Dr. Mehmûd Osman: Mijar PKK nîne, dagirkirina xaka Kurdistanê ye

Siyasetmedar Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin û got, “Mijar PKK nîne, dagirkirina xaka Kurdisanê ye. Divê rêxistin û partiyên Kurdan li hev bi şêwirin, yekîtiya netewî pêk bînin.”

Ji 23’yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê Metîna, Zap û Avaşînê dike. Dixwaze pêş de biçe û wan herêman dagir bike. Li hemberî wê Hêzên Parastina Gel (HPG) destanên lehengiyê û berxwedanê li hemberî wan êrîşan, nîşan didin. Bi êrîşa dewlet Tirk a dagirker re asta pêwîstiya yekitiya neteweya ya Kurd hîn zêdetir hat xuyakirin.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman, têkildarî êrîşên dagirkirinê, helwesta hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurditanê û yekitiya neteweyî ji ANF’ê re axivî

‘ZÊDETIRÎ 35 SAL E TI ENCAM BI DEST NEXITIYE’

Osman anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye û got, “Hikûmeta Erdogan û Enqere timî li dijî deskeftiyên Kurdan e û ti carê girîngiyê bi mafê Kurdan nade. Ev desthilatdar ji derveyî Tirkbûnê girîngiyê bi ti mafên neteweyên din nade. Tirkbûnê li ser gelan ferz dike. Pirsgirêka sereke Enqere ye û zêdetirî 35 sal e li dijî Kurdan şer dikin, lê heta niha tu encam bidest nexistiye. Her gavê êrîşî Bakur, Başûr û Rojava dike û bi tu awayî encam bidest nexistiye.”

‘MIJAR DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE’

Osman da zanîn ku Tirkiye li dijî Kurdan siyaseta nîjadperestiyê dike û wiha dom kir: “Di vir de sûcdarê esasî Enqere ye. Siyaseta Tirkiyeyê siyasetekî nîjadperestiye. Terora dewletê li dijî Kurdan dimeşîne. Êrîşên dagirkeriyên yên niha hîn zêdetir û berfirehin. Mijar PKK nîne, mijar Kurdin û dagirkirina xaka Kurdisanê ye. Di her alî de êrîşî Kurdan dike. Rêveberiya Enqerê siyasetekî wiha li dijî Kurdan dimeşîne. Ev siyasetekî şaş û xirabe li dijî Kurdan.”

‘DIVÊ HÎKÛMETA IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN’

Osman, bal kişand li ser bêdengiya hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Berê ji min anîbû ziman, divê Iraq li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Iraqê serweriya xaka Iraqê binpê dike û divê li qada navneteweyî gilî bike. Divê daxwaz bike ku hemû navend û bingehên leşkerî yên Tirkiyeyê werin valekirin û ji axa herêmê bên derxistin. Dema em li vê yekê dinêrin, wisa dixuyê ku hikûmeta Iraqê jî bi veşartî di hinek mijaran de li gel Tirkiye ye. Dibe tifaqên hê ji demê Saddam Huseyîn hebin, ji bo wê bêdeng bin. Dîsa ligel Iraqê, Hikûmeta Herêmê jî bêdeng e. Ji bo wê ye ku Tirkiye bi kêfa xwe û dîsa bi piştevaniya Emerîka bi dehan care sînor derbas dike û êrîşên xwe pêk tîne. Ewropa, saziyên Neteweyên Yekbûyî bêdeng in. Emerîka û Rûsya li gel Tirkiye ye, ji bo vê Tirkiye bi hêz û cesaret ji van digire bi kêfa xwe li Rojava, Başûr û Bakur êrîş dike.

Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî êrîşan bêdeng nemîne. Dîsa Iraq divê li qadên navneteweyî giliyê Tırkiye bike. Mixabin bêdeng in, ev bêdengî şaş e. Divê helwesta xwe ya li dijî vê nîşan bidin. Daxwaz ji Tirkiye bikin ku dawî li êrîşên xwe bînin, hêzên xwe vekişînin.

Dîsa divê herêma Kurdisanê li gel PKK’ê di nava diyalogê de be, di nava xwe de li hev bikin, bê ka wê çi bikin, çawa tevger bikin. Divê diyalog di nava Kurdan de bê kirin, diyalog şert e. Bi rengekê bikarin li hev bikin, îtifaq pêk bînin. Rê nedin ku Tirkiye bi vê siyaseta li herêmê bidomîne. Divê PKK û PDK bi diyalogê pirsgirêkên hene çareser bikin.”

‘ŞERÊ BIRAKUJÎ XETA SOR E’

Osman bilêv kir ku dewleta Tirk dixwaze li ser axa Kurdistanê, Kurd li hev bikevin û ev tişt got: “Kurdan ji şerê birakujî dersekî dîrokî girtiye. Şerê di navxweyî di nava Kurdan de xeta sor e. Dewleta Tirk dixwaze di nava Kurdan de şer derxe. Lê ev ne gengaz e. Êdî Kurd şerê Kurd nake. Ev xeta sore ji bo Kurdan”

YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin û wiha got: “Yekîtiya neteweyî ji her tiştê girîngtir û pêwîste. Divê hemû rêxistin û partiyên Kurdan di nava diyalogê de bin û bi hevdû re alîkar bin. Divê rojek berî rojekê yekitiya neteweyî were avakirin. Ev girîng û pêwîstiyekî lezgîne. Dijmînê me yek in, Iraq, Îran, Sûrye û Tirkiye. Ji bo vê yekê divê em di nava xwede yek bin. Divê Kurd bi hevdû re alîkar bin û derfet nedin ku planên Tirkiyeyê bi ser bikeve.”