Doza Çinarê: Ji bo 2 kesan carekî muebet û 515 sal û 8 meh ceza

Ji bo Nûrettîn Cengîz û Mûstefa Argin ên ji ber çalakiya sala 2016’an ya li dijî Midûyeta Emniyeta Çinarê doz li wan hatibû vekirin, carekî muebet, 515 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatin birîn.

Rûniştina biryarê ya doza derbarê 4 kesan ku 3 jê girtî ya ji ber çalakiya 13’ê Çileya 2016’an a li dijî lojmana polîsan û avahiya Amîriya Midûryeta Emniyetê ya navçeya Çinar a Amedê hatibû vekirin, pêk hat.

Rûniştina ku li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat, Nûrettîn Cengîz û Mûstefa Argin ên derbarê wan her yekî 7 caran cezayê muebeta giran dihate xwestin jî amade bûn, Harûn Dogan û Îzzet Ozgen ên bersûcên negirtî jî amade nebûn.

Serdozgeriyê Komerê yê di rûniştinê de  derbarê Mûstefa Argin, Nûrettîn Cnegîz, Harûn Dogan, Îzzettîn Ozen Ji ber ‘Xirakirina yekîtî û yekbûna dewlet û welatê’ carekî, ‘Ji ber erkdarê civakî yê li şûna kes hatî danîn û bi bombekirinê kuştin’ 5 car, ‘Pilansaziya bombekirin û kuştinê’ 6 car, ‘Hewldana bombekirinê û kuştinê ya erkdarên cemaweriyê’ 36 carî û ‘Hewldana kuştinê ya bi plana bombeyî’ 46 car cezayê muebeta giran xwest.

Nûrettîn Cengîz ê li ber mutaalaya dozgeriyê parastin kir û got: “Tecawizên li Sêrtê hatin kirin şermezar û lenet dikim. Ez difikirim ku ev polîtîkaya dewletê ye. Di rewşeke wiha de tevlînebûna min a nava refên PKK’ê wê ne exlaqî bûya. Ji bo wê tevlî PKK’ê bûm.” Mûstefa Argin diyar kir ku diviya bû li şahidî ji dozê re bikira lê weke bersûc tê darezandin.

Piştî navberê heyeta dadgehê biryara berdana Îzzettîn Ozen û Harûn Dogan da, ji bo Nûrettîn Cengîz û Mûstefa Argin jî her yekê carek muebet û 515 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê birî.