Ebadî biryara jikarstendina waliyê Kerkûkê Kerîm îmze kir

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî biryara jikarstendina waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm îmze kir. Biryar gihişt Serokatiya Meclîsa Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî biryara jikarstendina waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm îmze kir. Parlamenta Iraqê ji bo pêşîlegirtina referandûmê Ebadî peywirdar kiribû û piştî ku Ebadî biryara jikarstendinê îmze kir ji bo pesendkirinê şand parlamentê.

Ofîsa Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cûbûrî ragihand, biryara ku Ebadî îmze kiriye gihiştiye wan.

Di rûniştina 12'ê Îlonê ya parlamenta Iraqê de biryar hatibû stendin ku referandûma li Başûrê Kurdistanê were redkirin û ji bo tevdîran jî Ebadî hatibû peywirdarkirin. Parlamenterên Kurd ên li parlamenta Iraqê jî Civata Giştî terikandibûn.

Hin parlamenterên parlamenta Iraqê di dawiya meha Tebaxê de ji bo ku Kerîm ji peywirê were stendin, dest bi komkirina îmzeyan kiribûn. Endamê Partiya Dewleta Kanûnan Kazim El Seyyadî gotibû ku divê Necmedîn Kerîm ji peywirê were stendin û artêşa Iraqê jî gotibû ku divê polîsên wan vegerin Kerkûkê.