Du kesên di raperîna Şêladizê de şehîd bûn hatin veşartin

Cenazeyên du kesên di dema çalakiyên dijî bomberdûman û dagirkeriya Tirk de şehîd bûn, hatin veşartin.

Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk, roja Çarşemê 4 sivîl li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbûn û Şemiyê gel nerazîbûn nîşanî vê dabû, avêtibû ser leşkergeha Tirk a li Sirê, lê careke din bûbû hedefa êrîşan.

Ji ber êrîşa leşkerên Tirk 2 kes şehîd bûbûn, ku yek jê zarokekî 12 salî bû. Di dema bomberdûmana balafirên şer de mirovekî temendirêj krîza dil derbas kir û şehîd bû.

Şêniyên Şêladizê vê carê ji bo veşartina cenazeyên şehîdan li hev civiya û cenazeyên 2 şehîdan spartin axê.

Di vê navberê de Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina leşkergehên Tirk leşke şand herêmê. Li herêmê rewş niha bêdeng e.

PÊŞMERGE JÎ WÊ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BIBIN

Pêşmergeyekî Zêrevanî yê nexweş navê xwe eşkere bike ji RojNewsê re ragihand ku pêşmerge wê li dijî leşkergehên dewleta Tirk çalakiyê li dar bixin û got, piraniya pêşmergeyan li dijî dagirkeriyê bi gel re ne.