Dr. Erdal: Gerîla bersivê dide

Dr. Bahoz Erdal: Di navbera me û dewleta Tirk de şerekî mezin heye. Ya li Xakurkê wê ne bibe operasyona wan a destpêkê ne jî ya dawiyê. Bêguman gerîlayên Kurdistanê bersiva pêwîst didin wan.

Ji fermandarên biryargeha navendî ya HPG'ê Dr. Bahoz Erdal, bi wesîleya salvegera 15'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê bersiv da pirsên Stêrk TV.

Dr. Bahoz Erdal bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî komploya navneteweyî gaveke stratejîk avêt û piştî sala 1999'an agirbest da destpêkirin.

Dr. Erdal diyar kir, Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya meseleya Kurd şensek da dewleta Tirk, lê belê dewleta Tirk baş bi kar neanî, bi sivikî nêzî mijarê bû û got, salên 2002 û 2003'an wan eşkere kirin ku ji bilî tasfiyekirina wan ti armanceke din a dewleta Tirk nîne.

Erdal bi bîr xist, wê demê hêzên navneteweyî bi Iraqê re dest bi destwerdaneke nû li Rojhilata Navîn kiribûn û got, "Dixwestin di vê destwerdanê de şoreşa Kurdistanê ji rewşa aktorekî aktîf derxînin. Dixwestin Kurdan bikin amûrek ku karibin li ser wan bazarê bikin. Bi vî rengî eger bidomiya wê zerar li doz û gelê me bihata. Lewma sala 2002'an di nava me de nîqaşê dest pê kir. Nepêkan bû ku agirbesta yekalî bi vî rengî bidome; ev yek ji bo gelê me, ji bo me dihate wateya bêtêkoşîn û teslîmiyetê. Ji bo tevgera me wergirtina biryara pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an ji aliyê berxwedan, têkoşîn û jiyanî ve pêwîstiyeke dîrokî bû. Ji bo gelê me jî israra di azadî û berxwedanê de bû."

Erdal anî ziman ku teslîmiyet li wan dihate ferzkirin, ji gerîla re dihate gotin 'Ya wê teslîm bibe ya jî tine bibe' û destnîşan kir, gerîla û gel biryara xwe ji bo berxwedan û azadiyê da.

Erdal anî ziman, biryara pêngava 1'ê Hezîranê dihate wê wateyê ku Kurd wê di hevsengiya nû ya Rojhilata Navîn de bibe hêzeke xwedî îrade û bi bandor, ya jî bibe hêzeke cîhgir.

Dr. Erdal diyar kir, pêngava 1'ê Hezîranê biryara şerekî nû nebû û got, li dijî êşkence, zilm, operasyon û siyaseta înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk israra di xeta berxwedanê de bû.

BANDOR Û ENCAMA PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ

Der barê encamên pêngavê de Erdal got, "Doza Kurdistanê gihîşt asta çareseriya siyasî. Encama herî mezin ev e. Ji ber ku ya ku herî zêde dewleta Tirk jê aciz e ev e. Wan timî dixwestin ku meseleya Kurd di çarçoveya 'terorê û meseleya ewlekariyê' de binirxînin. Lê belê têkoşîna 15 salên dawî kir ku meseleya Kurd ji aliyê siyasî, çandî, dîrokî û aborî ve bixe rojeva Tirkiyeyê."

Dr. Bahoz Erdal der barê bandora pêngavê li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê got, "Pêngava 1'ê Hezîranê li Bakurê Kurdistanê hêz da gelê me, hêviyeke mezin afirand, pêşî vekir ku karibe dengê xwe bilind bike û zemînê xwerêxistinkirinê afirand. Ji aliyê siyasî ve yekîtiya gelê me xurt kir û kir ku têkoşîna xwe ya civakî bi pêş ve bibe.

Li Başûrê Kurdistanê, hêzên ku em rexne dikirin piştre fêda wê dîtin; dîtin ku bi çi rengî bi kêrî Başûr tê. Wan digotin, 'Dema berxwedana li ser xeta gerîla û mezinkirina vê xetê derbas bûye', lê sala 2008'an dema ku AKP'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, gefên 'Ez federaliyê qebûl nakim, ew çend lîderên eşîran e, xwe bi çi dihesibînin'. Êrîşî Zapê kir û ev yek di heman demê de êrîşa li dijî Başûrê Kurdistanê bû. Gelê me yê Başûr dît ku gerîlayên Kurdistanê nebe, wê berjewendiyên Başûrê Kurdistanê ti carî nikaribin bên parastin.

