Du keyayên li Wanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Li Wanê, du keyayên ku beriya niha qeyûm li şûna wan hatibûn bicihkirin û 31'ê Adarê ji nû ve hatin hilbijartin, careke din ji aliyê rejîmê ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Li Wanê, du keyayên ku beriya niha qeyûm li şûna wan hatibûn bicihkirin û 31'ê Adarê ji nû ve hatin hilbijartin, careke din ji aliyê rejîmê ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Li navçeya Artemêtan a Wanê, keyayê taxa Suphanê Ayhan Komî û keyayê taxa Şabaniyeyê Çetîn, 15'ê Cotmeha 2018'an bi fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatibûn bicihkirin.
Keya Komî û Çetîn di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de careke din hatin hilbijartin. Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Artemêtanê Atif Çîçeklî serî li Wezareta Karên Hundir a Tirk da û xwest, her du keya ji wezîfeyê bûn dûrxistin.
Li ser vê yekê her du keya ji wezîfeyê hatin dûrxistin û biryar jî tenê bi devkî ji wan re hate ragihandin.
10 KEYATIYÊN LI CIHÊ HATIBÛN XESPKIRIN
Qeymeqamtiya Tirk a li Licê jî heman daxwaz kiribû û di encamê de 10 keyayên taxan ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.