Dr. Fayîze: Tişta min li baregehê dît ez şok kirim

Bijîşka Zarokan Dr. Fayîze Xetab behsa bûyerên baregeheke taybet ya proseya Enfal kir û got, “Pir hovane nêzîkî girtiyan dibûn û ji hemûyan bêhna mirinê dihat.”

Proseya bi navê Enfalê di heşt qonaxên cuda de  ji bo tunekirina Kurdan bi awayekî herî hovane û tirsnak li navçeyên cûr bi cûr ên Kurdistanê pêk hatiye.

Piştî sekinîna şerê di navbera Iraq û Îranê ya 08.08.1988’an artêşa Iraqê hemû hêzên li navçeyên sînorî roja 28’ê Tebaxa 1988’an ji bo eniyên Enfalê vekişand, rejîma Baas qonaxa dawî ya proseya Enfalê pêk anî û dor li gund, dol û çiyayên navçeyên Zawêtê, Etrûş, Amêdiyê, Serseng, Çiyayê Metîna, Çiyayê Garê û her du aliyê ava Zapê girt.

Ji bo tirsandina çavê gel destpêkê bi kîmyabaranê êrîş kirin, piştî kîmyabaraneke dijwar rejîmê roja 28.08.1988 dest bi êrîşa bejahî kir. Ew pêle ji rojavayê Zaxo het bi Amêdiyê ve dirêjî bûye û ji başûr û rojhilat jî Şêxan û Akrê girte nava xwe.

Rejîma Baasê bi çekên kîmyewî gundên Bêgova, Kanî Masî, Rûsî, Zêwê, Bîrcînî, Gêzî, Mêrgetê, Balûke û Tîlakro bombebaran kir. Enfala heştemîn piştî sekinîna şerê heşt salî ya di navbera Îran û Iraqê de qewimî.

Piştî rûxîna hemû gundên wê navçeyê roja 6’ê Îlonê dawîhatina Enfalê hat ragihandin û dawî li proseya bi navê Enfalê hat.

Ew qonaxa proseya Enfalê bû sedemê kavilkirina nêzî 4 hezar gund, 4 qeza, 30 nahiye, 3100 mizgeft û 100 dêr. Her wiha bûye sedemê talanbirina 2 milyon sewal.

Bijîşka Zarokan Doktor Fayîze Xetab ku hem şahidê wê pêvajoyê ye û hem jî di wê pêvajoyê de li nexweşxaneya Kerkûkê berpirsê beşa zarokan bû, weke karê bijîşkî derman dabûne wê ku serdana gundê Topizava yê bajarê Kerkûkê bike ku yek ji baregehên leşkerî ya taybet ji bo destgîrkirina welatiyên Kurd ya bi armanca komkujkirina wan lê bû bike. Bi wesîleya 34’emîn salvegera bi dawîhatina proseya Enfalê Dr Fayîze ji ANF’ê re bûyerên wê demê ku şahidiya wan kirî vegot.

‘YA MIN BI ÇAVÊ XWE DÎT EZMÛNEKE PIR NEBAŞ BÛ’

Dr. Fayîze diyar kir ku sala 1988’an ango pêvajoya Enfalê ew berpirsê beşa zarokan a nexweşxaneya Kerkûkê bûye û got, “Wê demê ji aliyê rêveberê nexweşxaneyê hatim vexwandin û ji min xwestin ku ji bo muayenekirina çend nexweşan serdana navçeya Topizava bikim. Dema em çûn du kesên din ligel min bûn. Yek ji wan dermansazeke Kurdî yê ji taxa Îmam Qasim ê bi navê Xalid bû û yê din jî yekî Ereb bû. Du wesayîtên leşkerî bi me re hatin, dema em gihîştin me dît ku ew der ne navenda tendirustiyê ya Topizava ye, belku baregeha leşkerî ya Topizava bû. Ya min li baregeha Topizava bi çavên xwe dîtî ezmûneke pir nebaş bû.”

‘TIŞTA MIN LI WÊ BAREGEHÊ DÎT EZ ŞOK KIRIM’

Dr. Fayîze di dewama vegotinên xwe de bal kişande ser rewşa baregeha Topizava û wiha pêde çû; “Dema em çûne hundirê baregehê me dît ku girtiyên tê de li ser çend salonan hatibûn dabeşkirin, zilam û jin û zarok ji hev cuda kiribûn. Her wiha hemû ditirsiyan û ji ber êşa xwe diqêriyan û digotin em dimirin. Ez çûme yek ji wan salonan ku nêzî 80 jin û zarokê tê de bûn. Jinên ducanî jî di nava wan de hebû. Wê dîmenê ez şok kirim. Dema min xwest biçim ku rewşa wan kesan bipirsim, efserekî berpirsê salonê rê neda min.”

‘NEFESA MIRINÊ DIDAN’

Dr. Fayîze Xetab wiha dirêjî da axaftina xwe; “Bi awayekî pir dirindane nêzîkî wan welatiyên Kurd ên di nava baregehê de bûn dibûn. Bêhneke pir nexweş li salonan dihat, bêhna vereşandin û virikê jê dihatin. Hemû bi nexweşiyên pir pîs û xirab ketibûn, leş û çermên wan zuwa bibû û çavên wan kûr çûbû. Nefesa mirinê didan. Yek ji jinên ducanî hebû ku di nava hefteyekê de wê zarokê wê çêbibûye, min efser agahdar kir ku pêwîstiya wê jinê bi çavdêriyê heye, lê wî efserî ji min re got ku çi ji te re. Dema em ji baregehê vegeriyan, ez û Kak Xalid ê dermansaz şok bibûn û dema vegerê de em qet neaxivîn. Heta demek dirêj ji ber wê şokê min li malê jî nediaxivî.”

‘MIXABIN ÇARENÛSA WAN ZAROKAN ZINDÎ BINAXBÛYÎN BÛ’

Dr. Fayîze behsa çarenûsa wan nexweşan kir û got, “Roja duyemîn ez vegeriyam ser kar, min xwest rewşa nexweşxanê bizanim lê min dît ku kesek nemaye. Dema min pirsî bê ka çûne ku derê gotin ‘nayê zanîn, tenê saet 4’ê siharê artêşa Baasê ew birin û rewşa tendirûstiya wan pir nebaş bû’. Mixabin em hemû dizanin ku dema ew veguhestin çolên başûrê Iraqê û Qelayê (Nogre Selman) ku li nêzî çolên sînorê Erebistanê ye, çarenûsa wan zarokan zindî binaxbûyîn bû. Ev jî karesateke pir mezin bû.”

‘REJÎMA BAAS TÊK ÇÛ Û KURD SERBILIND MAN’

Di dawiyê de Bijîşka Zarokan a Kerkûkî Dr. Fayîze Xetab wiha axaftina xwe bidawî kir; “Piştî vê karesatê gelek pirs di serê min de çêbûn bê ka di demekê de ku di navbera neteweyên Iraqê de xwişk û biratî heye, çima hizba Baas hewl da Kurdan tune bike û çima cîhan bêdeng e? Hizba Baas bi şêweyeke plankirî hewl da nasnameya gelê Kurd tune bike, lê xeyalên wan vala bû û rejîma Baas têk çû û gelê Kurd dîsa bi serbilindî ma.”