Ebûbekir Sezek li Mexmûrê hate bîranîn

Şehîdê kedê Ebûbekir Sezek (Akîf Bilikî) li Kampa Penaberan a Mexmûrê hate bîranîn.

Ji bo Ebûbekir Sezek ku 12'ê Tebaxê ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da, li saziya Malbatên Şehîdan merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Kurê Ebûbekir Sezek Yûnûs Sezek bi navê malbatê axivî û diyar kir ku ji ber vê helwesta xelkê Mexmûrê ya xwedîderketina li hev ew kêfxweş e.

Yûnûs Sezek sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gerîla û xelkê Mexmûrê re xwest.

Sûltan Yildiztan bi navê Saziya Malbatên Şehîdan axivî û got, "Bi saya kesayetên xwe yên kedkar ên bi salan mîna hevalê Akîf em gihîştin vê astê. Şoreşa me bi keda van kesayetan ewqasî mezin bû."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û Şehîd namirin" bi dawî bû.