’’