Edhem Barzanî: Ez nikarim di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bimînim

Edhem Barzanî diyar kir ku ew nikare di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bimîne û got, "Niha bi îradeya xw eji Kurdistanê derdikevim. Karên min ên li ser Tevgera Gel a Şoreşgerî dewam dikin û ez ê di demeke nêz de vegerim Kurdistanê."

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya PDK'ê Edhem Barzanî doh di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de nameyek vekirî ji Serokatiyên Herêma Federal a Kurdistanê, Iraq, Netewên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re pêşkêş kir û bal kişand ser metirsiya dagirkeriya xaka Başûr. Piştî nameya siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî li herêmê rastî hin zext û nerazîbûnan hat. Edhem Barzanî anî ziman ku ew bi ti awayî nikare di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bimîne û ji bo vê jî bi îradeya xwe ew ji Kurdistanê derdikeve. 

Siyasetmedar Edhem Barzanî li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir, li welatê ku dewleta dagirker a Tirk dagir bike û li hemberî vê hikûmeta herêmê bêdeng bimîne ez nikarim lê bimînim.

Edhem Barzanî wiha got: "Ez bi tu awayî ji axa Kurdistanê nerevîme. Di demeke nêz de ez ê bi Tevgereke Gel a Şoreşgerî vegerim ser axa xwe. Xebatên min di vî alî de hene û gel piştgiriya xwe dike. Baweriya min bi tu partiyan nîne. Tenê baweriya min bi Tevgerî Şoreşgerî heye. Ji bo vê jî xebatên min hene û di demek nêz de ez ê vegerim Kurdistanê."

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya PDK'ê Edhem Barzanî di nameya xwe ya doh de wiha gotibû:

"Wekî ku em hemû jê agahdar in di dema derbasbûyî de erdnîgariya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînanê xoşewîst bi taybet ketiye ber pêlek dijwar a dest bi serdegirtinê. Li gelek deveran artêşa dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kîlometran pêş de hatiye û xaka Kurdistanê xistiye di jêr şertên zehmet û ne yasayî ya dagirkeriya leşkerî de.

Heta niha bi dehan welatî şehîd bûne û welatiyên deverê neçar dibin ji cih û warên xwe koçber bibin. Dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê wêran dike. Bi hincetên xweparastinê warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeyek neteweyî ya Kurdan e û mîrateyek hevbeş a mirovahiya cîhanê ye, bi awayek sîstematîk û plankirî tê şewitandin û talankirin. Ez bang li desthilat û hemû aliyên berpirsyar dikim ku hemû hewldanek bikin, çi bi rêya guftûgo û danûstandinên dualî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aştî û mafê mirovan re digirin, da ku bikarin zextê bikin û sînorek li pêş sînor bezandin û dagirkeriyê bigirin.

Li gorî ezmûna borî ya dewleta Tirk, her erdnîgariyek û deverek di aliyê leşkerî de dagir kiribe, êdî ji wî cihî dernakeve. Belgeya herî zindî ya vê çendê jî Qibris û Îskenderone. Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye ku em hemû bi hevre bê dudilî vê zengê lêxin, gelek cidî nêz bibin. Wext hatiye ku em hemû rêkarên navneteweyî bigirin ber û helwesta xwe rêkbixin."