Edhem Barzanî: Êrîş neyên rawestandin, dibe Başûr ji dest biçe!

Edhem Barzanî bal kişand ser metirsiya êrîşên dagirkeriyê ya Tirkiye ya li Başûrê Kurdistanê û got: “Eger herêma Kurdistanê ji bo rawestandina êrîşan tiştekî neke, dibe herêma Kurdistanê ji dest biçe.”

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî çend rojên dawî li ser hev bal dikişîne ser êrîşên dagirkeriya Tirk û talankirina xweza û daristanên Başûrê Kurdistan. Barzanî ji ANF’ê re qala metirsî û dagirkeriya Tirk a li ser Herêma Başûrê Kurdistanê kir.

Barzanî diyar kir ku helwesta wî ya li dijî êrîşên Tirkiye yên niha li Başûrê Kurdistanê ne nû ye, berê jî bûye xwedî helwest li dijî dagirkeriya Tirk. 

Barzanî anî ziman ku berî çend salan tim wisa dihate zanîn û diyarkirin Tirkiye ji bo êrîşkirina ser PKK’ê êrîşî herêmê dike û got: “Lê ya niha tê kirin, Tirkiye cihên stratejîk û bilindahiya çiyayên Kurdisatanê dagir dike. Ev metirsî ye. Cara yekem e dibêjim, her hêzek û aliyek eger cihên bilind bixe destê xwe û kontrol bike, dikare desthilatê li ser hemû herêmê mîna Dihok, Hewlêr, Kerkûk, Mûsil û heta Tirkrît. Ji bo wê ye ku eger Tirkiye li van herêmên bilind û stratejîk bicih bibe, wê ew deverên min li jor anî ziman dagir bike.”

‘HATINA TIRKIYE JI BO DAGIRKIRINÊ YE’

Edhem Barzanî diyar kir ku her cihê Tirkiye diçe rê çêdike, elektirîk dibe û av dikişîne û wiha domand: “Ev yek a tê kirin dagirkerî ye. Desteyên Parlementoya Herêma Kurdistanê çûne wan cihan û rapora xwe amade kirin û bal kişandin ser wê yekê ya leşkerên Tirk dike, ji bo dagirkirinê ye.”

‘BERÎ PEYMANA LOZAN BIQEDE TIRKIYE DIXWAZE KURDISTANÊ DAGIR BIKE’

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî qala stratejiya şer a artêşa Tirk a dagirker a herêmê kir û wiha pêde çû: “Em ber bi dawîbûna Peymana Lozanê ve diçin. Peymana sala 2023’an dawî dibe. Li gorî peymanê ku berî sed salî hatiye îmzekirin Tirkiye neçar mabû ku bê şer Mûsil radestî Iraqê bike. Lê ji wê rojê heta îro Tirkiye tim di nava hewldanan de ye ku parêzgeha Mûsil bike parçeyek ji xaka Tirkiye. Li gorî ezmûn û tecrûbeyên xwe yên siyasî 2 sal maye ji bo dawîbûna peymanê, eger ku hêzek mezin hatiye, dîsa ji bo dawîbûna peymanê 2 sal meye, ew jî bi temamî dest danîna ser xaka Başûrê Kurdistanê ye.”

‘DIVÊ HIKÛMET, PARLEMENTO Û HERÊM, DÎSA PE, KOMKARA EREB Û IRAQ LI SER VÊ MIJARÊ KOM BIBIN; MIJAR METIRSÎDAR E’

Têkildarî mijara çareserî û helwestên li dijî van êrîş û hewldanên pêşîgirtina dagirkeriya Tirk jî Edhem Barzanî got: “Di peyameke xwe ya berî niha de min bang li her serokê Hikûmet, Parlemento û Herêmê û Yekîtiya Ewropa û dîsa Komkara Ereb kiribû û ji wan xwestibû ku ji bo rawestandina dagikeriya Tirkiye û taybetî welatên Komkara Ereban kiribû bibin xwedî helwest. Ji ber ku em bixwazin û nexwazin jî di rewşa heyî de Başûrê Kurdistanê li ser Hikûmeta Iraqê ye, Iraq jî endamê Komkara Ereban e. Divê hemû ew hêzên bandora wan li ser Herêma Kurdistanê hene, li vê mijara heyî baldar bin. Ji ber ku ev mijar pirsgirêkên mezin çêdike.”

‘EGER KURD ZÛ NEBIN XWEDÎ HELWEST, WÊ MEZIN WINDA BIKIN’

Barzanî bal kişand her cihê leşkerên Tirkiye biçe, jê dernakeve û xwe bicih dike, Qibris û Sûriye jî nimûne da û ev nirxandin kir: “Li gorî min barekî gelek giran e. Hem ji bo Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo Iraqê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê wê di warê canî û madî de zehmetî bikişîne. Erkê hemû hîzbên siyasî û rêveberên siyasî, dîsa erkê hemû ferdên bi şeref ên Kurdistanê ye ku li hember vê rewşê baldar bin li asta êrîşên niha tên kirin. Li gorî min êrîş wê berfirehtir bibin, dibe hinek navçe ji destê Herêma Kurdistanê jî derbikeve. Ji bo wê ye çiqas zû be têkildarî vê mijarê kar bê kirin, ji ber ku her direngtir bikeve, girantir dibe û ji dest derdikeve.”

HEWLDANÊN JI BO PÊŞÎGIRTINA LI ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Edhem Barzanî piştevaniya xwe ya ji bo her hewldan û karê ku pêşî li êrîşan dewleta Tirk a dagirker bigire nîşan da û got: “Hinek hevalên min ji bo pêşîgirtina êrîşên dagirkeriya Tirkiye kar dikin. Ez jî piştevaniya xwe ya ji bo her kar û hewldanên pêşiya êrîşan bigire û dawî li dagirkeriya Tirkiye bîne, didin nîşandan.”

Barzanî herî dawî got, "Çûyîna min darve seferekî asayî ye, hinek jî ji bo çareseriyê ye.”