Bi pêngava 1'ê Hezîranê re gerîla xurt bû, nû bû. Dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir, kes bi alîkariya gelê Başûr neçû. Rêveberiya Başûr alîkarî ji Erdogan xwest, lê belê fîşekek jî neda û alîkarî da DAÎŞ'ê. Kî bi alîkariya Başûr ve çû? Gerîla bi alîkariyê ve çû. Eger statuya li Başûr hate xurtkirin û parastin, di nav de rola Pêngava 1'ê Hezîranê û têkoşîna gerîla heye.

Ne tenê li Başûr, eger Pêngava 1'ê Hezîranê nebûya wê gerîla ji holê rabûya. Wê Şoreşa Rojava pêk nehatibûya, wê DAÎŞ nehatibûya rawestandin. Eger niha li Rojhilata Navîn giraniya Kurd û Kurdistanê heye, eger partî û hemû parçe weke rastiyekê tên dîtin û dikarin dostaniyê bikin, ev yek encama Pêngava 1'ê Hezîranê ye. Parçeyên Kurdistanê hemû xurt bûn."

NIHA LI HER DEVERA KURDISTANÊ BERXWEDANEKE MEZIN A GERÎLA HEYE

Erdal her wiha bal kişand ser şerê dema dawî yê li Kurdistanê û got, "Niha li her devera Kurdistanê berxwedaneke mezin a gerîla heye û bêguman her roj berdêl tên dayin. Divê em zanibin; îro li her devera Kurdistanê şer heye. Ji bilî Kobra û wesayitên din her roj bi dehan balafir radibin, bi hezaran leşker tên şer. Yanî li vî welatî şerekî mezin heye. Gerîla bi fedakarî, bi sebr, bi îrade û berdêlan şerekî dîrokî, berxwedaneke mezin dimeşîne. Gerîla bi vî rengî êrîşên dagirkeran û siyaseta tasfiyekirinê têk dibe. Çawa ku gerîla di nava 40 salî de bi taybetî di nava 15 salan de di vê ezmûna mezin de bi ser ket, wê ji niha û pê ve jî konseptên êrîşê, operasyon û siyaseta êrîşkariyê têk birin, wê ji niha û pê ve jî fatûreya vî şerî bi rengekî giran li dewleta Tirk bibire.

GERÎLAYÊN KURDISTANÊ BERSIVA PÊWÎST DIDE WAN

Der barê şerê Xakurkê jî Erdal got, "Di navbera me û dewleta Tirk de li Kurdistanê şerekî mezin heye. Li Bakurê Kurdistanê li her devera ku firsendê dibînin operasyonan dikin. Li Rojavayê Kurdistanê dema ku firsendê dibînin dixwazin êrîş bikin. Li Başûrê Kurdistanê jî rewş bi vî rengî ye. Operasyonên li Xakurkê wê ne yên destpêkê, ne jî yên dawî bin. Yanî 35 sal in operasyonan dikin. Ji xwe her roj bi balafirên şer êrîş dikin. Yanî li Başûrê Kurdistanê jî şer heye. Dagirkeriya Tirk û helwesta partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibin, Başûrê Kurdistanê vediguherîne qada şer. Şerê li dijî dewleta Tirk ji bo tevgera gerîla tiştekî nû nîne ku tevgera gerîla xwedî tecrûbeya 35 salî ye. Çawa ku di nava 35 salan de bê encam hatin hiştin, êrîşên li Xakurkê jî wê bê encam bên hiştin. Sala derbasbûyî carekê ceribandin, hatin li ser girekî bi cih bûn û ji hingî ve bi rengekî giran fatûreya wê didin. Her roj gelek leşker tên kuştin. Ev ji bo wan ne tiştekî hêsan e mîna çûyîna pîknîkê. Di her gavê de bêguman gerîlayên Kurdistanê bersiva pêwîst didin wan. Gerîla xwedî tecrûbe ye; rê û rêbazên vê yekê peyda dikin. Di berxwedana gerîla de pirsgirêk nîne. Li Başûr, Bakur an jî devereke din a Kurdistanê be, li ku derê êrîş hate kirin wê gerîla parastina Kurd û Kurdistanê weke wezîfeyeke neteweyî bikin."