Doza wekîlê berê yê HDP'ê Onder bi ya Doza Kobanê re kirin yek

Dozeke wekîlê berê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder bi Doza Kobanê re kirin yek.

Tevlêbûna Onder a li bernameYên KCD'ê û axaftinên wî bûbûn mijara dozê.

Ev doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê hatî vekirin bi dDoza Kobanê re kirin yek.

Dadgeha Cezayê Giran a 22'an a Enqerê di bersivê de ku dabû muzakereya Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê got, du doz têkilî hev in.

Şandeya dadgeha ku li Amedê pêk hatî biryar li ser da ku du dozan bike yek.

Dozgerê Komara Tirk jîxwest ku du dosya bibin yek.