Dundar a HDP'î: Em jî we nas nakin

Desteserkirina Şaredariya Qoserê hate şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar bang li gel kir ku sibe li pêşiya avahiya şaredariyê li hev kom bibe.

HDP'iyên ku piştî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Qoserê derbasî pêşiya avahiya şaredariyê bûn, li vir daxuyaniyek dan çapameniyê. Hevşaredarên Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz û Zeynî Îpek, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de destpêkê hevşaredar Yilmaz axivî û diyar kir ku tayînkirina qeyûm nehiqûqî ye û wê qeyûm careke din qebûl nekin.

'DARBE DUBARE BÛ'

Piştî Ylmaz Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî. Ji ber salvegera darbeya 4'ê mijdara 2016'an a li hemberî partiya wan Dundar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vê rojê û bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî partiya wan da. Dundar diyar kir ku darbeya beriya 3 salan a li hemberî partiya wan xwe dubare kiriye û wiha got: "Darbeya siyasî didome. Ev darbe darbeyeke siyasî ye. Îro Tirkiye bûye desthilata qeyûman. Ev desthilat, desthilata diziyê ye. Dibêjin ku me nas nakin, Em jî ji wan re dibêjin; hûn me nas bikin jî nekin jî em xwe nas dikim. Em jî we nas nakin. Vê desthilatê nas nakin. Em dizan nas nakin."

'WÊ ŞAREDARIYÊN ME NEKEVIN'

Dundar, diyar kir ku polîtîkaya qeyûman ji ber encamnegirtina êrîşa AKP-MHP'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û daxuyaniya Erdogan "Kobanê ket dikeve" bi bîr xist û ev tişt got: "Gotin 'Kobanê ket dikeve', lê Rojava neket. Desthilat hewl dide xwe bi ser şaredariyan de tatmîn bike. Çawa ku Kobanê neket, çawa ku Rojava neket, wê îro şaredariyên me jî nekevin. Qoser nekeve. Mêrdîn nekeve. Nisêbîn nekeve. Wan nekeve. Amed nekeve. Kurdistan nekeve. Bila êdî ev desthilat dev ji van xeyalên xwe berde û ji bîr bike. Wê ev xeyala wê pêk neye. Dê vî xeyalê wê di bin axê de bifetise û biçe."

'DIXWAZIN DIZIYA XWE BERDEWAM BIKIN'

Dundar, di berdewamê de jî destnîşan kir ku desthilatê hê jî bersiv nedaya texrîbatên qeyûman ên li hemberî şaredariyên DBP'ê û wiha pêde çû: "Ji Wezarî Karên Hundir bigirin heta wezîrên din ji diziyê xwedî dibin. Dixwazin vê diziya xwe bidomînin. Wê bi tayînkirina qeyûman vîna gel teslîm neyê girtin. Em ê li dijî qeyûman têbikoşin. "

BANGA LI GEL

Dundar herî dawî destnîşan kir ku dê sibê li pêşiya şaredariyê bi beşdariya parlamenteran, li dijî tayînkirina qeyûman daxuyaniyekî bidin çapameniyê û bang li gel kir ku piştgirî bidin çalakiya wan.