Doza Mehmet Sîncar: Kujer pergal bixwe ye, dewlet e

Li Amedê di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin tê xwestin bi bihurîna demê ser doza Mehmet Sîncar were girtin û hate gotin, ''Kujer dewlet bixwe ye''.

Têkilî Doza Mehmet Sîncar ku 6'ê Îlonê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê wê pêk were, li Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar 4'ê Îlona 1993'yan li Êlihê hatibû kuştin. 

Li civînê Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar, Serekwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Endamê Komîsyoan Hiqûqê ya HDP'ê Serhat Eren û Serokê Şûbeya ÎHD'ê Abdullah Zeytûn hazir bûn.

Zeytûn têkilî dozê got,''Dosyaya dozê Gulanê radestî dozgeriyê hate kirin, li gel ku 6 meh di ser re bihurîne jî hê mutalea nehatiye dayin. Li Tirkiyê rewşa bihurîna demê heye. Li ser sûcên dijî mirovahiyê bihurîna demê nikare were bicihanîn. Di hiqûqa gerdûnî de tiştekî wiha nîne.''

Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar li daxuyaniya çapemeniyê axivî, got, ''Kujer Tansû Çîller û gelek kesên din in. Kujer rojekê helbet wê derkevin holê. Li Tirkiyê dadmendî nîne. Heke hebûya bihurîna demê nedibû. Kujer pergal bixwe ye, dewlet e. Ew lehengên gel bûn. Ji bo rûmet û mafên xwe hebûn. Serê me bi wan bilind e û em ê tim li wan xwedî derkevin. Bila dewlet jî û her kes jî zanibe ku hûn sûcdar in.''

Meral Daniş Beştaş jî got, ''AKP ya ku sala 2002'yan hatî ser desthilatê got ew ê bi ser van kuştinan de biçe lê dev jê biqerin ku bi ser de biçe, cinayetên nû bi xwe re anî û bi dildarî xwe da ber ku ser sûcên berê bigire.''

Beştaş bi domdarî diyar kir desthilat di van dozan de her carê du vebijêrkan destnîşan dike û got, ''An bihurîna demê an cezanekirin. Ji bo ku Kurdan bikujin rê li van biryaran tê vekirin. Li vî welatî kujer nayên cezakirin. Bi milyonan delîl hene lê nayên cezakirin, berevajî, têne xelatkirin. Aqilê wan kesên ku siyasetmedarên Kurd kuştin îro bi rehînkirinê didome. Em kujeran û piştemêrên wan nas dikin. Gefên wan bandorê li ser me nakin, em ê têbikoşin û bi ser bikevin. Sîcar şehîdê me yê demokrasiyê ye û wekîlê hemû welatiyên Tirkiyê ye. Heke wekîlê partiyekê dî bûya di demeke kurt de wê bihatana girtin .Sîncar ne bêxwedî ye.''