Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em bi hev re pêşî li dagirkeriyê bigirin

Edhem Barzanî nameyek ji Serokatiya Herêmê ya Kurdistanê, Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl re şand û bal kişand ser metirsiya dagirkeriyê ya li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî, di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de got; "Kurdistan ketiye ber gerek din a dagirkeriyê û talankirina xwezayê."

Barzanî diyar kir, heta niha artêşa Tirk 40 kîlometran derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê bûye û got, dewleta Tirk her cihek dagir dike, jê dernakeve. Barzanî got ku dem hatiye tev bi hevre zenga metirsiyê lêxin û pêşî li dagirkeriyê bigrîn.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de nameyek vekirî ji Serokatiyên Herêma Kurdistan, Iraq, Netewên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re pêşkêş kir û balkişand ser metirsiya dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê.

Edhem Barzanî di nameya xwe de dibêje ku Kurdistan ketiye ber pêlek din a dagirkeriya artêşa Tirk û wêrankirina xwezayê.

Barzanî dibêje; "Wekî ku em hemû jê agahdarin di dema derbasbûyî de coxrafiya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînana xoşewîst bi taybet ketiye ber pêlek dijwar a dest bi serdegirtinê. Li gelek deveran artêşa dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kîlometran pêş de hatiye û xaka Kurdistanê xistiye di jêr şertên zehmet û ne yasayî a dagirkeriya leşkerî de."

Di dewama nameyê de tê gotin ku heta niha bi dehan welatî şehîd bûne û welatiyên deverê neçar dibin ji cih û warên xwe koçber bibin.

Di derbarê wêrankariya dewleta Tirk ku li xwezaya Kurdistanê dike jî Barzanî dibêje; "Bi behaneyên xweparstinê warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeyek netewî ya Kurdane û mîrateyek hevbeş a mirovahiya cihanê ye, bi awayek sîstematîk û pilankirî tê şewitandin û talan kirin."

Edhem Barzanî ji bo pêşî lêgirtina dagirkeriyê ev bang dike; "Bang li desthilat û hemû aliyên berpirsyar dikim ku hemû hewildanek bikin, çi bi rêya giftûgo û danûstandinên dû alî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aşti û mafê mirovan re digrin, daku bikarin zextê bikin û sinorek li pêş sinor bezandin û dagirkeriyê bigrin."

Di beşek din a nameyê de Edhem Barzanî îşaret bi metirsiya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dike û wiha dibêje; "Li gorî ezmûna borî ya dewleta Tirk, her coxrafiyek û deverek di aliyê leşkerî de dagir kiribe, êdî ji wî cihî dernakeve. Belgeya herî zindî ya vê çendê jî Qibris û Îskenderiye ye. Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye ku em hemû bi hevre bê du dilî vê zengê lêxin, gelek cidî nêz bibin. Wext hatiye ku em hemû rêkarên navnetewî bigrin ber û helwesta xwe rêkbixin."