Dozgeriya Tirk xwest hevşaredar Ozdemîr bi 22 salan bê cezakirin

Hevşaredarê Sûrê yê Cemal Ozdemîr ku wezîfeya wî hate desteserkirin, tê xwestin ku bi 22 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Rûniştina destpêkê ya doza li dijî Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Ozdemîr ê li Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê girtî ye bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû.

Parêzer Şîlan Çelîk û Mehmet Oner li rûniştinê amade bûn.

Tevî dayika Ozdemîr Enzîle Ozdemîr û hevsera wî Salîhe Ozdemîr, parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û gelek kes tevlî bûn.

Ozdemîr bi bîr xist ku 3 meh in bi îdîayên bêbingeh tê darizandin.

Dozgeriyê jî nêrîna xwe pêşkêşî heyeta dadgehê kir û xwest ji 9 heta 22 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Heyeta dadgehê biryar da ku Ozdemîr girtî bimîne û rûniştin ji bo 16'ê Nîsanê taloq kir.