Du zarokên pê li mayînê kirin jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Qilaban a Şirnexê du zarok di baxçeyê li pişt qereqolê de lîstik dilîstin. Her du zarok di encama pêlêkirina mayînê de jiyana xwe ji dest dan.